
HPG’ê wiha got: “Dîsa daxwaza Rêber Apo ya ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê ya wek vekişîna derveyê sînor ji aliyê tevgera me ve hat nirxandin û biryara vekişînê hat dayîn. Ev biryar ji aliyê Konseya Rêveber a KCK’ê ve di 25’ê Nîsanê de bi daxuyaniyeke çapemeniyê ya berfireh ji rayagiştî re hat aşkerakirin.”
Bi awayekî rêxistinkirî bimeşe
HPG’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Gerîlayên me bi biryara ku tevgera me li ser esasa banga Serokatiyê de girt, bi serkeftinê xistiye pratîka xwe. Ligel vê HPG’ê nîqaşên berfireh meşandine û pêvajoya amadekariyê meşandin. Amadekariya vekişîna gerîlayan a derveyê sînor hatiye asteke girîng. Êdî ji bo ku vekişîna gerîlayan bi serkeftî temam bibe û rê li ber provakasyona venebe, nîqaş hatine meşandin, plansaziyeke berfireh û di esas rêxistinbûnê de sererastkirin û pozîsyon hatiye girtin. Hêzên me yên gerîla li ser banga Rêber Apo û Konseya Rêveber a KCK’ê ji gelek qadan li gel şert û mercên dijwar yên xwezayê ji 8’ê Gulanê û şûnde dê ji bo pêvajoya vekişînê bikeve nava tevgerê. Hêzên me yên vedikişin wê bên Qadên Parastina Medya ya Başûrê Kurdistanê. Tê hedefkirin ku komên me yên yekemîn wê di nava hefteyekê de bigihin Qadê Parastina Medya. Ev pêvajo wê bi awayekî rêxistinkirî û plankirî bimeşe. Di vê wateyê de ji bo pêvajo bi serkeftî encam bibe em diyar dikin ku emê li gorî 6 xalên ku Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’Ê diyar kiriye û hişyariya Serok Apo diyar kirine tevbigerin.”
Bi yek alî nabe
HPG’ê destnîşan kir ku, hewldanên yek alî ji bo serkeftinê têr nake û wiha hate gotin: “Bi taybet bi destpêkirina pêvajoya agirbestê li Bakûrê Kurdistanê çêkirina bendav, qerekolan roleke astengdar dilîze. Keşfkirina wesayîtên hewayî yên bê mirov, vekişîna gerîlayan dereng dixîne, operasyonên leşkerî û sewqiyata leşkerî bandorek neyînî li ser pêvajoyê dike. ji bo ku hêzên me yên gerîla pevajoya vekişînê bi tempoyeke lezgîn pêk bîne divê hemû faliyetên kum e anîn ziman bê rawestandin û ev gelek girînge.
Em wek HPG’ê di 8’ê Gulana 2013’an de ji bo ku pêvajoya vekişînê bi serkeftinê temam bibe em çi bikeve milê me bikin. Her wiha ji bo ku ev pêvajo bigihêje serkeftinê divê gelê me û rêxistinên civaka sivîl û raya giştî ya demokratîk rola xwe bilîze.”
ANF/BEHDÎNAN