Ji destpêkê ve, şerê li Sûriyeyê weke şerê sêyemîn yê cîhanê dihate binavkirin. Ev rastiya şerê Sûriyeyê bû û bi vî rengî dihate xwestin ku herêmê dizayn bikin. Hêzên global, ji şerê Efganîstan û Iraqê dersên mezin girtin. Di buhrana “bihara gelan” de, ew dersên mezin û plansaziya ku di nava demê de di Rojhilata Navîn de amade kiribûn, kirin pratîkê.
Hêzên global, piştî ku rejîma Baasê wek nazîzma erebî derkete holê, Rojhilata Navîn hêdî hêdî trampeyî hêzên îslamî kirin. Birayên Misilman û Millî Goruş ji van hêzan e. Di vê pêvajoya demdirêj de, li Rojhilata Navîn eniya çepgir jî bi giştî û bi korî hate kesixandin. Muxalefetek xesandî derxistin holê.
Balkêş bû, rejîma Baasê weke eniya çepgir, sosyal demokrat hate lanse kirin û eniya çepgir jî di vê tara bêjingê de hate fetisandin. Di encama vê siyasetê de, îro, li Rojhilata Navîn çeteyên paramilîter bi slogana “allahu ekber” cirîdê diavêjin.
Di van rojên ku, destwerdana eskerî li dijî Sûriyeyê tê axaftin û zemîna wê jî di raya giştî ya cîhanê de tê amade kirin; hincet bikaranîna çekên kimyewî ne. Bêguman bikaranîna çekên kimyewî sucê mirovahiyê ye. Li Sûriyeyê jî ev çek hate bikaranîn, lê kê bikaranî ne diyar e.
Baş tê zanîn ku li Edenê di destê çeteyên Eniya el-Nusra de, gaza kimyewî hate girtin. Dewleta AKPê ser mijarê girt. Dîsa, tê zanîn ku di destê Artêşa Azad de jî çekên kimyewî hene. Eger îstîxbarata Tirkiyê MÎT, îstîxbarata Emerîka CIA, îstîxbarata Fransa Entelijans, yan jî DGSE, îsîtîxbarata Ingiltêra M15, îstîxbarata Erebîstana Suudî GIP, û ya Qatarê QSS, bi van çete û artêşên çete re mil dabine hev, hevkariyê bikin, bêguman bikaranîna çekên kimyewî ji bo hêêzn çete wê ne zor be. Bi hêsanî dikarin senaryoyeke wiha bikin pratîkê.
Piştî ku serokê îstîxbarata Erebîstana Suudî Bender el Sultan çû Rusya û vegeriya, li Sûriyeyê çekên kimyewî hatin bikaranîn. Cîhana global jî di cih de rabû ser lingan, Rusya jî zimanekî din bi kar anî û derî ji destwerdana Sûriyeyê re vekir.
Li Iraqê jî hinceta hebûna çekên kimyewî derxistin holê. Lê tiştek ne hate dîtin. Ji bo ku li Sûriyeyê jî fiyasqoyeke wiha dernekevê holê, ev mizanasena ku bû sedema mirina bi sedan zarok, jin û mêran kirin pratîkê. Yanî senaryoya destwerdana Sûriyeyê, bi mîzanseneke ciddî û gunehkarî kirin rojevê.
Tiştekî din yê enteresan ew e ku, hêzên global, bendeyî rapora şandeya Neteweyên Yekbûyî jî neman û dest bi amadekariyên destwerdana eskerî kirin. Ev hêzên ku dîmenê evîndarî û dîldariya mirovahiyê didine xuya kirin, mixabin li hemberî kiryarên çeteyên paramilîter û komkujiyên li dijî Kurdên sivîl, li Rojavayê Kurdistanê kor û kerrende ne.
Tê zanîn: Dewleta Tirk û AKPê jî çekên kimyewî bikaranîn. Dewleta Tirk, li zindanên Tirkiyê gaza kimyewî bikaranî, çepgirên tirk û Kurd şewitandin. Piştre, di nava bêşermiyeke mezin de gotin, “wan hevûdin şewitand”. Dewleta AKPê, li Geliyê Tiyarê çekên kimyewî bikaranîn. Ev rastî li laboratuarên Elmanya hate îspat kirin. Lê hêzên global û vijdanê raya giştî ya cîhanê, li hemberî vî sucê mirovahiyê lalûebkem man....
