MUHSÎNOZDEMÎR

Mangirtin (Greva Birçîbûnê): Yekêmîn şanoya bi zimanê Kurdî, di sala 1979’an de şanoya bi zimanê Kurdî ya pêşî bi nivîsa Ebdurehman Zengene û derhêneriya Birayim Ferşî derdikeve ser dikê. Ev şanoname di çend şevan de li Sine, Bokan, Mehabad, Pîranşehrê (Xanê) hat nîşandan.

Em bêyî ku li destpêkên sereke yên şanoyê binihêrin, yekser berê awirên xwe bidin destpêka şanoya bi Kurdî li Rojhilatê Kurdistanê. Di qonaxa Şerê Cihanê yê Duyemîn de li ser lawazbûna hikûmeta navendî ya Îranê, Komara Kurdistanê di sala 1946’an de bi serokatiya Pêşewa Qazî Mihemed* tê damezrandin. Bi vê pêvajoyê ve girêdayî pêleke rewşenbîriyê jî li Rojhilatê Kurdistanê derdikeve pêş. Bo nimûne; derketina rojnameyên Kurdî, damezrandina rêxistinên jinan, damezrandina rêxistinên lawan û komê şanoyê û hwd.

Yekem Şanoya Kurdî ya ku xwedî rê û rêbazê cewherî yê şanoyê ye, Şanoya Dayîka Niştiman e (her çiqas xav û kal jî be…). Ev şano bi nivîsa Pêşewa Qazî Mihemed di sala 1944’ên zayînî de, li Komara Kurdistanê ya 11 mehî de çûye ser dikê. Di şert û mercên wê dema Kurdistanê de Şanoya Dayîka Niştiman giringiyeke xwe ya cuda heye, ku dibe ku pirr kêm li ser hatibe rawestandin. Di çend xalan de mirov dikare bîne ziman:

1- Yekem şanoya bi Kurdî ye ku bi şêwazekî birêkûpêk hatiye pêşkêşkirin û xwedî metneke şanoyê ye. Heta radeyekê parametreyên serekî yên şanoyê dihundurîne; wek mûsîqa, dekor, makyaj, perde û hwd.

2- Wek mekanîzmayeke çandî û civakî ji bo hişyarkirina newtewe sûd jê hatiye wergirtin.

3- Di hayameke çil rojî de, her roj sê-çar caran hatiye pêşkêşkirin(**). Di her pêşkêşkirinê de 600 heta 700 kesî lê temaşe kiriye(***).

Vejîneke bi amatoriya 1968’an

Piştî hilweşandina Komara Kurdistanê û ceribandina kurt a desthilatdariya Kurd (ji 11 mehan zêdetir nejiya) ji aliyê desthilatdariya Pehlewî ve digel vê sersedema zor û pêkutiyên mîlîtarîst ên desthilatdariyê li ser herêma Kurdistanê, hemû destketiyên siyasî û çandî – şano jî – dikeve bin metirsiya desthilatdariyê û têk diçe. Li gorî pêşbîniya şareza û pisporên vê mijarê; heke temenê Komara Kurdistanê û bizava wê ya rewşenbîrî dû dirêj berdewam bibûya, pêkan bû ku binesazî û seresaziya nû ya jiyan û karekterên Kurd bihata pênasekirin!

Li gorî wan şert û mercên ku li jorê qala wan hat kirin, piştî hilweşandina Komara Kurdistanê ji sala 1946’ên zayînî heta sala 1968’an ti keftûleftek berbiçav li ser şanoyê nayê dîtin. Lê piştî sala 1968’an li dibistanên amadehî yên Kurdistanê de bi mebesta çalakiyên çandî birrek şano tên pêşkêşkirin bi navê şanoyên “dibistana amadehî”.(5) Ev komên gel, nikarîne bibin komên profesyonel lê di encamê de dibin haveyn û binesaziya çêbûna komên şanoyê di hin bajarên Rojhilatê Kurdistanê de.

Piştî sala 1974’an çendîn komên şanoyê li bajarên wek Sine, Seqiz, Bokan, Merîwan û hwd.  tên damezrandin. Her çiqasî van koman çendîn karên erênî pêşkêş kiribin jî bi hin sedemên serekî nekarîne bibin handaneke cidî di afirandina berhemên hunerî de. Di vir de mirov dikare hinekî li ser wan sedeman raweste ku em li jêr îşaret bi wan dikin:

  • Nebûna amûr û pêdiviyên taybet ên weke salonên taybet ên şanoyê, amûrên teknîkî û pisporên taybet ên teknîkê.
  • Nêbûna piştîvaniya madî û manewî ji bo hunermendan û kargêrên şanoyê
  • Nebûna pisporên taybet ên weke nivîskar, derhêner, lîstikvan, muzîkjen û hwd.
  • Rewşa derûnî û aloziya siyasî ya Kurdistanê û hwd.

Navbereke kurt a azadiyê

Piştî hilweşandina desthilatdariya şahenşahî li Îranê û hatina desthilatdariya rejîma Îslamî di sala 1979’an de, jiyana gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ber bi cihekî ve diçe ku divê mirov bi hûrgilî lêbikole. Rewş û fezayeke cuda ji serdema şahîtiyê diafirîne. Em dibînin ku piştî hileweşandina rejîma Pehlewî, rewşeke vala û azad li Kurdistanê pêk tê û partî û rêxistinên Kurd bi azadane dest bi kar û xebatên xwe dikin. Hunermendên Kurd li gelek bajarên Kurdisanê sûd ji wan defetan digirin û metnên şanoyan dibin ser dikê. Lê ji ber zext û pêkutiyên li ser Kurdistanê û her weha nebûna wext û dema pêwîst, handaneke cidî pêk nayê. Ji ber ku desthilatdariya nûgihiştî ya Îslamî fetwaya cihadê li dijî gelê Kurd derdixîne û Kurdistanê hemûyî dike qada leşkerî. Di gel vê, şerê desthilatdariya navendî li dijî partiyên Kurdistanê û şerê Îran û Iraqê dest pê dike û heşt salan dewam dike. Di nav atmosfera şer de ji bilî “şanoya dibistana amadehî” û şanoya li zanîngehan, keftûlefteke din a şanoyê pêk nayê.

Piştî bidawîhatina şer û rewşa asayî ya jiyanê, hewayeke nû ji bo karê çandî ku yek ji wan şano ye, pêk tê. Di salên 90’î de di gel sansur û kontrola desthilatdariya Îslamî jî, nifşek rewşenbîrên Kurd bi hişyarî li pirraniya bajarên Kurdistanê komên wêjeyê dadimezirînin. Ango di bin sîwana komên wêjeyê de komên şanoyê li pirraniya bajarên Kurdistanê tên damezrandin. Rêxistin an jî komên şanoyê gelek rolên erênî pêk tînin û hin desketiyên wan jî bi vî awayî mirov dikare balê bikişîne ser wan:

1-Pirraniya hunermendên şanoyê; yên derhêner, lîstikvan, nivîskar, dekorator û hwd. li dora hev kom dike.

2-Di pirraniya bajarên Kurdistanê de komên şanoyê dadimezirîne.

3- Lidarxistina kargeh û polên taybet ên weke kargehên nivîsandina pêşangehan, kargehên derhêneriyê, kargehên lîstikvanan û hwd. ji bo hunermendên ciwan.

4- Bi berdewamî pêkanîna pêşbirkan di navbera koman de li pirraniya bajaran.

Bi festîvalan keftûlefta şanoyê

Bipêşketin û karên girîng ên komên şanoyê dibe sedem ku gelek festîvalên şanoyê jî werin lidarxistin. Bi kurtahî ew festîval ev in:

  • Festîvala Şanoya Parêzgeha Sineyê.
  • Festîvala Şanoya Kurdî ya Seqizê
  • Festîvala Şano ya Merîwanê

Festîvala şanoya parêzgehê di sala 1990’î de tê damezirandin û ji aliyê navenda hunerên şanoyê ve tê birêvebirin. Ev festîval di navbera komên hilbijartî yên şanoyên bajarên parêzgehê de tê lidarxistin. Di encama vê festîvalê de sê komên ku tên hilbijartin diçin “Festîvala Navneteweyî Ya Fecr”

