
Filma bi Kirmanckî ya derhêner Burhan Ateş ku dîmenên wê li Çewkîgê hatin girtin a bi navê “Vîr” li festîvala filman a bi navê Move Me, di beşa “Kurtefilma herî baş a navneteweyî” de bû filma herî baş.
Derhêner Burhan Ateş ê ji Çewlîgê bi xwe senaryoya filma xwe “Vîr (Bîr)” nivîsiye.
Kurtefilmên bi Kirmanckî bi hejmar jî pirr kêm in. Jixwe, Kirmanckî jî ji aliyê UNESCO´yê ve sala 2008´an di nava lîsteya zimanên bi tinebûnê re rû bi rû de hat bicihkirin. Dema mirov bi vê awairê jî li meseleyê binihêr e girîng e ku filmekî bi Kirmanckî di festîvaleke navneteweyî de hêjayî xelatê bê dîtin.
Mijara filmê tesîra şer li dinyaya zarokan û berpirsiyariya wicdanî ye.
Di çêkirina filmê de Tayfun Kara û Yunus Agin derhênerên alîkar in, Umut Ucar jî derhênerê dîmen û kesê sêwirandina filmê çêkirî ye. n BRUKSEL