Waliyê Şirnexê Alî Îhsan Su yê ku desturê nade ambulansa şaredariyê jî bikeve taxê, xwest ku welatiyên birîndar ên ku rewşa wan giran e di bin gulebaranê de heta ambulansa ku derveyî taxê ye bimeşin, bi vî rengî wekî fermana mirina birîndaran da. Her wiha ji birîndaran Selamî Yilmaz jî jiyana xwe ji dest da.
Kesekî din hate qetilkirin
Parlementerê HDP’ê Faysal Sariyildiz ê der barê rewşê de axivî wiha got: “Jixwe ji ber êrîşa hêzên ku di bin emrê walî de ne avahî hilweşiya. Ji bo hatina ambulansên şaredariyê jî destur nayê dayîn. Ji bo kesên ku di nava wan de yên rewşa wan pir giran e dibêjin bila bixwe bên. Jixwe bi fermana walî hêzên dewletê tevdigerin, heke ew gulebaran nekin ev mirov dê nemirin û birîndar nebin.”
Her wiha Sariyildiz li ser hesaba twittera xwe jî da zanîn ku li taxa Cûdî ya navçeya Cizîrê ciwanê bi navê Selîm Turay ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilkirin.
Xetere mezintir dibe
Hevserokê Meclisa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç jî diyar kir ku li dijî cihê ku ew lê ne êrîş berdewam dike. Tunç anî ziman ku ji ber ku av tuneye li avahiyê li hundirê qazanê û hwd, hewl didin avê bibînin, ev av jî dibe sedama nexweşiyên din.
Tunç da zanîn ku ji ber ku amûrên tibî li cem wan tuneye bi pemboyên ku ji balîfan derdixin birînan pansuman dikin. Tunç got ku ji ber ku endamê PM a DBP’ê Mehmet Yavuzer nehat dermankirin lingê wî kangren bû, cihê ku lê ne êdî bûye ciheke ku nikarin lê bijîn her saetên ku derbas dibe, dê bibe sedema mirina birîndaran.
Li Sûrê şer dijwar bû
Li navçeya Surê ya Amedê dorpêç û êrîşên li dijî gel di roja 57’an de berdewam dike. Li hemberî xerakirin û êrîşên bi tankan berxwedana li taxan jî didome. Di saetên serê sibehê de li derdora Minara Çarling êrîşên giran pêk hatin. Di êrîşên bi tankan û bombeavêjan de li maleke di bin Mînareya Çarling de şewat derket û duman li ser taxê jî bilind bû. Êrîş û berxwedana li dijî taxan bê navber berdewam dike.
ŞIRNEX /AMED