Waliyê Musilê Nofel Himadî serdana Şengalê kir û soz da ku dê Deriyê Sinore ê di navbera Şengal û Bakurê Suriye/Rojava de bi awayekî fermî vekin.
Waliyê Musilê Nofel Himadî pêr serdana navçeya Şengalê kir. Himadî pêşî çû navenda Şengalê û ji wir jî derbasî bajaroka Sinunê bû. Nofel Himadî û şandeya pê re li ser Çiyayê Şengalê di nava kampa Serdeştê re derbas bû.
Himadî dema di nava kampê re derbas bû, xwest ku li ser piyan bi welatiyan re biaxive, lê şêniyên kampê gotin: “Heger ku wê guhdarkirinek çêbibe, bila bi awayekî fermî çêbibe. Wisa li ser piyan nabe, bila werin rûnin û wisa bi axivin.”
Bi gel re axivî
Piştî van axaftinan Himadî derbasî bajaroka Sinunê bû û bi rayedarên bajarokê re civîn pêk anî û li ser rewşa herêmê û pirsgirêkên gel axivîn.
Walî guh da şêniyan
Yek ji daxwazên welatiyên ku bi walî re axivî jî ew bû ku deriyê sînor ê di navbera Şengal û Bakûrê Suriyeyê de bê vekirin. Di dawiya civînê de Walî Himadî soz da ku dê deriyê sînor bi awayekî fermî vekin.
Derî ji bo alîkariya mirovî hatibû vekirin
Deriyê sînor ê di navbera Şengal û Bakûrê Suriyeyê de di dema êrîşên DAIŞ’ê de wekî korîdora mirovî hatibû vekirin. Piştî rizgarkirina herêmê jî, deriyê sînor ji bo alîkariya mirovî vekirî mabû. Ji ber ku hemû rêyên ji Duhok û Hewlêrê diçin Şengalê hatine girtin, welatiyan tenê di deriyê sînor ê Şengal-Rojava re pêdiviyên xwe bi cih dianîn. Lê ew jî demek beriya niha ji aliyê hêzên Iraqê ve hatibû girtin û niha tenê ji bo rewşên lezgîn ên nexweşiyê û hwd. tê bikaranîn.
ŞENGAL/ROJNEWS