Rêxistin, parlementer û kesayetên navdar ên Başûrê Kurdistanê piştgiriyeke mezin didin Kampanyaya bi navê “Na ji bo mayîna baregehên leşkerî û sîxûrî yên Tirkiyeyê” li hemberî baregehên leşkerî û sîxûrî yên li dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê. Kampanya her ku diçe berfireh dibe. Hate ragihandin ku di encama kampanyayê de 350 hezar îmze hatine komkirin.
Kovara Hawdemê ku kampanya daye destpêkirin, bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ê dema komkirina îmzeyan dirêj bikin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku wana berê diyar kiribû ku armanca wan komkirina milyoneke îmze ye, ji ber wê jî ew ê kampanyaya xwe heta 14’ê sibata 2012’yê dirêj bikin.

Li derveyî welat jî dest pê kir 
Kampanya Na ji bo mayîna baregehên leşkerî û sîxûrî yên Tirkiyeyê” ne tenê li Herêma Kurdistanê, li gelek welatên Ewropayê yên şêniya Kurdan lê zêde ne hate destpêkirin. Hate diyarkirin ku Kurdên li derveyê welat jî eleqeyeke xurt nîşanî kampanyayê didin.
Di daxuyaniya rêveberên kampanyayê de hate diyarkirin ku ew heta li niha li tu deverên Herêma Kurdistanê, li rastî astengiyan nehatine, lê li herêma Behdînanê hin astengî derdikevin pêşiya wan. Di daxuyaniyê de Parêzgertiya Dihokê hate rexnekirin û hate diyarkirin ku divê li şûna astengiyan piştgirî bidin kampanyayê, ji ber ku ev kampanya xizmeta neteweya Kurdan dike. Her wiha di daxuyaniyê de hate bîrxistin ku Parlementoya Herêma Kurdistanê di meha tebaxê de jî biryareke bo derxistina baregehên leşkerî yên yên welatên biyanî yên li Başûrê Kurdistanê dabû û ev kampanya bi armanca pêkanîna vê biryarê hatiye lidarxistin.

Ji rêxistin û kesayetan piştgirî 

Herî dawî helbestkarê Kurd ê navdar û naskirî Şêrko Bêkes jî piştgirî da kampanyayê. Şêrko Bêkes ji kovara Hawdemê re axivî û diyar kir ku ew piştgirî dide ciwanên ku dest bi vê kampanyayê kirine û keyfxweşiya xwe anî ziman. Bêkes got; “Divê em ji bo parastina azadiya Kurdistanê şiyar bin.”

Hêjayê gotinê ye ku beriya niha Parlementerê Parlementoya Iraqê yê Kurd Mahmûd Osman, Serokê Partiya Çareseriya Demokratîk (PÇDK) Diyar Xerîb û gelek rewşembîr û derhênerên Kurd pitgirî dan kampanyayê. Beriya wê jî jî Endamê Polîtburoya YNK’ê Mele Bexdiyar û gelek parlementerên ji PDK, YNK, Goran û gelek nunerên saziyên sivîl û saziyên sivîl bi xwe piştgirî dan kampanyayê.

ANF/HEWLÊR