Komîteya Jinên Başûr a pêngava ‘Azadî ji bo Rêber Apo’ bi wesileya 13. salvegera çalakiya fedaî ya Leyla Walî Hisên, bi navê xwe yê milîtaniyê, Viyan Caf, daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de cangoriyên azadiya Kurdistanê hatin bibîranîn û berxwedêrên grevên birçîbûnê hatin silavkirin. Komîteyê di dewamê de bal kişand ser wateya çalakiya Vîyan Caf û got, “Heval Viyan li dijî komploya navneteweyî, tecrîda li ser Rêber Apo û ji bo azadiya gelê Kurd û hemû jinan ev çalakî li dar xist. Viyan Caf li Başûrê Kurdistanê bû dengek li dijî hemû bêdengiyan.”
Têkoşîna Leylayan
Di daxuyaniyê de li ser baxwedana greva birçîbûnê jî hat gotin, “Leyla Guven bi çalakiya xwe derba herî mezin li faşîzmê da. Mînaka parlementer û nûnertiya rasteqîn a gel nîşanî hemû cîhanê da. Ev çalakî ji bo tevayî gelê Kurd, mirovayetî û bi taybetî ji bo gelê Başûrê Kurdistanê ne.” Viyan Caf (Leyla Walî Hisên) di 2’yê Sibata 2006’an de li Heftenînê li dijî komploya li dijî Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan, bedena xwe dabû ber agir û şehîd bûbû.
NAVENDA NÛÇEYAN