Til Berak a ji aliyê Artêşa Sûriyeya Azad, Cephet El Nûsra û herî dawî ji aliyê çeteyên DAIŞ‘ê ve hat dagirkirin,  şervanên YPG/YPJ’ê ew Sibata 2015’an azad kir. Arkelog Ahmedê Ereb dibêje, piştî vegera şêniyan, Til Berak aram bûye.

Ereb got, “Em li vê derê ne li ser girekî, li ser zindiyekî bêziman digerin, lewma divê em bi baldarî her gava xwe bavêjin” û ji me re qala dîroka gir dike.

Babîliyan navê Nagara, Mîtaniyan navê Nûwara û Romayiyan jî navê Berak li Til Berak kiriye. Di dema Babîl, Sûmer û Mîtaniyan de dihat wateya ‘Warê Nû’. Li cem Romayiyan jî dihat wateya Berak yanî çav.

Warê Nû li deşta Elredê ye, bi qasî 35 kîlometreyan li başûrrojhilatê Hesekê ye. Tevî vê yekê cîranê çemê Çeq Çegê ye. Warê Nû her wiha bi 44 kîlometreyan li bakurrojavayê Qamişlo ye.

Arkeolog Ahmedê Ereb diyar kir, wargeha destpêkê ya Warê Nû digihêje heta serdema navîn a kevirîn û weha peyivî: “Li vê derê hin lewheyên nivîs û wêneyan,peykerên çav, îbadetxane û hin qesr hatin dîtin. Bi taybetî îbadetxaneyên Elîgun, Şemîşî, Şagan çend ji van ên girîng in. Qesra Naram Sîn a Babîlan jî, dikare roja me ya îro ronî bike.”

Ahmedê Ereb bi bîr dixe ku berhemên li vir hatine dîtin ji aliyê neteweperestên çandê ve şaş hatine tercûmekirin û divê werin sererastkirin. Desteya Arkeolojî û Ekolojiyê ya Kantona Cizîrê deverê diparêze û hîna ji sedî 75 ê deverê nehatiye kolan.


REŞÎT SERDAR/ANHA / HESEKÊ