Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven a 68 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye peyam şand Kongreya 9’emîn a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ku doh li Enqereyê hat lidarxistin.

Me bedelên giran dan

Peyama Guven a di roja 65’emîn a çalakiya xwe de ji bo kongreya HDK’ê nivîsand wiha ye: “Em di rojên dîrokî de derbas dibin. Bi we re tevî hemû bêşertiyan û bêderfetiyan jî mirov dikare bêje ‘em dîwaran xera dikin’ û bi hişmendiyek azad û li ser bingeha vînê em ê hev bibînin. Kes nikare me dîl bigire. Ji bo siberojên em xwe bi regekî azad îfade bikin.Helbet ne ji ber xwe ve hatiye vê astê. Gelan, bindestan, kedkaran, jinan û ciwanan têkoşîn birêve birin e û di vê oxirê de bedelên giran hatine dayîn. Bi hezaran dilên şoreşger têkoşîna bi milyonanan heta îro anîne. Bûne xwedî piştevaniya herî mezin. Sakîne Cansiz, Kemal Pîr, Îbrahim Kaypakkaya, Denîz Gezmiş û Mahîr Çayan û bi hezaran şoreşgerên din vê mîrasê ji Che Guavera girtin e û şoreşê afirandin e. Îro jî agirê şoreşa wan venemiriye.

Wê aqlê şoreşê biafire

Lê ya girîng ew e nokteyê derbas nekin. Serdema ku êriş û faşîzm herî zêde bûye ev e. Wê li dijî van êriş û pergala faşîzan aqlê şoreşê biafire. Heke pergala sosyalîst-demokratîk neyê avakirin û helwestek pêwîst dernekeve holê wê faşîzm xwe ji nû ve ava bike û wê bibe ku fersendên dîrokî ji destên me biçe.

Yanî bi wateyek xwe din ev şerê vînekê ye. 

Çalakiya min îro di roja 65’emîn de ye. Ji bo tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di sala 20’emîn de ku bi destên hêzên komplogerên navdewletî didome bê şikandin min çalakiyek da destpêkirin. Ev çalakî bi tevlîbûna sedan didome.

Em ê bi ser bikevin

Em ketin qonaxa ku tecrîd bê şikandin, faşîzm hilweşe û gel bên azadkirin. Me li hepsan xwe li dora berxwedanê kir xelek û ji bo em faşîzmê bişkênin têdikoşin. Em vê ala berxwedanê datînin ser milê hevalên xwe yên li derve û em berxwedana xwe didomînin. Îro çiqas çav û guhê we li hepsan e, çav û guhê me jî ewqas li ser berxwedanên li derve li pêş bikeve ye. Ez bin vê destûrê ‘Berxwedan mezin dike û pasîfîzm dikuje’ xêz dikim. Ez di vê oxirê de dikarim bi hezkirinek bimirim.

Di van rojên berxwedanê de ez bi bawerim em ê bi ser bikevin, ez carek din we silav dikim û bi dilên we yên şoreşger bi germahiya hevrêtiyê dipêçim.”

 

MA/ENQERE