Endamê Kordînasyona Tevgera Civaka Demokratîk  (TEV-DEM) a rojavayê Kurdistanê Şahoz Hesen, pêşketinên li Sûriyeyê û rojavayê Kurdistanê ji ANF’ê re nirxand û bal kişand li ser xeteriyên piştî rejîm Esad û ev tişt anî ziman: “Em nizanin helwesta dewletê dê li hember vê yekê di dema pêş de çawa be. Dibe ku helwesteke êrişkar jî pêş bixe.” Hesen ji bo Sûriyeyê pêşniyara modela Xweseriya Demorkatîk kir.

Êrîşên plankirî 

Şahoz Hesen derbarê gefên Tirkiyeyê de û gelo dê di demên pêşde di navbera Kurdan û rejîmê de şerekî rû bide an na ev tişt got: “Di dema borî de rojavayê Kurdistanê li hin bajarên wek Qamişlo,  Kobanê û heta li Helebê hin êriş li ser Kurdan çêbûn. Lê ev êrîş bi awayekî plankirî bûn û yekser li ser navê dewletê nehatin kirin. Hîn zêdetir bi destên “Pêxwasên” xwe dan kirin. Lewma li hemberî pêşxistina Xweseriya Demokratîk û xwedîderketina gel ya li sîstema xweseriyê nerihet bûn.  Yanî heta niha yekser bi awayekî aşkera û fermî li gel û tevgera me gef nehatiye xwarin û zêdetirîn bi riya hin komên girêdayî xwe xwestin êrişan bikin. Lê ev yek jî li hember bersîvdayîna gelê me bê encam man.”
Hesen destnîşan kir ku di qonaxa îro de li rojavayê Kurdistanê gelê Kurd hate wê astê ku dikare xwe bir êve bibe û wiha berdewam kir: “Lewma di pêvajoya sal û nîvî de di vî warî de xebatên gelek mezin hatin kirin û gavên girîng hatin avêtin. Yanê bingeha xweseriyê heta astekê hate danîn. Ji ber ku li gelemperiya Sûriyeyê rewş ne aram e û pirsgirêkên ewlekarî û parastinê yên cidî hene ji ber vê jî pêwîst dikir ku Kurd jî xwe biparêzin. Ji bo vê jî li hîn bajarên rojava gelê Kurd dest danî ser rêveberiyê. Em nizanin helwesta dewletê dê li hember vê yekê di dema pêş de çawa be. Di be ku helwesteke êrişkar jî pêş bixe.”

Gumanên ji çekên kîmyewî 
Endamê TEV-DEM’ê Şahoz Hesen derbarê karanîna çekên kimyawî yê reşîma Sûriyeyê de jî ev tişt anî ziman: “Em di wê baweriyêde ne ev yek amadekariyên ji bo destwerdaneke derve ne. Hêzên derve bi vê yekê dixwazin bingeha destwerdanekê li ser Sûriyeyê amade bikin. Heman tişt ji bo Iraq û Libyayê jî gotibûn. Lê tu çekên kîmyewî nehatin dîtin. Ya ku me dixe nava fikaran ew e ku rejima Sûriyeyê dibêje "Ger destwerdaneke derve çêbibe ezê çekên kîmyewî bi kar bînim.” Ger tiştekî wisa çêbe ji bo Sûriyeyê dê rewş gelek xeternak be.”

