Şirketa çêkirina erebeyan Wolkswagen (VW) ya Elmanyayê ji ber êrişa artêşa Tirk li dijî Rojavayê Kurdistanê, 15ê Mijdarê karê xwe li Tirkiyê radiwestîne.

Şirketê ji bo çêkirina fabrîkayeke nû li Tirkiyeyê biryar dabû û ji bo vê jî hesab dikir ku 1. 3 milyar Dolaran veberbihîne.

Niha Nûneriya Karkerta a şirketê (VW-Betriebsrat) nerazîbûna xwe ji dagirkeirya dewleta Tirk îfade kir û got, ew ê her biryara çêkirina fabrîkayê li Tirkiyeyê veto bikin. Li ser vê yekê Rêveberê Darayî yê VW´yê Frank Witter daxuyaniyek da kanala nûçeyan Euronewsê û got, li gorî projeya wan, wan ê li fabrîkaya li Tirkiyeyê salane 300 hezar otombîl çêkirina, lê ew ji vê biryarê vegeriyane: “Lê ji ber rewşa siyasî û neramiya li Tirkiyeyê û nerazîbûna nûnerên karkeran, em ê 15´ê Mijdarê alternatîfeke din peyda bikin.”

FRANKFURT