Lîstika bi navê Jinên Çaverê tûrneya xwe ya Elmanya didomîne. Lîstikvanên komê ji Amed, Duhok, Rojhelat û Rojavayên Kurdistanê gihiştine ne. Di komê de 10 jin hunerên xwe pêşkêş dikin, du mêr wek lîstikvanên alîkar beşdar dibin. Gelek lîstikvanên komê zanîngehên wek endezyariyê qedandine, lê ‘evîna hunerê’ rê nedaye ku di labatuaran de ezmûnên kîmyayî bikin.

Dibe ku ev koma şanoyê ya yekem be ku ji her çar parçeyan hunermend gihandine hev, herwisa ji jinan pêkhatî ye..

Di tûrneya wan ya li Elmanyayê de li paytext Berlînê em rasta wan hatin. Li Ewrûpa min cara yekê komeke wiha bi piranî ji jinên Kurd pêkhatî dît û li lîstika wan temaşe kir. Lîstika jinan bandoreke mezin li temaşevanan kir. Hin ji lîstikvanên komê  zanîngeh, hin ji wan jî dibistanên hunerê qedandine. Hemûyan deb ji pîşeyên xwe yên resen berdaye û dil daye hunerê.

Salona Şanoya TAK´ê tijî bû û di nav de Kurd, Tirk, Elman û kesên ji neteweyên din jî hebûn. Rastiya ku dinya pê dizane, bi kirasekî hunerî, bi destê hunermandên jin hatiye fesilandin.

Piştî pêşandana lîstika ku derhêneriya wê Îhsan Osman kiribû, em bi lîstikvanên ji Duhok û Amedê re li ser rewşa wan, serhatiya wan a hunerî û lîstika wan peyivîn.


Xeta sor hunera alternatîf a şoreşger e

Rûgeş Kirici ji Vartoyê ye. Zanîngeha Endezyariyê beşa Kîmyayê qedandiye. Lê evîna hunerê ku ew dibêje bi taybetî jî ‘hunera bi kurdî’ rê nedaye ku ew di labaratuaran de ezmûnên kîmyayî bike.

Li Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) dest bi şanogeriyê kiriye, û ev 14 sal in ku şanogeriyê dike. Di ber şanoyê re xebata TV´yê kiriye, bername çêkirine û helbet sînema jî piştguh nekiriye. Ji her beşa hunerê hez dike. Dikare di her projeyê de kar bike lê xeteke zirav a sor jî bîr dixe: ´Divê neyê ji bîr kirin ku ez hunera alternatîf a şoreşger çêdikim.´

Em jî pirs dikin, ev kîjan beşa hunerê ye? Bersiveke kin û zelal bi lêv dike: ´Hunera gel e.´ Herwiha şano ji bo wê jiyan e. Xaleke bivê nevê heye. Ez armanca wê jê dipirsim, dibişire û dibêje: ‘Dixwazim bibim stêrka neteweya Kurd.’

Stêrka hunera neteweyî ya Kurd Rûgeş Kirici wiha behsa lîstika ku bû sedemê xemgîniya me kir:


Çar parçe gihiştin hev

Derhêner Îhsan Osman ji Duhokê ye, li Elmanya dijî. Piştî serkeftina dîrokî ya Kobanî teklîf anî, ji ber ku êşeke kûr bû, nexwasim Şingal ku bi hezaran jin hatibûne dîlgirtin. Helbet ji min re jî girîng bû.. Ji Bakur Berfin Emekdar, ji Sinê sê heval û ji Rojava jî hunermend beşdar bûn. Em dikarin bêjin 4 parçe di vê lîstikê de gihiştin hev.

Derhêner wisa xwest û ji bo me jî pir baş bû. Ji ber ku êş êşa tevahiya Kurdistanê ye. Me êşa xwe û hunera xwe li hev par ve kir. Di jiyana min de demeke kin, kêm, lê dewlemend û xweş bû...


Xwedêwo te çima ev anî serê me?

Di lîstikê de tevahiya ol û baweriyên li Kurdistanê cih digirin, şerê qirêj çi ye? Çima êrîşê jina Kurd dike?

Ez serpêhatiya pîrejinekê dilîzim,  navê wê Dewlet e. Nûneriya jina Kurd dike. Dayik e, bawermend e. Bi ol û welatê xwe ve qewî girêdayî ye. Lê di dawiya wan karesatan de ew jî serî hildide û diqîre:

’Xwedê!...te ji me xwest me da...Te çi got, me kir...Te çima ev anî serê me?’

Babet li ser rêxistineke xwînmij e, ji navê wê, ji karê wê xwîn diherike..Bi xwînê dijî. Lê em di lîstikê de vegotineke rasterast nabînin, çima?.

