Şaredariyên Nisêbîn û Colemêrg û Geverê hatin desteserkirin.
Dewleta Tirk a dagirker şaredariya Nisêbîn, Colemêrg û navçeya wê Geverê desteser kir û li şûna hevşaredaran dagirkerên bi navê qeyûm danî.
15’ê Cotmehê Hevşaredarên Nisêbînê Semîre Nergiz û Ferhat Kurt, hevşaredarê Colemêrgê Cîhan Karaman û Hevşaredarên Geverê Îrfan Sari û Remziye Yaşar hatibûn girtin. Dewleta Tirk a dagirker ku demokrasiyê nas nake, û li cîhanê mamosteyê faşîzmê ye, li şûna hevşaredaran peyayên xwe yên dagirker bi navê qeyûm erkdar kir.
Bi vî awayî, ji hilbijartina 23´ê Hezîranê heta niha dewleta Tirk a dagirker 8 şaredariyên Kurdan dagirker.
Berê jî dewleta Tirk şaredariya Amed, Mêrdîn, Wan, Qereyazî û Qulp desteserkiribûn.
MÊRDÎN