Mem Ararat diyar kir ku ji bo konsera ku wê li Amedê li dar bixistana, wan ji walîtiyê destûr stendiye, lê belê piştî çend rojan, midûriyeta polêsan bi telefonê jê re gotiye, walîtiyê destûr nedaye.
Ararat li ser hesabê xwe yê medyaya civakî têkildarî mijarê got, "Wekî hûn jî dizanin, doh êvarê me afîşa konserta xwe ya Amedê ku ew ê 2’yê Îlonê pêk bihata bi we re parve kiribû. Destûrnameya Walîtiya Amedê jî di nav de me hemû amadekariyên xwe qedandibûn. Lê mixabin îro hin rayedarên polêsan li me geriyan û got, Walîtiya Amedê destûrnameya konsera we betal kiriye. Bi çi hincetê betalkirine em nizanin. Lê belê gelî dostan moralên xwe qet xerab nekin. Hemû walî rojekê wê teqawit bibin û vegerin welatê xwe, û hemû stranbêj jî rojekê wê bimirin, lê stran wê her bimînin. Weke rehmetiyê Shaekspeare jî gotiye, stranûsê welatekî ji qanûnsazê wî welatî bi hêztir in. Hûn dîsa jî stranên xwe bibêjin, em ê bibêjin bêguman.”