
Li taxên Zorava a Paytext Şamê civînên gel bi tevlîbûna dehan kesî hatin lidarxistin. Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre li ser navê TEV-DEM, Partiya Çep a Kurd, Yekîtiya Star, Partiya Demokaratî Kurd li Sûriyê, PYD û Serokê Şaredariya Qamişlo Mez Ebdulkerîm ku li wir mêvan bû axaftin hatin kirin. Di axaftinan de komplo hate şermezarkirin û ji Ocalan re azadî hate xwestin.
Li Bajarê Amûdê jî bi hezaran kes li ber konê çalakiyê ya Tevgera Ciwanên Şoreşger ku li meydana Şehîdan vedabûn kombûn. Ji vir girseya gel meş da destpêkirin. Girseya ku Posterên Ocalan vekiribûn, alên Yekîtiya Star, TEV-DEM,PYD, Konfedresyona xwendekdarên Kurd ên Welatparêz, Tevgera Ciwanên Şoreşger û alên reş hilgirtibûn bê navber diruşmeyên dilsoziya bi Ocalan re berz dikin.
Bi însyatîfekê ji Yektiya Star bi sedan ji welatiyên bajarê Hesekê ya herêma Cizîrê li Navenda Çand û Hunerê ya taxa Muftî ya bajêr kombûn. Li vir beşdaran ji bo şermezarkirina komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi girava birçîbûnê kirin. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku gelê Kurd bi van komployan ti carî dest ji berxwedana xwe bernade.
Li bajarê Girkê Legê jî derbarê heman mijarê de Meclîsa Gel daxuyaniyek weşand û komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir. Bi sedan ji welatiyên herêma Girkê Legê li pêşiya Mala Gel kom bûn. Li vir Hevserokê Meclîsa Gel a herêma Girkê Legê Sertîp Îsmaîl daxuyaniya Meclîsa Gel a herêmê xwend. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî azadiya gelên Rojhilata Navîn e.
Li bajarê Serêkaniyê jî Tevgera Civaka Demokratî (TEV-DEM) meşek ji bo şermezar kirina komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lidar xistin. Di meşê de girseyê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên şermezarkirina komployê û wêneyên şehîdên ku li ser riya azadiyê jiyana xwe dane hatin rakirin.
Li bajarê Efrînê jî bi heman armancê û ji bo şermezarkirina komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Efrînê îro bi sed hezaran welatî derketin kolanan. Girse li Meydana Şehîdan a bajêr kom bûn. Li vir seroka Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Efrînê Hêvî Îbrahîm derbarê komploya navnetewî de axivî û wiha got: “Gelê Rojavayê Kurdistanê bi îlankirina rêveberiyên xweser komplo vala derxist.” Xwepêşandan bi durişeyan bi dawî bû.
Li Dirbêsiyê jî bi dehezaran kesî ku nûnertiya hemû pêkhateyên herêmê dikirin tevlî meş bûn. Meşvanên ku piraniya beşdarên wê cilên reş lixwe kiribûn tevlî rewşa hewa ya dijwar û baranê ji meydana Azadî ( meydana Sîna) destpê kir. Meşvanên ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan vekiribûn, alên reş di destê xwe de girtibûn heta meydana Şehîdan Meşiyan. Li vir piştî rêzgirtinê Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Aldar Xelîl axivî û komploya li dijî Rêberê Ocalan şermezar kir. Di dawiya çalakiyê de helbestvan Ferhad Merdê helbest pêşkêş kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN