Zanîngeha ku heta sala 1961'an xizmeta zanistî, ilm, ol û gelek babetên din da xwendekaran bi hezaran xwendekar perwerde kir û pêş xist. Yek ji şagirtê zanîngehê jî Mele Xelîlê Sêrtê ye. Zanîngeha ku di sala 1534'an de ji aliyê Sultan Huseynî ve hate nûjenkirin piştî 400 salan xizmet da, ji ber bêxwedîtiyê hilweşiya û niha bûye şûnwarekî hilweşiyayî.
Zanîngeha Qubehan a dîrokî, ku biryara nûjenkirinê ji aliye Avahisaziya Sî Star Îranî ve hate girtin û hat xwestin Wezareta Bajarvaniyê ya Geşt û Seyranê ve bi 362 milyon û 927 hezar dînarên Iraqê, di nava 270 rojan de bê nûkirin hate rawestandin.

Pirtûkxane tev şewitandin
Dîroknas Mihemed Ebdulla Amêdî, li ser projeya nûjenkirina Zanîngehê Qubehan diyar kir ku piştî biryara nûjenkirinê hate stendin, dîsa biryar hate guhertin û dest ji nûjenkirinê berdane. Ebdullah Amedî, destnîşan kir ku zêdeyî 800 salin li vir xizmeta perwerdehiyê dihat dayîn. Amedî, da zanîn ku Zanîngeh pişti carekê hilweşiya ji aliyê Mîrgeha Behdînan Sultan Husên Welî ve cardin hatiye nûjenkirin û nêzîkî 400 xwandevanan li vê zanîngehê perwerde dîtiye.
Hate diyarkirin ku nêzî 60 mamostayan li vir mamostetî kiriye û ev zanîngeh şûnwarekî herî girîng e. Zanîngeha Qubehan 25 m û 30 santîm ferehî û 28 metre jî dirêjahiya wê heye.
Zanîngeha Qubehan ku li pirtûkxaneya wê nêzî 4000 pirtûk hebûn niha 400 pirtûkên ku bi destan hatibûn nivîsandin li muzeya Bexde tên veşartin. Îngîlîzan piştî gelek pirtûk ji pirtûkxaneyê hilbijartin, pişt re pirtûkxane tev şewitandin. Zanîngeha ku li tenişta Sûlava Amediyê hatiye avakirin niha hêdî hêdî wêran dibe û li benda parastinê ye. 

DÎHA/AMEDIYÊ