Hilberînên otomobîlan a Elman, Volkswagen ragihand ku ew ê hemû xebatên xwe yên li Îranê bidin rawestandin.

Sefîrê Bilind ê DYE´yê yê Berlînê Richard Grenell ji ajansa Bloombergê re axivî û got, di navbera koma otomobîl a Elman Volkswagen û dîplomasiya Emerîkayê de peyman hatiye îmzekirin.

Di çarçoveya peymanê de koma Elman wê li Îranê bi ‘sedemên mirovî’ xebatên xwe gelekî sînordar bike.

Di encama lihevkirina 5 (endamên daîmî yên Konseya Ewlekariyê)+1 (Elmanyayê) ya û Îranê de ku guşarên Tehranê nerm dike, şirketên Rojavayî ji nû ve berê xwe dabûn Îranê. Lê bi hatina guşarên serokdewletê Trump re gelek şirketan xebatên xwe dan rawestandin.

Volkswagenê piştî 17 salan, Tîrmeha par projeya firotina otomobîlan bi Tehranê re ragihandibû. Li gor Bloombergê Volkswagenê dev ji vê projeyê berdaye.

Piştî 6’ê Tebaxê guşara paketa yekem û çav li rê ye ku paketa duyem jî Mijdarê bikeve meriyetê. Vê carê di hedefê de sektora gaz û petrolê wê hebe. Her du sektor di warê aboriya Îranê de çavkaniyên sereke ne.

 

BERLÎN