Îro, li Rojavayê Kurdistanê nazîzma erebî û nazîzma tirkî, li dijî Kurdan şer dikin. Her du eniyên nazîst, dewşirmeyên ji zindanan, ji bermayiyên şeran, nexweşên şîzofrenîk, sewesî û sewteliyên hîpnotîzekirî li hev komkirine, perwerde kirine, bi çek kirine û berdane nav serûguhên Kurdên Rojava. Ev nexweşên ku slogana “allahû ekber” bikartînin, armanca xwe jî di çarçoveya “dewleteke îslamî” de eşkere dikin. Ev jî xapandin e. Planê siyaseta taybet e û ji bo ku cemaetên “muawiye’îst” dikaribin ciwanan bixapînin hatiye amade kirin. Çeçenî çima li welatê xwe şer nakin û dewletek îslamî sazkar nakin? Yan jî Efganî, yan jî Îraqî, yan jî Libyayî?
Ji destpêka şerê Sûriyeyê, dewleta AKPê, herêmeke tempon û destwerdana eskerî dixwaze. Piştî ku li Şoreşa Rojava pêşket, bû xwê û kete agir. Ji aliyekî ve hêzên çete û paramilîter şandin Rojava, ji aliyê din ve xwest ku bi riyên dîplomatîk nakokiyan bikê navbera Kurdan.
Dewleta AKPê, di her halûkarî de dixwaze ku bi “Borezanên Yeşua” re hevkariyê bike û bircik û bedena Jericho (1) bihêrivîne. Piştî hate gotin Emerîka di destwerdana Sûriyeyê de, wê baregehên Yewnanîstanê, li Qibrisê jî baregeha Ingilîstanê bikarbîne”, Dewleta AKPê, Incîrlik, Amed û Meletê avêtin holê.
Piştî 30 salî jî, dewleta Tirk û desthilatdariya AKPê fêm nekirine ku, hevkariya bi Borezanên Yeşu re jî, tu sûdê nade wan.
Divê Kurd jibîr nekin, di pêvajoya destwerdana eskerî ya li dijî Sûriyeyê de, wê hêzên çete û paramilîter, kontra û çeteyên artêşa Tirk, bikevin nava hewldanan ku li Rojava bêhtirîn komkujiyan bikin.
Dîse jî em bêjin; Sûriyeyê volqaneke li ber teqînê ye. Destwerdana eskerî jî, wê volqanê bifûrîne. Ev agir wê ne tenê gelên li Sûriyeyê û herêmê bişewitîne. Eger Rusya bi riya Bender el Sultan bazarek kiribe, guman têde nîne ku çeteyên Çeçenî jî, yên din jî di nava bazarê de hene. Hêzên çete û paramilîter yeko yeko, wê di agirê volqanî de werin şewitandin.
Bêguman çete jî wê berê çekên xwe biguherin. Labîrent, navîs û xeşîmên ji Rojhilata Nevîn dirêjî Ewropa dibin. Ew çeteyên ku îro li dijî gelê Kurd komkujiyan dikin, li her taxên payîtextên welatên Ewropa jî, davik û kemînên xwe vedane.
Di vê pêvajoya ku volqana Sûriyeyê ber bi teqînê diçê de; li pêşiya Kurdan sê tiştên giring û dîrokî hene: Yek: Pêwiste Rêvebirên Herêma Federal a Kurdistanê, ji hevkariya Borezanên Yeşua dûr bikevin. Du: Pêwiste BDPe, xwe ji çarçoveya partiya klasîk ya Tirkiyê xelas bike. Sê: Pêwiste rojekê berî rojekê Kongreya Neteweyî, bi dilsoziyeke netewparêzî werê lidarxistin û belgeya stratejîk ya hevbeş ji raya giştî ya Kurd û cîhanê re werê deklere kirin.
***
1. –Dijberî Musa Yeşua, cihu di keliha Kanaan de bi cih kirin. Keliha Jericho, herî zêde li hemberî cihuwan berxwedan kir. Lê bircik û surên keliha bajêr bi dengê borezanan hêrivî û hate dagirkirin.
Volqana Sûriyeyê li ber teqînê ye
Di şexsê Sûriyeyê de, cîhan ber bi şerekî germ ve diçe.