Berî vê bi çend rojan me biryar da ji bo kar em biçin cihekî. Lê roja ku em bidin rê di wan saetan de hêzên dagirker herêm da ber bombeyan. Ji ber wê jî me biryar da em neçin, rewaş heyî bişopînin û ragihînin. Dema me karê xwe yê wir qedan, gotin seyara hevalê Şiyar diçi.
Me jî got baj e, wê demê em bi hevalê Şiyar re biçin. Hevalê me yê Şiyar çiqa hesabê me kiribe jî, lê dîsa seyara xwe bi tiştan tijîkiribû, heta wisa dagirtibû cih li ser neheştibû ku mirovek ne ku lê siwar bibe, heta nedikarî bere derbas jî bibe. Di hizrê mirovan de tiştek wisa dida avakirin, dibe ev seyare bi ser te de birûxe. Em dema çav vê dîmenê ketin matmayî man. Eman! hevalê Şiyar ka bêje em ê çawa li vê seyarê siwarbin?. Ji ber em sê kesbûn. Hevalê Şiyar li me zivirî got; qet xeman nexwin, ez li çara vê fikirîme. Hûn hersê jî liba min siwar dibin. Ji xwe zorê du kes li wir siwar dibûn, vî hevalî em sê kes lê siwarkirin.  Dema me dengê xwe dikir digot “ma hûn ne gerîla ne, gerîla ew kes e ku li hember hemû zor û hezmetiyan bi tihemûl e”. Dema min li wî dinhêrî hema nêrînên xwe dizivirand û digot; “çidibe mirozê xwe li me tirş neke”. di wê gengeşiyê de jî neçarbûm ku li hevalê Şiyar binhêrim û bikenim. Di encam de bi ay uyan, bi lingê tevizî, bişta êşiyayî em gihiştin jîngeha gerîlayan.
Berê gelek caran di wan deran re derbasbibûm. An şev bû, an jî zivistan bû. Min ti carî ew der bi çavê rojê nedîtibû. Cihekî bilind, milekî wê zozan, milê dî jî hemû daristan e. Ango ew der weke xeta di nevbera hevîn û zivistanê. Zozan û germiyanê ye. Mileke wê hemû zozan e, milê de jî hemû daristan e. Hatina payîzê di serî de mirov li wir bê dihise. Dema qefleyên qaz û qulinqa berbi cihên germ dikevin rê, tu dizanî êdî payîz tê. Ji ber yên li vê herêmê di ser wire derbas dibin. Çawa ewder li ser rêka me ya, wisa jî li ser rêka qaz û qulingane jî. An jî dema ku li germiyana baran dibare li wir, an jî lutkeyên ku ji wir henekî bilindtir berf dibare. Ango mizgîniya hemû demsalan di kefa destê wir de derbasdibe. Cihek wisa ye ku tu dibêjî tuxubê xwezayî hatiye avakirin. Xwezeyê ew der ji bo xwe kirye tuxubê diyar di navbera girmiyan û zozanan. Mirov li wir hem hewaya zozanan ya hênik û bedew hîsdike, hem jî hewaya germiyana ya germ hêsdike. Li wir pêşûyên zozana yên kor ku berbi êvarê derdikevin hene, hem jî yê germiyanê yê niklê wan weke derziyê tûj hene. bi xweşî û nexweşiya xwe cihek navber e. Pênc gav zozan, pênc gav jî girmiyan e. Cihek di navber tuxûbê jiyanê de ye. Ji ber ku jiyan jî hem germiyan e, hem jî zozan e. Carna pir sar e, carna jî pir germ e. Jiyan jî germahî û seriya xwe weke ya wê jîngehê ye.
Zînê ango cihi bi bereket. Navê xwe ji zayînê girtiye. Ji ber ew der deverek pir bi av û kanîne, ji ber wê jî niştecihên van deran jê re gotine zênê, ngo zayîn. Zayîn hemû demê di nava kurdan de wekek sembola bereketê hatiye destgirtin ji ber wê jî navê vê devera biberket kirine Zênê.
Hemû dever xwediyê serpêhatiyek cuda ne, hemû deverê Kurdistanê xwediyê mîtolojiyek cuda û cewaz in. Pêwîste ku em vê yekê biparêzin. Her çend tiştên nû têne afirandin, divê xwedî li kevneşopiyên vê xaknîgariyê jî were derketin. Dîroka me kevnareyên me ne.
