Akademiya Kurdî derbarê jiyan û xebata Prof. Îsmet Şerîf Wanlî de li avahiya Akademiya ya Hola Mela Mehmûd Bayezîd ya Hewlerê semînerek pêk anîn. Di semînarê de Prof. Dr. Îzedîn Mûstefa Resûl, Serokê Akademiya Kurdî Dr. Nûrî Talebanî, Pisporê Rojhilata navîn zaniyarê Kurd Dr. Cebar Qadir, Dr. Cemşîd Heyderî û Dr. Şefîq Qezaz semînar pêşkeş kirin. Gelek rewşenbîr û kesatî amadeyî semînarê bûn. herê dawî serokê berê yê Sendîkaya Rojnamenivîsên Kurdistan (KJS)’ê Ferhad Awnî jî di derbarê Wanlî de axaftin kirin. Prof. Dr. Îzedîn Mûstefa Resûl diyar kir ku Prof. Îsmet Şerîf Wanlî ji bo meseleya Kurd gelek têkoşîn da. Dr. Cebar Qadir, jî diyar kir ku Prof. Îsmet Şerîf Wanlî ji wî re gotiye ku dayîk û bavê Îsmet bandorek wan di derbarê Kurdî de liser wî çê nekiriye û ew bixwe di rêka Pertûka Mihemed Emîn Zekîbeg ya binavê ‘Xûlaseya Mêjû ya Kurd û Kurdistan’ê re di derbarê Kurdan de gelek agahî peyda kiriye.
Dr. Cemşîd Heyderî jî diyar kir ku piştî Dr. Kamûran Bedirxan bo cara dûyemîn Prof. Îsmet Şerîf Wanlî di sala 1964’an de bi Îsrayîl re têkelî danî ye.
Ferhd Ewnî jî di dawiya semînarê de axaftin kir û derbirî ku hin alî rexne ji Prof. Îsmet Şerîf Wanlî re dikin û dibêjin Wanlî 14 salan nûnerê tevgera Kurdî ya başûr bû lê dema şoreş têk çû ew çû Begdadê. Wanlî got 'min xwest belge û pertûkên xwe diyarî başûrê Kurdistanê bikim lê Eyub Barzanî min poşîman kir.'"
ANF/HEWLÊR