Ji ber ku di sedsala 8´an de bi dagirkerî û talankeriya Vîkîngan dirêv û dîroka Ingilistanê guherî, li welêt elaqeyeke mezin heye. Hem di warê lêkolînên ilmî û hem jî di warê pêşangehên taybet ên karê muzexaneyan de jî mirov vê dibîne. Jixwe miletên Ingilistanê yê heta hingê bi bazirganiyeke kêm elaqatên wan bi miletên din re heyî, bîr nebiribûn ku ew şervanên bi kelek û gemiyên piçûk hatî wê tişta ji wan re lazim bi talanê bi dest bixin, erdê dagir bikin û mirovan bikin hêsîr û kole. Ha ev serpêhatiya welêt li pişta vê elaqeyê ye: Destpêka wê jî 8´ê Hezîrana 793´yan e. Di weşana dawî ya kovara dîrokê ya BBC´yê (BBC History Magazine) de mijar “Dîroka Vîkîngan û Anglo-Saksonan” e. Ha di gotara sereke ya di kovarê de agahiyeke kurt heye ku balkêş e. Li welatên Rojhilata Navîn yekem kesê behsa Vîkîngan kirî, dîroknivîsê Kurd Ehmed bin Fedlan e.

 

Ne tenê heywan mirov jî qurbanî kirin

Waqanivîsê Kurd dîtina van mirovên bejnbilind û boz bi kitekit nivîsiye. Ya balkêş di vê nivîsê de merasîma veşartina cenazeyê serekeşîrekî Vîkîngî ye ku aliyê tarî û reş ê rastiya baweriyên Vîkîngan jî radixe ber çavan.

Weha diyar e ku serekeşîr ne tenê bi qurbaniyên mîna kûçik û hespan tê oxirkirin dinya din, lê belê keçeke kolekirî jî tê qurbanîkirin û pê re tê veşartin. Li gorî bin Fedlan dostên nêzîk ên serekeşîrî beriya qurbanîkirinê dest avêtine vê keçika kolekirî, qaşo ji bo rûmet pêdana serekê xwe yê mirî. 


 LONDON