Rûgeş hunerê bi bîr dixe û wiha rave dike: ‘Hizra derhêner ew bû ku em lîstikeke pirtir hunerî derînin. Ji ber wê me di beşên tundiya ku DAIŞ kirî de zêde cih neda dîmenên rasterast yên serjêkirin û komkujiyê. Helbet ev bûyer tên nîşandan, lê wek ku we jî temaşe kir, hinek metafor û sembol hatin bikaranîn. Di hunereke serkefti de pirî caran metaforek dikare bandoreke kûrtir li ser mirovan bihêle. Em rasterast rê nîşanê civakê nadin, lê di lîstika me de jin serî hildidin, li dijî DAIŞê, li dijî kevneşopî û gelek hêmanên ku jinê li paş dihêlin radixin ber çavan.


Keval Sidkî ango Gulbihara Serhildêr

Keval, sala 1983 an li îranê jidayîk bûye. Piştî sala 2000´an vedigerine Duhokê. Niha jî li zanîngehê alîkara mamoste ye. Ev 15 sal in karê lîstikvaniyê dike. Peymangeha Hunerên Ciwan qedandiye. Niha jî dixwaze xwendina xwe ya masterê biqedîne.

Ji bo Kevalê huner çi ye, ev çi hest in ku di nav kêliyekê de rondikan dide barandin û piştî xulekek jî dibe tiqtiqa kenê lîstikvanekê? Bi gotina Richard Wagner dest bi axaftina xwe dike:

Gava jiyan radiweste, huner ji dayik dibe.

Gava xelkek tim di nav şer de û bê parastin be, wî çaxî jiyana rastî dimire. Ji ber wê jî pêwistiya xelk û mirovan bi hunerê çêdibe. Gelekî ku bi bobelat, Enfalan û Şingalên xwe navdar be. Karesata me ya mezin ev e, sala 2015 an cîhan xwe di bin alaya mirovahiyê de dihejîne, em di bin şûrê hovan de bênefes mane. Jinên me direvînin, mêrên me tên kuştin, gundên me tên wêrankirin. Çima? Gunehê me çi ye? Ango em Kurd in.

Huner pir girîng e, siyasiyet nikare bi qasî hunerê biçe nav cergê xelkê. Xelk pirtir ji me fêm dike, gelek caran ji siyasiyan pir diqeherim. Hizra min dibêje ew xelkê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin.

Keval di lîstikê de roleke girîng û giran girtiye ser milê xwe. Li dijî her kes û her tiştî serî hildide, îsyankar e. Keval derbarê hawara Gulbiharê de dibêje:

Gulbihar karaktereke narsîst e, dixwaze tim xwe û malbata xwe biparêze. Li gorî wê yên din çi dibin bila bibin. Di destpêka şer de dixwaze bireve, lê xesûya wê rê nadê. Li gorî Gulbiharê ew dibe sedem ku mêr, kur û malbata wan wêran bibin. Gulbihar bajarî ye, di serdema Enfalan de gelek gund hatin wêrankirin. Xelkên bajêr beriya herkesî hizir û hewldana revê dikin. Mînaka girîng jî ew e; bajarî ezeziyê, gundî jî dilsoziya bi erdî re temsîl dikin.


"Lîstika me bang e ji bo yekîtiyê"

Em di nav sêgoşeya bermuda de dijîn, derdora Kurdistanê xiyanet li Kurdistanê kiriye, Ereb,Tirk û Faris ji Kurdan re ti car nabin heval.

Li aliyê din rengvedana hizra mêrî ye, jin tenê dikare xiyanetê li mêrê xwe bike. Ev ji bo mêr derbas nabe..Lîstika me hem bang û hem jî bersiveke ji bo yekîtiya Kurdistanê. Me keçên ji çar parçeyên Kurdistanê anîn cem hev. Ya ku me karî di lîstika xwe de pêk bînin, hêvîdar im ku siyasiyên me jî bikarin bikin.


"Divê yek xwe bike qurbanî"

Siyar Teyib Ebdullah ji 2003´yan ve karê şanoyê dike, 5 salan li Peymangeha Hunera Ciwan xwendiye. Li zanîngehê di Koleja Edebê ya şanoyê de dewam kiriye. Bi giştî ev 13 sal in vî karî dike.

Karektera herî bi pirsgirêk ya wî ye. Li gel ku ev rol hîç li rûyê wî nayê, hewl dide baş bi cîh bîne. Gelo wek Kurd, gava serê zarokê Kurdan jê dike, çi hîs dike?

Siyar bi dilekî xemgîn, lê ji xwe bawer bersivê dide: ‘Li her derê ji bo min pirsgirêk çêdibin. Lê divê kesek hebe vê rolê bike, rûyê reş yê DAIŞ´ê bide diyarkirin. Ev derdeseriya ku DAIŞ´ê bi serê me de aniye divê bê dîtin. Divê kesekî wekî min xwe bike qurbanî da ku xelk û cîhan bibîne ka rastiya DAIŞ´ê çi ye?  

