Walîtiyê kampanyaya îmzeyan a ji bo van 4 daxwazan qedexe kir. Tevî qedexeyê, li Wanê ji bo kampanyayê eleqeyeke mezin hate nîşandan û bi hezaran kes ji bo 4 daxwazan îmza dan.
Kampanyaya îmzeyan a partî û tevgerên kurd ên bi navê; KCD, BDP, TDŞK, HAK-PAR, KADEP û OSP'ê dane destpêkirin dewam dike. Lê Walîtiya Amedê ji bo vê kampanyayê biryareke sosret xist dewrê û dezgehên kampanya îmzayan qedexe kir.
Walîtiya Amedê qedexe kir
HAK-PAR'ê ji bo daxwazên; "Statûya siyasî", "Perwerdehiya bi zimanê zikmakî", "Azadiya xwebirêxistinkirinê" û "Nasname" standa îmzeyan veke. Lê Walîtiya Amedê destûr neda vê yekê. Ji hêlekê hikûmet bi dorhêlên cuda re hevdîtinê pêk tîne û dixwaze herkes pêşniyarên xwe yên der heqê makezagonê de pêşkêşî wan bike û ji hêla din ve jî stanta HAK-PAR'ê ya ji bo 4 daxwazên gelê kurd vedibêje tê hat qedexekirin.
Qedexeya walî hate protestokirin
Rêxistina HAK-PAR'a Amedê qedexeya Walîtiyê bi daxuyaniyekê çapameniyê şermezar kir. Serokê HAK-PAR'a Amedê Bayram Bozyel nerazîbûn nîşan da û got; "Kurdan 4 daxwazên xwe hene. Ev her 4 daxwaz ji bo kurdan jêneger in. Walîtiyê daxwazên me dijî Destûra Bingehîn a nû dîtiye. Pêkanînên îro di dema Kenan Evren de jî hebûn. Bila yên van qedexeyan datînin baş bifikirin. Ev her çar daxwaz, daxwazên herî rewa yên gelê kurd in. Tevî hemû qedexeyan jî em ê ji bo van daxwazan têbikoşin."
Li Wanê ji bo kampanyayê eleqeya mezin
Kampanyaya îmzeyan a ji bo 4 daxwazên kurdan ên bingehîn hatine destpêkrin li Wanê rastî eleqeyeke mezin hat. Li dezgeha ku li parka Feqiyê Teyran hatiye vekirin, heta niha zêdetirî 5 hezar îmze hatine berhevkirin. Welatiyên ku tevlî kampanyayê dibin eleqeyeke mezin nîşan didin. Dezgeha îmzeyan li heman cidî wê hefteyekê vekirî bimîne.
WAN/AMED