Ev yek rastiyê naguherîne
Hesen derbarên polîtîkayên taybet ên naveteweyî de jî hin agahî dan û ev tişt got: “Ji ber ku gelek hêz naxwazin Kurd bigihîjin statuyekê. Ev polîtîkayeke taybet ya hêzên navnetewî ya li hember Kurdan e. Di vir de Dewleta Tirk jî bi bandor e. Lê rastiya heyî cuda ye. Eger ragihandina cîhanê ev yek negirtibe rojeva xwe ev rastiya vê şoreşa azadiyê ya rojavayê Kurdistanê naguhere. Îro ragihandina Kurd jî gihiştiye qonaxeke gelek girîng. Ji bo ku em bikarin rastiya xwe û tekoşîna xwe ya azadiyê bigihînin  gelên cihanê ragihandina me têra me heye.”
Endamê TEV-DEM’ê Şahoz Hesen li hemberî pêngacên ku gelê rojavayê Kurdistanê piş xist û helwesta qada navneteweyî de jî ev tişt anî ziman: “Ev gavên hatin avêtin ji bo hemû Kurdistanê bû sedema kêfxweşiyê. Hemû Kurdan ji şoreşa azadiyê ya li rojavayê Kurdistanê gelek moral û heyecan girtin. Di heman demê de muxalefeta hundur ya Sûriyeyê jî ev gava ku gelê Kurd avêt bi rêz û kêfxweşî pêşwazî kir. Lê hîn dijminên Kurdan yê weke Dewleta Tirk nerazîbûna xwe ya li hember vê anîn ziman û serokwezîrê Tirk gef li Kurdan xwar. Li ser sînorê rojavayê Kurdistanê leşker kom kirin û gotin ‘Emê mudaxele bikin û em vê yekê qebûl nakin.’ Dewleta Tirk bi her awayî alîkariyê dide Artêşa Azad lê dema Kurd dibin mijar dijmintiyê dike û gefan li Kurdan dixwe.”
Hesen destnîşan kir ku ji bo Dewleta Tirk Kurdek li ku derê hebe divê mafê wî yê jiyanê nebe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îro gelê rojavayê Kurdistanê hindik maye şoreşa azadiyê bigihîne serkeftinê. Ev jî encama keda Rêber Apo ya bi dehan salan û tekoşîna azadiyê ye. Ti kes û hêz nikare pêşî li vê şoreşa azadiyê bigire.  Eger dewleta AKP'ê rastiya Kurd baş naxwîne, îro rewşa rejima Baas çiye, sibê wê rewşa rejima AKP'ê jî ew be. Pêwîste Dewleta Tirk û rejima AKP'ê şûna ku li Kurdên perçeyên din gefan bixwin divê ji bo pirsgirêka Kurd ya li Bakûr gavên çareseriyê bavêjin.”

Gefên konseya Sûriyeyê 
Hesen derbarê gefên Konseya Netewî ya Sûriyeyê jî diyar kir ku Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê fermana Dewleta Tirk digire û ev tişt got: “Armanca wan Dewleta Tirk razî kirine. Helwesta dewleta Tirk ya dijmintiyê ye. Li dijî îradeya gelane. Lê vîna gelan bi tank û topan nayê şkandin. Îro li Sûriyeyê jî heman tişt dibin. Lê ev dem dema gelan e. Tu kes û hêz bi tank û topan nikare vîna gelan bişkîne. Dewleta Tirk ev 30 sale dike lê encam negirtiye.”

Îran kêfxweş nîne 
Endamê TEV-DEM’ê Şahoz Hesen li ser pirsa nêzîkatiya Îranê di vê mijarê de çiye jî ev agahî dan: “Berê di mijara pirsgirêka Kurdan de Tirkiye, Sûriye û Îran  xwedî heman helwestê bûn. Ji ber her parçeyekê Kurdistanê di bin destê van dewletan de bû. Heta ku ev şoreşa gelan dest pê bike jî li hember gelê Kurd di nav hevkariyê de bûn. Van hersê dewletan jî bi salan bi hevre hevkarî dikirin û zilm li Kurdan dikirin. Lê ji ber helwesta Tirkiyeyê ya li hember Dewleta Sûriyeyê, aşkere nebe jî ev hevkariya Îran û Dewleta Tirk parçe bû. Niha parçeya duyemîn ya mezin ya Kurdistanê di bin destê rejima Îranê de ye. Dewleta Îranê jî bi dehan sal e li Kurdan zilmê dike û Kurdan bi îdamê tehdît dike. Bê guman ji vê rewşa li rojavayê Kurdistanê kêfxweş nîne.”

ANF/QAMIŞLO 




Xweseriya Demokratîk modela çareseriyê ye


Endamê TEV-DEM'ê  Şahoz Hesen li ser pirsa gelo ger şerê navxweyî li Sûriyeyê berdewam bike wê çi bandorê li ser herêma rojavayê Kurdistanê bihêle de jî ev tişt anî ziman: “Di vê sala ku me li pey xwe hişt de gelê Kurd li rojavayê Kurdistanê di çarçoveya Xweseriya Demokratîk de zemînê xwe bi rêxistin kirinê bi her awayî pêşxist. Ji aliyê aborî bigire heta parastinê, ji tendurustiyê bigire heta perwerdê û xwe bi rêvebirinê de di asteyek girîng de sazîbûna xwe pêşxist. Îro ev şerê ku li Sûriyeyê berdewam dike ger hîn dijwartir bibe jî xebatên me yên di vî warî de wê bê navber dewam bikin. Em ê  rêxistinbuyîna xwe bi her awayî pêş bixin û bi vî awayî xwe biparêzin. Ev avakirina herêma xweser hem di çareserkirina pirsgirêka Kurd de pêngaveke girînge û hem jî demokratîk kirina Sûriyeyê de modeleke girîng e. Xweseriya demokratîk di vê wateyê de ji bo hemû Sûriyeyê modeleke çareseriyê ye.”