  • Festîvala Şanoya kurdî ya Seqizê di sala 1998’an de li bajarê Seqizê tê damezirandin. Her sal malovaniya koman dike. Ev festîval ne tenê komên Rojhilat dihundirîne, her weha malovaniya her çar parêzgehên wekî Îlam, Kirmaşan, Kurdistan, û Azerbaycana Rojava jî dihewîne û malovaniya komên şano yên Başûrê Kurdistanê jî dike. Di nav hewayekê de ku hunermend karibin hev nas bikin, bîr û bûçûnên xwe parve bikin, binirxînin, karê xwe pêk tîne. Pêwîst e were gotin ku sê salan di heyamê serokamariya Ehmedînijad de ev festîval nehat lidarxistin. Lê di sala 2008’an de rewşa xwe ya asayî dest pê kiriye.
  • Festîvala Şano ya Merîwanê, di sala 1994’an de bi awayekî fermî tê damezirandin. Yekemîn bernameya xwe ya şanoyê di heman salê de, li bajarê Merîwanê birêve dibe. Hem ji aliyê hunermendan ve hem ji aliyê gel ve pêşwaziyeke baş lê tê kirin. Bi êşveçûna asta Festîvala Merîvan dibe bingeh ku ji aliyê pirraniya bajarên Rojhilatê kurdistanê ve pêşwaziyeke baş lê bê kirin.

Festîvala Merîwanê, piştre bi navê Festîvala Endêşe (raman) karê xwe didomîne heta sala 2002’yan berferehtir û gelemperîtir dibe û dibe festîvala kolanî ya bajarê Merîwanê. Piştre bi navê festîvala kolanê ya rojavayê Îranê û wisa tê pênasekirin. Divê bê gotin ku hilbijartiyên vê festîvalê, yekser beşdarî “festîvala navnetweyî ya fecr” jî dibin.

yekê de ku hunermend karibin hev nas bikin, bîr û bûçûnên xwe parve bikin, binirxînin, karê xwe pêk tîne. Pêwîst e were gotin ku sê salan di heyamê serokamariya Ehmedînijad de ev festîval nehat lidarxistin. Lê di sala 2008’an de rewşa xwe ya asayî dest pê kiriye.

  • Festîvala Şano ya Merîwanê, di sala 1994’an de bi awayekî fermî tê damezirandin. Yekemîn bernameya xwe ya şanoyê di heman salê de, li bajarê Merîwanê birêve dibe. Hem ji aliyê hunermendan ve hem ji aliyê gel ve pêşwaziyeke baş lê tê kirin. Bi êşveçûna asta Festîvala Merîvan dibe bingeh ku ji aliyê pirraniya bajarên Rojhilatê kurdistanê ve pêşwaziyeke baş lê bê kirin.

Festîvala Merîwanê, piştre bi navê Festîvala Endêşe (raman) karê xwe didomîne heta sala 2002’yan berferehtir û gelemperîtir dibe û dibe festîvala kolanî ya bajarê Merîwanê. Piştre bi navê festîvala kolanê ya rojavayê Îranê û wisa tê pênasekirin. Divê bê gotin ku hilbijartiyên vê festîvalê, yekser beşdarî “festîvala navnetweyî ya fecr” jî dibin.

Bi helkeftên welatî û neteweyî şano

Sedemê serekî ji bo destpêkirina karê şanoyê li bajarên Rojhilatê Kurdistanê, hebûna rêveberiyên fêrkirin, çand û huner, rodyo, televîzyon, parêzgarî, fermandarî û şarederariyê bûye. Di wan bajaran de ku tenê rêveberiyên fêrkirin û perwerdehiyê li wan hebûne, cureyek pêşandanê pêkhatiye bi navê pêşandanên neteweyî û welatî. Ku ev jî di rojên wan ên neteweyî yên wek rojên; 4’ê Abanê(Mijdarê), 6ê Behmenê (Sibat), 28ê Esfendê (Adar), 21’ê Azerê (Kanûnê) de pêk dihatin. Bokan jî di nav wan bajaran de bû. Her çiqas, li Bokanê dibistan bi awayekî nû di demê Şah Riza de hatibe avakirin jî, dibe ku pêşandanên bi vî rengî ji salên 1951’î û vir ve dest pê kiribin. Kê di van pêşandanan de cih girtiye bi temamî ne zelal e.

