Siddik Eraslan: Zimanê Kurdî bê perwerde hatiye hiştin, û vê yekê rewşa ziman kiriye astekê ku tehlûke li ser be. Ev kurs girîng in. Çima? Ji ber ku ji van kursan bêhtir, ti derfet û rê nehiştine ku em zimanê xwe fêr bibin û fêr bikin.
Piştî ku dewleta Tirk bi rewşa awarte û biryarên di hukmê qanpnê de dest bi qirrkirina çand, siyaset û bi temamî miletê Kurd kir, sazî û komeleyên ku perwerdehiya Kurdî dikir, hatibûn girtin; gelek xebatkarên van karan jî hatibûn girtin û derfetên wan ên madî hatibûn desteserkirin. Ji ber vê jî di nava 3 salên bihurî de xebatên li ser Kurdî jî kêm bûbûn. Helbet berxwedana miletê Kurd destê xwe ber xwe re berneda, kevirê xwe danayna. Komele û saziyên ji bo bipêşxistin û perwerdehiya Kurdî ên nû hatin damezrandin û xebatên xwe kirin. Yek ji van jî li Wanê, Komeleya DÎSA-DER e ku 2 meh in hatiye damezrandin. Beriya bi 2 hefteyan DÎSA-DER´ê dest bi perwerdehiya Kurdî kir. Elaqeya ji bo dersên Kurdî jî gelek e. Rêvebirên DÎSA-DER´ê radigihînin ku ew her wiha dersên Ingilîzî û Farisî jî dikarin bidin û ev ders pêşniyaz jî kirine, lê daxwaz bi tenê bo Kurdî çêbûye.
Ji sedî 90´î Kurdî xwest
Xebatên perwerdehiya Kurdî li Wanê, bi xebatên DÎSA-DER’ê re ji nû ve destpê kir. Rêveberên komeleyê, bang û daxwazî ji welatiyan dikin ku beşdarî xebat û çalakiyên perwerdehî û bipêşxistina zimanê Kurdî bibin.
Hevseroka Komeleya DÎSA-DER’ê Evîn Adîn dibêje, wan ji bo perwerdehiya zimanên Kurdî, Farisî û Îngilîzî xebat da destpêkirin, lê ji sedî 90´î zêdetir daxwazî ji bo Kurdî bûye, lewma jî ew niha perwerdehiya Kurdî, asta destpêkê ji bo zarokan, astên din jî ji bo tevahiya welatiyan didin.
Ji asta yekî heta bi mamostetiyê
Hevseroka Komeleya DÎSA-DER´ê Evîn Adîn dibêje, “Ev bûn 2 sal ku li vê heremê perwerdehiya zimanê Kurdî nedihat dayîn, lê daxwaza gel ji bo zimanê Kurdî heye. Li vir Kurd hene û zimanê Kurdî tê axaftin, û ew dixwazin ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê. Me jî ji bo perwerdehiya zimanê Kurdî di asta destpêkê, asta yekem, duyem, sêyem û asta mamosteyî de kurs amade kirine.”
Derfet û rê nehiştine lewma kurs girîng in
Mamoste û xwendekar jî xebatên Kurdî girîng dinirxînin û balê dikşînin ser wê yekê ku rêya pêşîgirtina li bişaftinê, xwedîderketin li ziman û perwerdehiya wî ye.
Mamosteyê dersên Kurdî, Siddik Eraslan jî dibêje: “Zextên giran li ser zimanê Kurdî li Bakûrê Kurdistanê hene. Zimanê Kurdî bê perwerde hatiye hiştin, û vê yekê rewşa ziman kiriye astekê ku tehlûke li ser be. Ev kurs girîng in. Çima? Ji ber ku ji van kursan bêhtir, ti derfet û rê nehiştine ku em zimanê xwe fêr bibin û fêr bikin.”
Li dijî bişaftinê bîrewerî û daxwaz
Ji şagirtên dersa zimanê Kurdî, Yaşar Merhem îşaret bi girîngiya hişyarî û bîreweriya li dijî bişaftinê dike û dibêje, “Esas, bişaftinê bandor li me kiriye, lê dîsa jî dereng nîne, heger ku hişyarî û daxwaz hebe, em dikarin zimanê xwe fêr bibin û pêşiyê li bişaftinê bigirin.”
Şagirteke din a zimanê Kurdî Nursel Merhem e û ew merama xwe wiha îfade dike: “Zimanê Kurdî jixwe zimanê me yê dayîkê ye, lê kêmasiyên me hene, bi saya vê dere em dixwazin zimanê xwe bi pêş bixin. Ev tiştekî gelekî baş e.”
Hem endam, rêveber û dersdarên DÎSA-DER´ê û hem jî xemxurên zimanê Kurdî li ser wê yekê hemfikr in ku pergaleke xurt a dewleta Tirk heye bi armanca bişaftina Kurdan û ew jî herî zêde bi rêya asîmîlekirina zimanî bi rê ve diçe. Ji ber wê jî daxwaza wan a hevpar ew e ku ev pergal bi xwedîderketina li Kurdî li hemû warên şexsî û gelemperî bê pûçkirin.
WAN