Weke gelek deran gerîlayan nevê vê derê jî li gor xwe guhartine. Hin caran ji ber vê taybetmediyê ez ji gerîleyan diqehirim. Ew weke niştehcihên wan deran ji çiya, çem, deşt, kendav û newalan re nevê wana hemûyan nabêjin, li gel wan navekî giştî heye. Mînak ji Zênê re dibêjin Goşîn, ji Goşînê re jî dibêjin Goşîn. Lê dema tu ji niştecihekî wir pirsdikî dibêje ev der Zênê, ev çiyayê ku xuyadike jî Goşîn e. Gerîla ji hemû derê re dibêjin Goşînê. 
Di jiyana hemû zîndiyan de dem û wext tiştek gelek girîng e. Çêbûn bê dem û wext nebe. Hemû çêbûn di dem û wextên xwe de gelek ciwan û bedew in. Ji ber her çêbûnek bi xwere tişên nû derdixe holê. Lê hin çêbûn û kirin hene ne li gor dem û waxtên xwe ne. Ew an gelek şûnde mane, an jî li gor demê xwe hîn pêşverûne. Ango rûyê wan li gor dema xwe hîn nûjen û biwateye. Dem, wax û çêbûn. Çalekî vegotina çêbûnêye. Her yek ji wan li cihek cuda çavên xwe li germahiya jiyanê vekiriye, lê di bin wê axapîroz hemû bi hev re ne. hemûya kulmek ax parvekirin e. Bûne mêvanê heman axê. Rûyê xwe bi heman axa bedew şûştine.  Keçan porê xwe bi wê axa delal hûnane, gulê wê axa kirine berpisk ji keziyên xwe re.
Cihê wan heye lê nevê wan tineye, an jî navê wan heye gora wan tine ye. Di wê goristanê de ti tişt hevsengiya wê derê xiranake. Ji ber hemû weke hev xwediyê yek tişîne,  hemû ji dirêjiya nasnama xwe bêpar in. Dema mirov li wê goristan (şehîdlîk-bi vegotina gerîlayan) dinêre tenê yek tişt bala mirovan dikêşe nevên ku ji devê hevalên wan derketin e. Ew navên ku pê têkoşiyane li ser gorên wan hatine nivînsandin. Navên pir bedew, lê nasnameyek kin. Şervan Malazgirt, Mazlum Gever, Azîz Mardîn, Şiyar Başkale, Bêrîvan Şemzîna, Ferîd Serhat, Baran Amed, Botan Dersîm, Agirî Serhat, Mordem Agirî, Birûsk Afrîn, Kamuran Şemzînan, Xemgîn Suruç, Baz Kubanî, Bargiran, Xebat, Dilsoz, Remzî, Rizgar, Firat, Palo, Qehreman, Hemze, Şervan, Xunrêj Suleymaniye, Êriş Rewanduz, Garzan Keler, Zagors Suleymaniye, Xeyrî Rewanduz, Diyar Keler, Hogor Suleymaniye... hemû di heman deman de şerê ku li herêma başûrê kurdistanê hatiye dayîn de jiyana xwe ji destdane.
Tişta tirajedîk ew ku piraniya wan ji Başûrê Kurdistanê ne. dibe ku bi guleya bav û birayên xwe xatirê ji me xwestine. Di dîroka Kurdistanê de ev tiştek geleke tirajedîk û ber bi çav e. Ango heta roja me ya îro dijminan em bi hev dane kuştin. Em dimrin ew jî ji mirinên me dixwin. Li ser xwîna me xwe didin jiyankirin. Balkêşe ku di van rojên dewî de rayedarê hukumeta herêmê çalakiya ku HPG li Çelê  kirî  şermezarkirin, lê çarde ewlatên kurd jiyana xwe ji destdane sersaxiyek ji malbatên wan re nahat xwestin. Yên wan canin, ên tevgera zadiyê di çavên wan de ne can in. Di encamde weke dijmin dibê terorîst. Kiryarê te weke yê wan be ,ha te bi nav got, ha te negot çi ferqe. Di necamde tu wek wan difikirî û tevgera azadiyê şermezar dikî… ev mijarek gelek cuda ye em vegerin mijara xwe. Em dîsa vegerin cem wan mirovên qadrîşînas.
