Beriya civîna Lijneya Ewlekariyê ya Neteweyîyê (MGK) ku dê li roja pênşembê bê lidarxistin de stratejiya AKP’ê ya têkildarî pirsgirêka kurd jî zelal bû. Di civînê de mijarên wekî operasyona dersînor, sazkirina leşkerî û îdarê ya nû û gelek mijarên din dê bên nîqaşkirin. AKP hewl dide ku di vê konsepta nû de rayeyên zêde bide waliyan û bi rêya van waliyên „super“ li hemberî kurdan têkoşîn bide. Taybetiyên vê konsepta nû ya AKP’ê jî hema hema dişibin pêkanînên OHAL’ê (Walitiya Herêmî ya Rewşa Awarte). Li gorî stratejiya nû tê xwestin ku operasyonên leşkerî li gel qadên çolterî li nava metropol û bajaran jî bidin destpêkirin. Li bajarên kurdan hemû hêzê wê bidin destê „Waliyên super“.

Di civîna MYK’ê ya AKP’ê dawî de hate diyarkirin ku di gelek qadên wekî têkiliyên leşker-polîs û îstixparatê de pirsgirêkên gelek mezin hene. Di civîna MGK’ê ya roja pêşembiyê ku piştî civina AKP’ê ya MYK’ê tê lidarxistin de dê biryar bê girtin ku cendirmeyan bidin emrê waliyan. Kurd jî waliyên „Super“ yên AKP’ê jî ji dema OHAL’ê ji nêzîk ve nas dike.


Got ‘’min OHAL rakir“ lê cardin anî
Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di hemû axaftinên xwe yên têkildarî pirsgirêka kurd de her tim dibêje „Min OHAL rakir“ lê bi vê pêkanînê Erdogan dîsa OHAL’ê paşve tîne. Di dema OHAL’ê li heremê bi hezaran kes hatin kuştin û dîsa bi hezaran gund hatin şewitandin. Ev pêkanîne jî niha cardin van kirinan tînin bira gelê heremê.

Kirinên OHAL’ê
OHAL di 19’ê tîrmeha 1987’an de hat îlan kirin. Di destpêkê de pêkanîn li bajarên wekî Çewlik, Amed, Elezîz, Colemêrg, Mêrdîn, Sêrt, Dêrsim û Wanê kete dewrê. Pişt re jî li bajarên Semsûr, Bedlîs û Muşê ev pêkanîn hate îlankirin. Piştî Şirnex û Êlih jî kete vê çerçoveyê hejmara bajarên li herêma OHAL’ê derket 13’an. Hayrî Kozokçioglu wekî yekemîn Waliyê OHAL’ê dest bi kar kir. Di dema OHAL’ê de her derê herêmê bi leşkeran hat tîjekirin.

OHAL û kuştinên ‘kiryar nediyar’
Di dema OHAL’ê de li heremê di encama pevçûnan de 5 hezar û 677 kesên sivîl mirin, 6 hezar û 751 kesên sivîl jî birîndar bûn. Bi tevahî di dema OHAL’ê de zêdetirê hezar û 500 cinayetên kirayr ne diyar hatin jiyîn. Di dema OHAL’ê de ji ber îşkence û muamelaya xerab hezar û 275 gilî hatin kirin. Li herema OHAL’ê de 55 hezar û 371 kes li DGM’yan hatin darizandin. Dîsa 131 zarok jî li DGM’yan hatin darizandin. Her wiha li gorî daneyên mijdara sala 1997’an 3 hezar û 428 cihên licihbûnê hatin valakirin, 378 hezar û 335 kes hatin koçberkirin. Li gorî daneyên ÎHD’ê jî di vê demê de nêzî 3 hezar gund hatin valakirin û 4 milyon kes jî koçber bûn. Li heremê bi hinceta OHAL’ê gelek komele, partî û rêxistinên civaka sivîl, hatin girtin. Dîsa gelek kovar, rojname û pirtûk li heremê hatin qedexekirin. Dî li vê demê bi giştî 67 hezar cerdewan çek girtin. Ji van 4 hezar cerdewan tevli gelek sûcên wekî valakirina gundan û kuştina kesan bûn.

‘AKP li bakurê Kurdistanê hêza xwe diafirîne’

Parlamenterê BDP’ê yê Şirnexê Hasîp Kaplan diyar kir ku hikûmet dixwaze cardin vegere OHAL’ê û wiha got: „Wê demê bi terora dewletê gelek kes rastî îşkenceyê hatin. Bê hiquqiya wê demê bi biryarên Dadgeh Mafê Mirovan a Ewropayê jî hat piştrastkirin. Niha jî dîsa bi destê waliyên super, dixwazin wê demê cardin bidin jiyîn.“ Kaplan, destnîşan kir ku AKP bi pêkanîna tîmên taybet, hêzên taybet yên bi pereyî dixwaze artêşa xwe saz bike û dîsa dixwaze wekî berê tevbigere. Kaplan diyar kir ku ev pêkanîna nû li heremê tê wateya OHAL’ê û wiha domand: „Bi destê waliyên super dixwazin muxalefeta qanûnî têk bibin. Li herêmê dê rêveberiya taybet saz bikin. AKP li gorî dilê xwe dê li van deran hespê xwe bezîne. Waliyên super pêşî li aştiyê venake vê yekê lazime hemû kes baş bizane. Dibe ku li heremê cardin sucên mirovahiyê bên jiyîn.“ Kaplan dawiyê diyar kir ku AKP’ê şer îlan kiriye û ew jî wekî siyasetmedarên kurd wê li hemberî vê yekê li berxwe bidin.


ALPER ATALAY - DÎHA/ENQERE