Li gorî lihevkirina YNK û Tevgera Goran waliyê Dr. Aso Ferîdun îstîfa kir û li cihê wî ji Tevgera Goran Dr. Heval Ebubekîr li meqama walitiyê rûnişt. Li ser vê yekê 5 endamên Meclîsa Parêzgeha Silêmaniyê nerazîbûn nîşanî guhertinê da û ji YNK’ê vekişiyan. 

Di rûniştina doh de ji endamên encumeniya Silêmaniyê yên YNK û Goran, 31 endam amade bûn. Di encama dengdanê de, 23 dengan ji bo îstifaya Dr. Aso Ferîdûn dengê erê bi kar anîn. Li cihê wî ji lîsteya Tevgera Goran Dr. Heval Ebûbekir hat hilbijartin.

 Her wiha ji bo serokatiya encumeniya parêzgeha Silêmaniyê jî, ji lîsteya YNK’ê Azad Heme Emîn hat hilbijartin û Enwer Tahîr jî ji bo cigirê wî hat hilbijartin.

 

5 kes ji YNK îstîfa kir 

5 Endamên Meclîsa Parêzgeha Silêmaniyê ji bo nerazîbûna xwe ji dabeşkirina postên parêzgehan nîşan bidin, xwe ji YNK’ê vekişandin. 

Endamên Meclîsa Parêzgeha Silêmaniyê, Awan Cemal, Mihemed Resûl, Sebah Fetah, Ekrem Şerîf û Niyaz Seyîd Ehmed bi daxuyaniyek çapemeniyê hema piştî îlankirina postên Walîtiyê, xwe ji YNK’ê paşde kişandin. 


 SILÊMANÎ