Şano li Bokanê

Di destpêka meha Hezîrana 1973’yan de, li ”dibistana amadehî ya Kuroşê Kebîr” Koma Şano ya Lawan a Bokanê hat damezirandin. Damezrênerên wê Sara Rostemzade, Şehîn Mîrî, Cexfer Merdanbegî, ‘Ewlla Emînî, Nadir Qadrî, Birayim Ferşî,  Mihemed Reza Efzel bûn. Şanoya yekemîn bi navê Hifre, Kûne Eşkewt di meha Mijdara 1974’an de ji pêşkêşkirinê re hat amadekirin Di destpêka Hezîrana 1975’an de, sinifa şanoyê bi beşdariya 25 kesan karê xwe domand. Heman di van dema de Şanonameya Balte ya Gogol prova li ser tê kirin û dibin ser dikê. Bi pêşkêşkirina vê şanoyê re navûdengê vê komê gihişt zanîngehên Tewrêz, Ûrmiye û bajarên din ên Kurdistanê.

piştre Şanonameya Kurê Axê ya li ser qewmîneke li gundekî Loristanê di Cotmeha 1975’an de hat pêşkêşkirin. Nivîskar û Derhêner ‘Umer Hemîdî bû. Piştî pêşkêşkirina vê şanonameyê gelek kes li Bokanê hatin destgîrkirin.

Piştî çend mehan di ser têkçûna pola şanoyê re, dewran guherî, vê carê jî yên ku daxwaz dikin zêde bûbûn. Ji neçarî du pol hatin vekirin û di van polan de Şanoya Lawan û Şanoya Mêrmindalan ku ji zarokên di bin 15 salî de pêk dihat, hatin damezirandin. Vê şanoyê, ji ber dariştin û şêwaza gotinê bandoreke xurt kir. Piştî neh mehan ew tê qedexekirin. Xwestin du şanoyan bibin ser dikê; Zarok û Seggel û Dûrî Xerîb. Lê desthilatiyê rê nedaye Zarok û Seggel (Kûçik) derkeve ser dikê. Dûrî Xerîb, lêqewmîneke gundekî Kirmaşanê bi farsiya Kirmaşanî bandoreke mezin li ser gel kir.

Piştî bihara 1976’an kesin ji endamên komê dest bi berhevkirina kelepûra Kurdî jî dikin. Kesin ji endamên koma şanoyê hewl da ku beyt, heyran û folklora Kurdî berhev bikin û li ser çand û zimanê Kurdî nîqaş-vekolîn- kirin. Şanonameya, Seyek li ser Bênderê, ya nivîskarê binavûdeng ê Îranî, Kurdê Kirmaşanê Nusret Ewla Newîdî ji bo pêşkêşkirinê hat hilbijartin.  Çîroka vê şanoyê; qewmîna li gundekî ye ku mal û dahatên wan ji aliyê Hacî Selem Xor, şêx û mela, parsek, derwêş û dewletê ve tê talankirin.

Di yek salê de du şano

Şayeste Me’rûfî li ser şanoyê karekî bêemsal nîşan dide ku bala gelê bajêr bikişîne. Sureya Behnam û Hesen Qudretî weke du zarokan; Mensur Merzengî wek mêrê jinikê, Ebûbeker ‘Ebdulapûr (Murşid-Hosta), Haşim Resûlzade wek mel, Suleyman Ferşî wek dikandarê bajêr, Mihemed Mi’marzade wek Hacî Selem Xor, Humayûn Mensûrî wek memûrê dewletê rol kirin. Derhêner Birayim Ferşî bû. Piştî vê şanoyê Şanoya Apê Zincîrrês hat pêşkêşkirin. Ev duyemîn car bû ku di salekê de du şano werin pêşkêşkirin. Apê Zincîrrês; çîroka civakekeke tije şet û dîn e. Dînxane ji bijîjk, endazyar, nivîskar û mirovên pêzan tije ye. Ev şano berhema dawî yê koma şano ya lawan bû ku bi zimanê Farsî hatiye pêşkêşkirin. Piştî vê şanoyê, Koma Şanoyê ya Jiyana Nû, di havîna 1978’an de dest pê kir. Di polên Koma Şano ya Lawan de nîqaş li ser mijarên çandî, civakî, hunerî û felesefî dihatin kirin. Di wan serdeman de bandoreke baş komê li ser civatê çêdibe. Ji aliyê dewletê ve malbat tên hişyarkirin ku hay ji zarokên xwe hebin û nekevin bin bandora fitneyên ji derve. Ev jî dide nîşan ku şanoya lawan di nav gel de ye.

