Waliyê Êlihê “Konsera Gel” a Navenda Çanda Biharê ku dixwest bi beşdariya 9 hunermandan li dar bixe, bi hinceta “Rewşa Awarte” qedexe kir. Li ser biryara qedexekirinê, konser wê li avahiya Navenda Çandê bê lidarxistin. 

Navenda Çanda Biharê ya ku li Êlihê xebatên çandê û huner dimeşîne, ji bo “Konsera Gel” a ku wê di 22’ê Kanûnê de li Salona Dawetê ya Rozayê bihata lidarxistin, bi daxwaznameyekê serî li Şaxê Miduriyeta Karê Hiqûqî ya Walîtiya Êlihê da. Miduriyeta ku daxwazname destpêkê qebûl kir, piştre bersiva daxwaznameya Navenda Çandê da û bi hinceta “Rewşa Awarte (OHAL)” konser guncaw nedît û lidarxistina konserê asteng kir. 

 


Konser wê li NÇM’ê çêbe 

Konser dê bi beşdariya hunermend Mem Ararat, Xêro Abbas, Cevdet Bagca, Şêrzat, Maruf Alan, Koma Rosîda, Baran Çelebî, Selman Tunç û Omer Yeşîl li Salona Rozayê bihata lidarxistin. Li ser qedexekirina konsera li salonê, konser wê îro êvarê wek şahiyeke piçûk li avahiya Navenda Çanda Bihar bê lidarxistin. 

Hunermendê Navenda Çanda Biharê, Şêrzat der barê qedexekirina konserê de axivî û destnîşan kir ku konsera wan dê li Salona Rozayê bihata lidarxistin, lê Walîtiya Êlihê ew qedexe kir û wiha peyivî: “Me mircaeta fermî kiribû û miracaeta me qebûl kiribûn. Piştre destûra ku dabûn betal kirin. Dîtin ku elaqeyeke mezin ji bo konserê heye û wê bi hezaran kes beşdarî konserê bibin, destûr nedan. Cihê me konser li dar dixist jî mulkiyeteke taybet e. Divê konsera me nehata qedexekirin.” 

 

Rêya geşkirina huner dewam dike 

Şêrzat da zanîn ku li gel hemû qedexeyan û astengiyên pêşiya çand û hunerê Kurdî jî dê dest ji xebatên xwe bernedin û ew ê xebatên çand û hunerê Kurdî geştir bikin. Şêrzat got, her çiqas konsera wan li Salona Rozayê hatibe qedexekirin jî ew ê wek şeva şahiya stranan, îro êvarê li avahiya Navenda Çanda Bihar konsera xwe pêk bînin. 


MA / ÊLIH