Hevserokê PYD'ê Salih Muslim tekîldarî hebûna leşkerên Tirk li Mûsîlê ji ANF'ê re axivî û got, "Yên ku; dema mijar serweriya wan be her rê û rêbazê rewa dibînin, bi awayekî hêsanî serweriya welatên din binpê dikin."
‘Çima serweriya te heye û yê din nîne?’
Muslim civandina leşkerên Tirk li bajarokê Başîka yê Mûsilê ku di bin kontrola pêşmergeyan de ye, nirxand û got, "Yên ku digotin, 'Ji ber ku sînorên me, serweriya me binpê kiriye me balafira Rûs xist xwarê' îro bi awayekî eşkere serweriya welatekî din binpê dikin. Yên ku dema mijar ew bin qala serweriyê dikin, çima wexta leşkerên xwe dixe nava xaka welatekî din, qala serweriya welatên din nakin.
Gelo serweriya te heye, lê ya welatên din nîne?"
Muslim diyar kir ku pêkan e Tirkiye li pey rewşeke tarî be û got, "Ne diyar e wê li wir çi bikin. Ji aliyekî ve dibêjin em ji bo perwerdeyê çûne, lê li aliyê din li pey hin planên cuda ne. Bi awayekî zelal eşkere nekiriye ka ji bo çi li wir e. Rewşeke tevlîhev heye. Gelo ev veguhestin li dijî Şengalê û Rojava hatiye kirin?"
‘Dixwaze pêşî li çareseriya siyasî bigre’
Muslim diyar kir ku xistina balafira Rûsyayê ji binpêkirina sînor wêdetir, parçeyek ji plana Tirkiyeyê ye ku 2-3 sal in dixwaze komên girêdayî xwe yên li herêma jê re dibêjin, 'Çiyayê Tirkmen' bi cih kiriye, biparêze û pêşî li çareseriyeke siyasî ya pirsgirêka Sûriyeyê bigire. Muslim anî ziman ku hema piştî xistina balafira Rûsyayê, hevdîtina Tirkiyeyê bi NATO'yê re raxist pêş çavan ku Tirkiye dixwaze pêşî li çareseriyeke siyasî ya li Sûriyeyê bigire.
Li ser Cerablûsê siyasetê dimeşîne
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim destnîşan kir ku piştî dîmenên bazirganiya petrolê ya di navbera Tirkiye û DAIŞ'ê de ji aliyê Rûsyayê ve hatin weşandin, baştir xuya bûye ka çima Tirkiye di mijara Cerablûsê de ewqasî israr dike û ragihand ku armanca hemû polîtîkayên Tirkiyeyê yên li ser vê herêmê, parastina bazirganî û têkiliyên din ên bi DAIŞ'ê re ye. Muslim got, "Herêma ewle ku Tirkiye li ser dinale û mijara binpêkirina sînor, hemû ji bo vekirina rêya têkilî û bazirganiya bi DAIŞ'ê re ye. Bivê nevê, tê bîra mirovan; gelo armanca bingehîn parastina têkiliya bi DAIŞ'ê re ye. Siyaseta li ser mijara Cerablûsê dimeşîne, ji bo parastina vê têkiliyê ye."
‘Dixwazin pûç bikin’
Muslim bi bîr xist, Koma Desteka Sûriyeyê ya Navneteweyî wezîfeya "Tespît bike ka kîjan rêxistinên li Sûriyeyê şer dikin, terorîst in" daye Urdunê û destnîşan kir ku armanca civîna li paytexta Erebîstana Siûdî Riyadê, pûçkirina vî karî ye.
Muslim da zanîn ku armanca bingehîn a vê civîna ku PYD û Hêzên Sûriyeya Demokratîk nehatiye vexwendin, bi rêya hin koman bicihanîna hin planan e, û diyar kir ku beriya biryara Urdunê were girtin, hewl tê dayîn hin hêzên li Sûriyeyê şer dikin rewa û qanûnî bên nîşandan.
SERKAN DEMÎREL/ANF
Ji rola PKK’ê ditirse!
Pisporê pêwendiyên Tirk û Ereban û hîndekarê Zanîngeha Lubnanê Mihemed Nûredîn di derbarê hebûna leşkerên Tirkiyeyê yên li Başûrê Kurdistanê de ji ANHA’yê re axivî û got: Tirkiye ji rizgarkirina Musulê ditirse, lewma jî bi şandina leşkeran re mafê serweriyê yê Iraqê binpê dike.
Mihemed Nûredîn bal kişan ser binpêkirina Tirkiye ya sînorê Iraqê û got “Ev ne cara yekem e ku Tirkiye sînorê cîrantiyê yê Iraqê binpê dike. Ya herî berbiçav jî ew bû ku, 3 sal berê Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Ehmed Davudoglu bêyî destûr werbigire derbasî bajarê Kerkûkê bû.”
Tirsa ‘dewleta Kurd fireh dibe’!
Mihemed Nûredîn diyar kir ku Tirkiyeyê ji rizgarkirina Mûsilê û ji Kurdan ku bajarê Mûsilê bi ser herêma xwe ve girêbidin ditirse û wiha pêde çû: “Yanî nêrîna Tirkiyeyê ew e ku dewleteke Kurdî fireh dibe û ev yek li gorî wan ji bo ewlekariya Tirkiyayê metirsî ye. Ji ber vê yekê Tirkiye dixwaze bi awayekî biçûk be jî beşdarî derbasbûna Mûsilê bibe.
‘Rola PKK ber cavan re debas dike’
Mihemed Nûredîn rola PKK’ê ya li herêmê jî nirxand û wiha got: “PKK li dijî Tirkiyeyê şerekî dijwar dimeşîne. PKK’ê Hezîrana 2014’an di parastina Hewlêr û herêmên Kurdî yên din de ku rastî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê hatibûn jî gelekî çalak bû. Ji ber vê yekê hikûmeta Davudoglu rola PKK’ê û hêzên Kurdî yên di parastina Şengalê, Rojava û deverên din de, di ber çavan re derbas dike. Di heman demê de nêrîna xwe ya li ser pêkhateyên din ên Iraqê jî di ber çavan re derbas dike.”
‘Tekiliyê xwe bi Iraqê re xurt bikin’
Mihemed Nûredîn di derbarê polîtîkayên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de jî got pêwîste têkiliyên xwe bi hikûmeta Iraqê re, ji têkiliyên bi hikûmeta Enqereyê re xurtir bike wiha berdewam kir: “Ji ber ku têkiliyên hikûmeta Hewlêr yên bi Tirkiyeyê re ziyanê dike têkiliya di navbera hikûmeta navendî û Hewlêrê de. Her wiha ziyanê dide têkiliya wan û Kurdên Tirkiye û Sûriyeyê.”
ANHA