Nivîskar û şair Huseyîn Çatal ev bêhtirî 40 salan e ku li Elmanyayê dimîne û niha kitêba xwe ya şiirê a bi navê “Veng bi lal” ji weşanên ar derxist. Çatal bi xwe ji Erzinganê ye û bi nivîs û gotarên xwe yên bi Kirmanckî di nava xwînerên Kirmanckiyê de tê nasîn. Çatal ji bo man û zindîbûna Kirmanckiyê xebatan dike. Di vê kitêba xwe de jî şiirên xwe yên van 5, 6 salên dawiyê berhev kirine.
Nivîskar ji kovara Vate re jî dinivîse û ji bo sedema nivîsandina bi Kirmanckiyê ew dibêje, “Divê Kirmanckî bimîne, tine nebe. Her kes divê xwedî li zimanê xwe derkeve, wî zindî bike û binivîse. Tenê axaftin jî hebûna zimanekî misoger nake. Divê mirov zimanî bixe halê nivîsandî jî. Ji bo ku bigihîje nifşên piştî me ev lazim e. Ev di heman demê de bîrê jî zindî dike û zindî muhafeze dike. Me berê gotinên pêşiyên xwe nenivîsîn. Lê ji bo zindîbûna vê bîrê, divê bê nivîsandin.”
Huseyîn Çatal ji bo şiirên xwe jî dibêje, “Min êdî peyvên xwe azad kirin, niha ew li kolanên welatê min in. Ev gotinên pêşî ne ku xwîner di kitêbê de dixwîne. Axir hest, şahî û êş didin dûv hev… (tê de hene) Ev erdên hêvî her li devereke wan parastî û veşartî…
Ku xwişkûbiratiyê derbeke xedar xwariye… û ezmanî şip û şîn ê ku barûdê qirêjkirî…"
NAVENDA NÛÇEYAN