Îsal gelek caran li hin gundên Licê qedexeya derketina kolanan hat îlankirin. Ji ber van qedexeyan nêzî du mehan welatî di warê xwe de hatin hepiskirin. Welatiyan diyar kir ku êdî ew nikarin sewalvanî û çandiniya ku debara xwe pê dikin, bikin û gotin: "Her tişt li me kirine wekî girtîgehê." 

Di sala dawî di dîrokên cuda de bi qasî 2 mehan qedexeya derketina kolanan li gundên Licêya Amedê hat îlankirin û ji ber van qedexeyan welatî nikaribûn ji malê xwe derkevin. Bi taybetî ev 20 roj in li herêmê bi beşdarbûyîna 10 hezar polîs, leşker û cerdevanan operasyon hatiye destpêkirin û ji ber vê operasyonê riyên bi sedan gund û gundikên girêdayî navçeyê bi wesayîtên zirxî hatine girtin. 

Em çi bikin?

Jina bi navê Hanim Aydemîr diyar kir ku ew nikarin biçin nav erdê xwe û got: “Me li nav erdê xwe yê nêzî gunde tûtin çandiye. Heywanên me bi rojan di hundur de dimînin em nikarin wan xweyî jî bikin. Bi vî awayî em çi bixwin û çi vexwin?" 

Aydemîr, diyar kir ku li herêmên nêzî gundên wan in, bi taybetî danê êvarî dengê çek û topan tê û got: "6 zarokên min hene. Yên biçûk ji ber dengê çekan heta sibehê digirîn. Derûniya wan tarûmar bûye. Dema li derve leşker û helîkopteran dibînin baz didin hundur. Bi şev direhilin." 


 AMED