Fermandara YJA-STAR Leyla Walî Hisên (Viyan Caf) ku li hemberî komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agir berda benda xwe, 10’emîn salvegera şehadeta xwe de li Başûrê Kurdistanê li herêma Raperîn a Silêmaniyê, gundê Guzîne yê Binarê Qendîl û li bajarê Rojavayê Kurdistanê Amûdê, Dirbêsiyê û Serêkaniyê hate bîranîn.  

Bi boneya 10’emîn salvegera şahadeta Viyan Caf pêr ji aliyê Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK)’ê li herêma Raperîn semînerek hat lidarxistin. Di semînerê de endama RJAK’ê Davîn Mihemed bal kişande ser têkoşîna Viyan Caf û got: “Îro bi hezaran Viyanan li ser vê xetê ji bo azadiya gelê Kurd têdikoşin.” Semîner bi nîşandana sînevîzyona li ser têkoşîn û jiyana Şehîd Viyan Caf bi dawî bû.


‘Jin li hemberê dagirkeran têdikoşin’

Li gundê Guzîne yê Binarê Qendîlê jî, bi boneya 10’emîn salvegera şahadeta Viyan Caf semînerek hate lidarxstin. Semînera ku ji aliyê Rêxistna Jinên Azad ên Kurdistanê(RJAK) hate organîzekirin de gelek jin beşdar bûn. 

Di semînerê de endama RJAK’ê Mihabad Şernaz axivî û got; “Jin li ser xeta Viyanan îro xwe perwerde û rêxistin dikin, li hemberî dagirkerên xaka Kurdistanê têdikoşin. Îro jin pêşengiya şoreşa azadiya gelê Kurd dikin.”

 

‘Bi ruhê Viyanan xwe perwerde bikin’

Mihabad Şernaz di dewma axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku rêxistinbûna xwe hîn bilindtir bikin û wiha peyîvî; “Pêwîst e jin bi rûhê Viyanan hîn zêdetir xwe perwerde û rêxistin bikin. Îro jina Kurd a bi pêşengiya Viyanan, Arînan, Bêrîtanan û Zîlanan têdikoşe, bûye sembola hemû jinên cîhanê.”

 Di dawiya semînerê de li ser jiyan û têkoşîna Viyan Caf sînevîzyonek hat temaşekirin.


Ji bo Caf dîlan gerandin

Li bajarê Amûdê jî, Endamên Yekîtya Star boneya bîranîna Viyan Caf ve ji jinan re civînek li dar xist.

Di civînê de bi dehan endamên Yekîtiya Star û jinên bajêr Amûde amade bûn. 

Di civînê de nameya tekoşer Viyan Caf ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hevalên xwe re beriya ku çalakiya xwe pêk bîne şandibû, hate xwendin.

Piştî ku nameya Caf hate xwendin, Rêvebera Yekîtiya Star Şervîn Cûdî axivî û got: “Em di kesayeta têkoşera çeleng Viyan Caf de hemû şehîdên jin bi bîr tînin. Viyan Soran bi fikr û felsefeya azadiya jinan a Rêberê Apo gelekî bi bandor bûbû, ji ber vê yekê li hemberî komploya navnetewî ya li dijî Rêber Apo çalakiyeke fedayî pêk anîn û bi agirê bedena xwe hemû komploker şermezar kirin.”

Di dawiya civînê de jinan li ser daxwaza têkoşer Viyan Caf dîlan gerandin. 


‘Li doza têkoşeran xwedî derkevin’

Jinên bajarê Dirbêsiyê, di çalakiya konê piştgiriya Bakûrê Kurdistanê de Viyan Caf bibîr anîn. 

Rêxistina Yekîtiya Star, di çalakiya konê piştgiriya Bakûr Kurdistanê ku ev 42 rojin li Dirbêsiyê berdewam dike de, Fermandara YJA-STAR Leyla Walî Hisên (Viyan Caf) bibîr anî. 

Di çalakiyê de Endama Kordînasyona Yekîtiya Star a bajarê Dirbêsiyê Zelal Dêrik axivî û bahsa têkoşîna jinan di nava Tevgera Azadiya Kurdistanê de kir. 

Dêrik di dawiya axaftina xwe banga xwedîderketina li doza têkoşeran kir. 

Piştî axaftina Zelal Dêrik, li ser kurtejiyana Viyan Soran sînefizyonek hat pêşandan. 


‘Viyan binketin nas nedikir’

Fermandara YJA-STAR Leyla Walî Hisên (Viyan Caf) di 10’mîn salvegera şehadeta xwe de li bajarê Serêkaniyê jî hate bîranîn.  

Civîna ku ji aliyê Rêxistina Yekîtiya Star a bajarê Serêkaniyê ve li Navenda Çand û Huner a Waşokanî hate lidarxistin de, bi sedan kes beşdar bûn. 

Di civînê de ji rêveberên Yekîtiya Star Sîlvan Elî axivî û bahsa çîroka tevlîbûna Viyan Caf ya di nava refên Tevgera Azadiya Kurdistanê de kir. 

Sîlvan Elî got, Viyan Caf xwedî kesayeteke vîneke xurt bû û wiha axivî: “Viyan xwedî rihekî fedayî bû û ti caran binketin nas nedikir.”

Piştre li ser jiyan Viyan Soran sînevizyonek hat pêşandan û nameya wê ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, malbata xwe û hevalên xwe yên Gerîlla re nivîsîbû, hat xwendin. 


 NAVENDA NÛÇEYAN