Li dijî dagirkirina bi qeyûman a şaredariyên bajarên mezin ên Kurdistanê Amed, Mêrdîn û Wanê, çalakiya rûniştinê ya li Amedê û Mêrdînê di roja 18’an de ye. Doh di roja 17´an de li Amed û Mêrdînê çalakiyan dewam kir.
Li Amedê, xelk li Kolana Lîseyê ya li pêşberî avahiya şaredariyê kom bû û dirûşmên “Amed rûmeta me ye”, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” gotin.
Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Hişyar Ozsoy li vir got, ji bo tepisandina dengê berxwedanê yê dijî qeyûman, hin malbat şandine pêşiya avahiya HDP’ê ya Amedê. Ozsoy got, “HDP partiyek e ku dengê 6 milyon mirovan wergirtiye. Her kesê dikeve hundirê avahiya partiya me û jê derdikeve ji aliyê polîsan ve tê qeydkirin. Kesê diçe çiyê gelo qet aqlê xwe nîne ku bê avahiya partiya me? Xebatkarên me yên bajar û navçeyan li aliyekî, dema ku dixwazin, nahêlin wekîlên me jî bikevin nava avahiya partiyê. Bila nekin ku sebra me nemîne.“
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr jî got, “Ev ne qeyûm in, ew waliyên mêtingeriyê ne. Em dizanin ku di sala 2016’an de dema ku qeyûm hatin tayînkirin dest bi asîmîlasyonê kirin.”
Piştî daxuyaniyan çalakiya rûniştinê pêk hat.
Hişmendiya yekreng têk diçe
Berxwedana li Mêrdînê jî doh di roja 17’an de dewam kir. Çalakiya bi pêşengiya Rêxistina Bajêr a HDP’ê û wekîlên HDP’ê dîsa di bin zext û zordariya polîsên Tirk de çêbû. Di nav çalakgeran de Hevşaredar Ahmet Turk û Fîgen Altindag, û her wiha Hevberdevkê KCD’ê û wekîlê HDP’ê Merdan Ozturk jî hazir bû.
Ji ber astengiyên polîsan xelk li cihên cuda yên parkê rûnişt. Li ser navê girseyê Hevberdevkê KCD’ê û wekîlê HDP’ê Merdan Ozturk got, ‘’Ev hişmendiya yekreng û faşîst dizane ku îro dawiya wê hatiye, hay jê heye. Ji ber vê li gel polîsên xwe gefan dixwe û şantajan dike. Îro em KCD li gel gelek endamên xwe hatin da ku bibin hevkarê berxwedanê.’’
Piştî daxuyaniyê çalakger bi çepik, dirûşm û lîlandinê ber bi avahiya bajêr a HDP’ê ve meşiyan.
n AMED/MÊRDÎN