Wanê ji sala 2012’yan atolyeya Dengê Meyman bi gotina hunermend Aram Tîgran ‘Ez careke din bêm ser rûyê cîhanê, çiqas çek, top û tifing hebin ez ê wan bihelînim bikim saz, zirne û cimbiş’ xebatên hunerê bi rê ve dibe û heta niha bi hezaran ciwan di qada hunerê de perwerde kirine. 


Ciwanên tên Dengê Meyman, di beşên hunerê yên cûr bi cûr de perwerdeyê dibînin. Li hemberî polîtîkayên pişaftin û qirkirinê ciwan li Dengê Meyman hunera Kurd bi pêş ve dibin û bi vê yekê çand û hunera Kurdî diparêzin. Mamosteyên Dengê Meymanê anîn ziman ku heya niha her tim ciwanan pêşengî ji hunera Kurd re kiriye û divê bi taybetî jin xwedî li çand û hunera xwe derkevin.

‘Huner jiyan e’

Mamosteya muzîkê Îpek Bîral da zanîn ku di Dengê Meyman de li hemû beşên hunerê mirov dikarin xwe perwerde bikin û wiha peyivî: “Ez li Wanê li zanîngehê beşa muzîkê dixwînim. Bêyî hunerê min nedizanî ku jiyana min çawa derbas dibe. Ez niha li Dengê Meyman mamostetiya muzîkê dikim. Dengê Meyman peyveke bi Kirmanckî ye, wateya wê ‘dengê mêvan’ e. Ez dikarim bibêjim ku ev der atolyeya erbaneyê ye. Evîna min a li hemberî hunerê jî bi hezkirina erbaneyê dest pê kir. Jinên Kurd ji hunerê pir hez dikin. Em jin li vir li hemberî hişmendiya nêrza hunerê diafirînin. Li vir em bi hunerê hişmendiyeke nû ava dikin.”

 Jin hunerê geş dikin

Mamosteya muzîkê Zozan Ozbey jî da zanîn ku armanca saziyê ew e ku hunermendên ciwan bi pêş bixe û got: “Ez ji Agiriyê me. Gava ku min dest bi hunerê kir ez 9 salî bûm. Li Agiriyê tenê navendeke hunerê hebû. Li wê navendê jî hejmara mêran gelekî zêde bû. Ji ber ku li saziyê hejmara jinan pir kêm bû. Lê bi têkoşîna jinên Kurd ev hejmara kêm di warê xebatên hunerê de jî roj bi roj zêdetir dibe. Jinên Kurd bi stran û govenda xwe çanda Kurdan parastiye û heta roja îro anîne û bi berhemên hunerî, hunera gelê Kurd bi pêş ve dibin.”



ZEYNEP DURGUT / ŞÛJIN / WAN