Payîza 1978’an bi Koma Şano ya Lawan, tevî mamoste û xwendevanan, Encûmena Zanistî û Wêjeyî hat damezrandin. Di çalakiyên xwe de mijarên ku pêşkêş dikirin; helbest, çîrok, nivîsar, şano, stran û mijarên din ên siyasî û civakî yên li dijî rejîma Pehlewî bûn. Vê encûmenê heta hilweşandina rejîma Şah domand.

Greva Birçîbûnê di Kurdî de bû ya pêşî

Di Sibata 1798’an de Şanoya Lawan, şanonameyeke bêdengî ji nivîs û derhênana Ebdula Emînî pêşkêş kir.  Di vê şanoyê de fikr û ramanê xwe yê siyasî dida xuyakirin: “Apê Sam li jorê ye, dewleta bazirgan li jêrê ye, siha Xomeynî li pişt Apê Sam e”. Bi vî awayî xeteke siyasî ya beloq dikeve nav komê.

Mangirtin (Greva Birçîbûnê): Yekêmîn şanoya bi zimanê Kurdî, di sala 1979’an de şanoya bi zimanê Kurdî ya pêşî bi nivîsa Ebdurehman Zengene û derhêneriya Birayim Ferşî derdikeve ser dikê. Ev şanoname di çend şevan de li Sine, Bokan, Mehabad, Pîranşehrê (Xanê) hat nîşandan. Pêşkêşkirina Greva Birçîbûnê li bajarê Sineyê hevdem bû bi hatina artêşa Îranê di roja di 27’ê Gulana 1979’an de. Ku ev roj jî roja dawî ya cihada Xomeynî bû ku li dijî gelê Kurd ragihandibû. Bi vî awayî pêşî li karê şanoyê hat girtin.

Şanoya Rojiya Birçîbûnê, piştî Dayîka Niştiman a 1944’an, di dîroka Rojhilatê Kurdistanê de duyemîn şano bû ku bi Kurdî hatî pêşkêşkirin. Her weha yekemîn şano ye ku bi tevlîbûna gelek kesên din ên ji bajarên Kurdistanê derket ser dika şanoyê.

Berhema dawî ya Şanoya Lawan şanonameyek bi navê “Xweserî Ango Çi?” bû. Nivîskar û Derhêner Birayim Ferşî bû. Di zivistana 1980’an de li bajarên Sine, Seqz, Bokan, Mehabad û Pîranşarê hat pêşkêşkirin. Ew li ser rê û rêbazên beytên Kurdî hatibû nivîsandin. Form û dariştin, şêwaza axaftin û pêşkêşkirinê li gorî taybetmendiyên beytê hatibûn amadekirin. Şêwaza lîstin û keftûlefta şanogeran jî li gorî taybetmendiyên jiyana kurdewarî bû. “Xweserî ango çi?” destpêka ezmûnkirina nû ya şanoya Kurdî bû di rojhilatê welêt de hatiye gurr kirin. Piştî desthilatiya hêzên eskerî ya Îranê di sala 1982’yan li bajêr de, dika şano û pêşandanê jî vala dimîne! Êdî di perdeya dîn de desthilatî her ku diçe rewşa xwe qayîm dikir,hîna jî dike.