Gava serê zarokan jêdikim pir xemgîn dibim. Gava wek Siyar li pişt perdê me gelekî diêşim. Herwisa hawar û qêrîna jinan jî dilê min disoje. Lê belê gava derdikevim ser dikê, li rola xwe vedigerim. Ji bo baştir bînim ziman, divê req bisekinim.

 Nimûneyeke biçûk ji azadiya Kurdan li Başûr û Rojava pêkhatiye, lê dixwazin ji destên Kurdan bigirin.

Em dixwazin rastiyê bidin nîşan. Li Başûr û Rojava nimûneyên piçûk yên azadiyê derketine, lê dixwazin ji destên Kurdan bigirin.


"Em cuda jî bin li dijî dijmin em yek in"

Gava DAIŞ zarokên kurîn dibe û dibêje ‘nabe mêr di nav we de bimînin, jinên we,  wê ji me re bibin cariye, em çi bixwazin wê bikin.’ Li Wiesbaden û li deverên din jî gelek Elman digiriyan. Firmêskên wan ji bo me girîng bûn.

Me ji karesatên bi serê me hatî ders negirtine. Hêvîdar im ku em têbigihin gava DAIŞ tê gerîla, pêşmerge, partiyan ji hev cuda nake. Her çiqas di hizir de cudahiyên me hebin, li hemberî dijminên xwe em yek in.


"Xebateke pîroz e"

Berfîn Emekdar jî beriya bi 17 salan li NÇM´ê di beşa zarokan de dest bi şanoyê kiriye, niha li Şanoya Bajarê Mezin a Amedê dewam dike. Sedemê cih girtina xwe ya di vê projeyê de bi ‘Hizra neteweyî û yekîtiya Kurdan’ ve girê dide. Emekdar sedemên tevlibûna lîstikê wiha îfade dike:

‘Mîna ku 4 parçayên welatê min bibin yek. Li dijî hovîtiyê li ber xwe didin. Derhêner mêr e lê bi giranî babet û hizra hunerî jinane ye. Em rastiyê ji nû ve dernaxin, ew ji xwe heye. Me xwest em nûnertiya wê rastiyê bikin. Mebesta me nîşandana rastiyê bû, gelek mirovan bi vê lîstikê rastiya qirêj ya terorîstan ji nêz ve dîtin.

Li Wiesbadena Almanya em tevli festîvalê bûn, gelek hunermend hebûn. Nêrînên wan pir erênî bû, bandoreke mezin li wan kir. Cara yekê gelekî bêdewlet tevlî wê festîvalê bû. Wan jî ji ber babetê û koma jinan peywendiyeke germ da nîşan. Xwestin ku em sala bê jî beşdar bibin. Kurd bi aweyekî diêşin,  biyanî bi awayekî din. Kurd jixwe di nav de ne, divê hunermend bi biyaniyan jî bide hîskirin û zanîn.

Berfînê, pirsa ji hev fêmkirina bi hunermendên ji Başûr û Rojhelat jî wiha rave kir: ´Destpêkê têgihiştin zehmet bû, lê dû re em fêrî axaftina hev bûn. Jixwe her zarava mîna zimanekî teşe girtiye, divê mirov hewla fêrbûnê bide ... Ji bo min xebateke pîroz bû, min jidil û bi hezkirin lîst, astengî çêbûn, lê li min nagirin.


Dans, fîgur û sembolên di lîstikê de...

Berfîn Emekdar li ser babeta dans, fîgur û sembolên di lîstikê de hatine bikaranîn jî got: "Me nexwest em bûyerê rasterast bidin. Estetîzekirin girîng e. Helbet kêmasî jî hene, hişmendiya zayendî heye, lîstika jinê ye lê bihistyariya civakê li ber çav hate girtin. Jina dixwaze tolê bistîne, li gel ku xwîşka wê jî hatiye kuştin sonda standina tola bav û birayan dixwe.

Di dawiya lîstikê de dîsa hizira mêrane ya zayendî darîçav e. Min di dema provayan de jî got, niha jî dibêjim.

Ev jî rexneyên Berfînê ne. Helbet nêrîna wê girîng e, lê bi çavên temaşevanekî min lîstik eciband. Hêvîdar im koma jinan bi vê lîstikê ve bi sînor nemîne, ez bawer dikim dê berhemên serkeftîtir diyarî şanoya Kurdan bikin û xewna yekîtiya Kurdan û yekbûna welatê Kurd jî ji xeyalên hunermendan veguhêze rastiyê. 


YEKO ARDIL/BERLIN