Di axaftinên li pîrozbahiyan de bal hat kişandin ser girîngiya xwerêveberî û xweparastinê. Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hat şermezarkirin.


WAN

Li navçeyên Wanê Îpekyolû, Tûşba û Artemêtanê, û li taxên wê Xaçort, Akkopru û Şehît Firatê ciwan ji bo pîrozbahiya 15’ê Tebaxê hatin cem hev. Lê polêsan êrîşî ciwanan kir. Polîsan bi gaza îsotê, ava bi şid û guleyên rastîn êrîş kir, ciwanan jî bi bombeyên deng û molotofan bersiv da. Polîsan tax bi wesayîtên zirxî dorpêç kirin. Ciwanan jî bend danîn û kontrola nasnameyan kirin.


BEDLÎS

Li taxa Dumlupinar a Tetwanê ciwan ji bo pîrozbahiyê hatin cem hev. Polîsan bi bombeyên gazê êrîşî ciwanan kir. Ciwanan jî bi kevir, fîşekên hewayî û molotofan ve bersiv da. Ciwanan nehişt polîs bikevin taxan. 


MÊRDÎN

Li navçeya Mêrdînê Kerboranê jî ciwanan 31. salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kir. Ciwanên li Taxa Safa civiyan, rê li çûnûhatinê girt û kontrola nasnameyan kir.


ŞIRNEX

Li taxa Bahçelîevler a Şirnexê bi hezaran kes li qada pîrozbahiyê civiyan. Di saetên dereng ê şevê de polîsan êrîşî ciwanan kir. Pevçûna di navbera ciwanan û polîsan de di demeke kurt de li gelek taxan belav bû. Li hemberî fîşekên rastîn yên polîsan, ciwanan li ber devê taxan bend danîn û bi kevir, molotkokteyl û fîşekên hewayî bersiv dan êrîşa polîsan.

Li taxên Nûr, Cûdî, Yafes û Sûr ên navçeya Cizîrê jî 15’ê Tebaxê bi pîrozbahiyên bi heybet hat pîrozkirin. Bi hezaran kesên li taxan kom bûn, govend gerandin. Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç di pîrozbahiyan de peyivî û got, ku divê êdî rêxistinbûyîna gel bêhtir xurttir bibe. Tûnç got, “Ji bo Kurdan serdemeke nû û gelekî girîng destpê kiriye. Di vê demê de pêwîste her kes parastina xwe bike.”


STENBOL

31. salvgera Pêngava 15’ê Tebaxê li taxa Gulsûyû ya Maltepe ya Stenbolê bi şahiyekê hate pîrozkirin. Li meydana şahiyê pankarta li ser nivîsandî “Em bi ruhê 15’ê Tebaxê, serhildanê mezin dikin” jî hat daliqandin. Li ber stranên hunermendên herêmî welatiyan govend gerand. Piştî govendê Însiyatîfa Gel daxuyaniyek da û got, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome, qirkirina siyasî didome û li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê jî êrîşên hewayî dewam dikin. Înîsiyatîfê weke encam jî got, ew vê zilmê û saziyên dewleta Tirk êdî qebûl nake.

Li taxa Gazî ya Sultangaziyê jî 15’ê Tebaxê hate pîrozkirin. Meydana şahiyê ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin. Piştî şahiyê ciwanan dorpêça polîsan bi meşekê şermezar kir. Polîsan bi bombeyên gazê êrîş kir, ciwanan jî bi kevir û fîşekên hewayî bersiv da.


MERSÎN

Li taxên Fahrettînpaşa, Şahîn û Barbaros ên navçeya Mêrsînê Tarsûsê polîsan êrîşî ciwanan kir. Polîsan li dijî ciwanan guleyên rastîn, ava bi şid û gaza îsotê bi kar anîn. Di dema pevçûnan de Alîkarê Midûrê Polîsan ê Tarsûsê Bariş Altindal ji lingê xwe birîndar bû. Di êrîşa polîsan de ciwanek jî birîndar bû. Piştî ku polîs ji taxê vekişiyan pevçûn bi dawî bûn. 


EDENE

Li taxên Daglioglu û Hurriyet ên Seyhanê polîsan êrîşî pîrozbahiya 15´ê Tebaxê kir. Polîsan guleyên rastîn jî bi kar anîn. Polîsan rasterast bombeyên gazê avêtin derûdorê û gelek welatî mexdûr bûn. 


 NAVENDA NÛÇEYAN