Şanoyên di bin siha desthilatiya rejîma Îslamî de jî derketîn ser dikê, hene; ji wan jî çend jê; di zivistana 1988’an de şanonameya Kele Spî ya nivîsa Îbrahîm Mekî û derhênana Xalid Heyderî di bin navê “Koma Şano ya Danezana Îslamî” ji aliyê “Beşa Lawan a Navenda Çanda û Huner a Bokanê” ve li salona Sînemaya Wehdet hatiye pêşkêşkirin. Ji wê û bi şû ve şano bi destê desthilatdariyê bi şêwaza Komediya Şahenşahî bi Şêwaza Îslamî li gelek deverên Rojhilatê Kurdistanê derdixin ser dikan û vê jî bi rêya Kurdan dikin. Ji van jî çend jê wek mînak ev in: Çayxaneya Azadî ya Mam Qenber/1989, Resm Ber în Est(kevneşop wisa ye)/1991 Gum (Wenda) / 1992, Baz Baran (Dîsa Baran) / 1993, Pencerehayê Ber Badha (Pencereyên Li Ber Bayê) / 1994, Dam (Xefk) / 1994, Mesîh Herqêz Nexahed Mord (Mesîh Qet dê Nemire)/ 1994, Der Hizûrê Bad (Li Cem Bayê) / 1994…. Her weha gelek berhemên bi vî rengî hatine pêşkêşkirin. Di qonaxa nû de jî keftûkleftên ji bo giştî huner û şanoyê ji ber derfetên teknolojî hê zêdetir bûne û lê ji bo nirxandina tevahiya şanoya Rojhilatê Kurdistanê jî, gotarek wê bes nebe.

Çavkanî:

* Chris Kutschera (Bizûtinewey netewayetî kurd) heman rengî kak Celîl Gadanî (ji Şêwey Şefahî dipirse)

** (Birayim Ferşî di lêkolîna xwe de balê dikişîne ser wê yekê ku nivîskarê metna Şanoya Dayîkî Niştiman nediyar e) http://bokan.de/

*** Mêjûy Şanoy Daykî Nîştiman (nivîsa Birayim Ferşî).  mallperî rojhallat- bukan

http://www.bokan.de/Hunar/Shano/ShanolaBokan.htm (50 sal pêşandan û Şano Li Bokanê Bihara 2701 (2001)

 
 

Koma Şano ya Lawan ya Bokanê

 

Di destpêka meha Hezîrana 1973’yan de, di “dibistana amadehî ya Kuroşê Kebîr de Koma Şano ya Lawan a Bokanê bi beşdarbûna van kesan hat damezirandin: Sara Rostemzade, Şehîn Mîrî, Cexfer Merdanbegî, ‘Ewlla Emînî, Nadir Qadrî, Birayim Ferşî,  Mihemed Reza Efzel. Şanoya yekemîn bi navê Hifre, Kûne Eşkewt di meha Mijdara 1974’an de ji pêşkêşkirinê re hat amadekirin

Ce’fer Merdanbegî û Nadir Qadrî, Mihemed Kerîmî û Mehmûd Weysî Koma Şanoya Azad damezirandin, “Dîkte û Zawiye” nivîsa Nadir Xulam Husên Se’dî ye, di festîvala Mehebadê de hat pêşkêşkirin.

Koma Şano ya Lawan bi kesine din re kolan bi kolan û di pêşbirka parêzgarî ya Urmiyê de baştirîn derece wergirtiye û çend ji endamê wê ji bo heftiyekê seyranê bikin şandin peravên Deryaya Xezerê.

Sala piştî wê ji aliyê rêveberiya fêrkirin û perwerdehiyê ve di dibistana Şapûr de odeyek dane vê şanoyê. Di destpêka Hezîrana 1975’an de, sinifa şanoyê bi beşdariya 25 kesan karê xwe domand. Heman di van dema de Şanonameya Balte ya Gogol prova li ser tê kirin û dibin ser dikê. Bi pêşkêşkirina vê şanoyê re navûdengê vê komê gihişt zanîngehên Tewrêz, Ûrmiye û bajarên din ên Kurdistanê.

Piştî şanonameya Balte, Şanonameya Kurê Axê hat nivîsandin û provayên wê dest pê bûn! Çîroka vê şanonameyê qewmîneke li ser gundekî Loristanê ye ku mebest Kurdistan bi xwe ye.  Kurê Axê di Cotmeha 1975’an de hat pêşkêşkirin. Nivîskar û Derhêner ‘Umer Hemîdî bû. Di festîvala şano ya Mehabadê de li nav komên wek Koma Şanoya Çand û Huner a Mehabadê, Koma Radyo û Televizyona Mehabadê, Koma Şanoya Azad a Bokanê, Koma Reqsê ya Bajarê Merîwanê de dereceya herî bilind wergirt.