Gerîlayên ku li ber şehîdlikê dimînin bahsa serpêhatiya van hevalên xwe dikin. di yek pevçûnê de 13 gerîla bi hev re jiyana xwe ji dest didin.  Cihê ku lê jiyana xwe ji destdane nev wê Zênê ye. Gerîla sibê zû dikevin pevçûnê heta êvarê yek yek jiyna xwe ji destdidin. Ew  jî ji bo hevalên xwe biparêzin bi lehengî li ber xwe didin.  Ew jiyana xwe ji destdidin hevalên wan ên dî xwe ji vî agirî rizgardikin, ji xwe ew ji bo hevalên wan xwe rizgar bikin xwe fedadikin.  Ên dî jî her yek bi serpêhatiyên cuda û di dem û wextên cuda de jiyana xwe ji destdidin. Piştî salên dirêj dema ev der dibe cihek bi ewle di serî de tevgera azadiya gelê kurd biryar dide ku li Herêmên Parastina Medya ji hevalên xwe re cihek bi ewle çêkin û li hember wan giyana xwe azabikin. Di serî de li Qendîl duda( li ş Harûn, Kanîcenê), Haftanîn, Zap, Metîna, Garê, Xakûrkê, Xînêre, Çemço û Goşîn (Zênê) şehîdlik dane cêkirin. (Ger rojekî derfetê min çêbe ez yek yek wan hemûya binivis im).Gerîleyan li Zênê an jî Goşînê şehîdlikek wisa bedew ji hevalên xwe re çêkirine mirov dixweze sibê heta êvarê li nav bigere û giyana wan hîsbike. Cihê ku şehîdlik lê hatiye çêkirin di wê xeta ku havîn û zivistan, zozan û germiyanê de ye. Der û daro wê hemû kirine bax û baxçe. di hindirê şehîdlîkê de gul û kulîlkên rengîn hatine çandin. Wêneyeke Rêber APO ya mezin hatiye çêkirin, li kêkeka wê bi wêneyên hevala Zîlan,  hevalê Kemal û Erdal (Engîn Sîncer) şehîdlîk hatiye xemilndin. Mirov li wir bi mirinê nafikire, cihek wisa ye germahiya jiyanê xwe li rûyê te dide. Mirov li wir jiyanê hîn cuda hîsdike. Ji ber ne cihek sar û bê tevger e. Li ser her gulekî cureyek pepûle, kêzik  û mêş dadîtnin. Dengê çûkan hewayek cuda dide wê jingehê. Kevokên ku li wir têne xwedîkirin bedewiyek cihêreng dide wan waran. Mirov çiqa behsa van warê bedew bike wê têrê neke, ji ber her yek bi serê xwe destanek e. Di vê mijarê de em çend bêjin em kêm û lewaz dimînin.
Ji xwe di van demê dewî de şehdîlika ku li xinêreye hatiye bombebarankirin. Ango balafirên dewleta tirk çiqa tên li wir didin. Ji ber hindekî dûrî dîtinê gel e, ji ber wê diçin û tên lêdide. Ji bedenên me yê bê giyan re cih bîle pir tê dîtin. Di çavên wan de hestiyê me jî bi xof in. Ji hestiyê şervanên azadiyê jî ditirsin.
Sê roj şûnde dîsa bi seyara hevalê Şiyar me berê xwe da Hornê. Vê çarê jî tijî dar bûn di nava wan daran de, bi zor û zehmetî em gihiştin Saqar. Li wir vê carê hevalê me ya Şiyar bîdonên mezin têjî avkir. Dema seyarê da rê ew av hemû bi ser me de rijiya. Em bi cilên şil gihiştin cem gerîleyan. Di wan çend rojan de ez çima bi meşê neçûme, ji ber wê her ez li xwe hêrs dibûm û min digot xwezî ez bi meşê bihatama van deran. Lê em carekî hatibûn. Di rastiyê de cih gelek dûrî hev in. Barê me jî pir giranbû ji ber wê jî em neçarî seyarê dibûn. Hêvî dikim ku careke dî em ê ne bi cilên şil, an jî bi ay uyan bigihijin cem gerîlayan.


DENÎZ WAN