Em ji Sine dest pê bikin. Tu du dikarî Sineyê çawa bide nasandin?
War û bajarê qedîm ê Rojhilatê Kurdistanê Sine, gorî fermiyeta Îranê paytexta Eyaleta Kurdistanê ye. Navê wê yê fermî yê bi zimanê Farisî Senendec e. Bajar berê ji ber çiyayên derdora wê yên bilind bi Farisî wek ‘Sinedij’ hatiye binavkirin (‘dij’ di zimanê Farisî de tê maneya ‘kela’yê) û paşê ev nav bûye Senendec. Ev bajarê kevin 800 sal berê li herêmeke ku şopa bavûkalên Kurdan, Medan lê heye, hatiye avakirin. Cihê ku lê ava bûye, deşteke ku bi çiyayên bilind ve hatiye dorpêçkirin e. Di van salên dawiyê de goristana şahekî Medan û hinek peyker li herêma Hesenabadê hatine dîtin. Lê hêjî qadên dîrokî yên li derdora Sineyê nehatine kolandin û dîroka Medan a li herêmê bi tevahî nehatiye ronîkirin. Tê gotin ku di dîrokê de li Sineyê tim û tim piranî Kurd jiyane.
Çiyayên bilind ên li dora Sineyê Awyar û Selwetawa ye. Bajar ji hêla rojhilatê ve bi bajarê Qurwa, ji hêla başûr ve bi bajarên Kamyaran û Kirmaşan, ji hêla bakur ve bi bajarê Seqiz û ji hêla rojava ve bi bajarê Merîwan re cîran e.
Piştî şoreşa îslamî ya Îranê (1979) malbatên leşker û karmendên dewletê li Sineyê bicih bûne, xeynî wan tevahiya nifûsa bajêr Kurd in û bi piranî ji mezheba Sunnî ne. Hejmareke hindik a Kurdên Cihû (Mûsewî) jî li Sineyê dijîn û jê re ‘Mûsayî’ tê gotin.
Polîtîkayên rejîmê bandoreke çawa li jiyana civakî ya Sineyê dike?
Di serdema Mûhammed Riza Şahê Pehlewî de polîtîkayên netew-dewletê tên bipêşxistin û di encama van polîtîkayan de mîrîtiyên Kurdan têk diçin. Piştî têkçûna mîrîtiyên Kurd, bajarê Sine bi rêveberên ji hêla rejîmê hatine şandin ve tê birêvebirin. Lê waliyên ku ji aliyê rejîmê ve tên erkdarkirin an ji kesên Şia yên Kurd an jî ji Azerî û Farisan tên hilbijartin.
Li Sineyê tu saziyên fermî yên Kurdan û di dibistanan de perwerdeya fermî ya bi zimanê Kurdî tune ye, lê saziyên ku ji hêla xelkê ve tên sazkirin hene. Gorî xala 150. a Qanûna Bingehîn a Îranê mafê her xelkên li Îranê bi perwerdeya bi zimanê dayikê heye; lê ev yek di pratîkê de pêk nayê. Di saziyên dewletê de di qadên jêr de cih bidin jî, li qadên jor berpirsyartiya kilîtî nadin Kurdan.
Kurdiya Sine, Kurdiya Erdelanî ye. Erdelanî jêrlehceya Soranî ye û peyvên Farisî têkelî wê bûne. Ji ber vê yekê li Sineyê metirsiya asîmîlebûna zimanê Kurdî heye.
Wek mijareke din; wek Bakûrê Kurdistanê li Rojhilat jî çêkirina bendavan û xerakirina xwezayê bûye polîtîkayeke berbiçav a rejîmê. Ev yek xwezayê xira dike; gund dibin çol û çandinî tune dibe. Di encam de Kurd koçber dibin, diçin li metrepolan di nava hejariyê de dijîn. Heta niha li Sineyê bi dehan bendav hatine çêkirin û rejîm di çêkirina bendavên nû de israr dike.
Her wiha, rejîma Îranê wek armanceke siyasî dixwaze di nava ciwanê Kurd de bikaranîna tiryak û hêroyînê pêş bixe û bi vê yekê re civakê bêhêvî bihêle.
Kurdan bi xwe rolekî çawa dane vî bajarî? Rewşa partiyên siyasî yên Kurd li Sineyê çawa ye?
Sine li Rojhilatê Kurdistanê tim û tim bûye navenda siyasetê. Ji ber vê yekê heta îro tevahiya rêxistinên siyasî yên Kurd, Sine wek navenda xwe ya siyasî hilbijartine. Rejîma Îranê jî ji ber wê yekê polîtîkayên taybet li Sine meşandiye û hewil daye ku Kurdîtî were ji bîrkirin û nirxên Kurdewarî jî ji holê werin rakirin. Lê ji ber kultur û nirxên kurdewarî yê li Sineyê xwedî bingeheke dîrokî ne, li hember polîtîkayên asîmîlasyonê li ber xwe dane û heta îro hatine parastin.
Welatparêziya Kurdî li Sineyê xurt e. Partiyên Kurdan Sine kirine wek navenda xwe. Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) jî li ser Kurdên Sineyê bi bandor e. Bi girtina Rêberê gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan re ruhê welatparêzî pirr bilindtir bû. Wê demê yekemîn serhildan li Sineyê çêbû û belavî bajarên din ên Rojhilat û hinek bajarên Îranê bû.
Piştî şoreşa îslamî ya Îranê du komkujî li Sineyê çêbûn. Ya yekê di despêka şoreşa îslamî de, di encama ‘şerê 24 rojan’ de bi sedan Kurd hatin kuştin. Bona wê yekê bajar wek ‘Sineya xwînawî’ tê binavkirin. Komkujiya duyemîn jî dema girtina birêz Ocalan pêk hat. Di serhildana ku hefteyekî ajot de zêdetirî 35 Kurd ji hêla hêzên rejîmê ve hatin kuştin. Ev wek ‘Serhildana sê Êsfend’ (Serhildana Sibatê) tê zanîn. Bi van bûyeran re ruhê serhildan û welatparêziyê careke din li Sine zindî bû.
Rewşa aborî ya Sine çawa ye?
Li Sine endustirî ji hêla rejîmê ve nehatiye pêşxistin. Ji ber wê jî piraniya sermayedaran ji Sine direvin. Sermayedar ji ber tirsê, sermayeya xwe li Sineyê bikar naynin û weke encama vê yekê li bajêr hejmara bêkaran gelekî zêde ye û gel jî ji ber vê yekê feqîr mane. Ji ber bêkariyê jî Kurd berê xwe didin bajarên mezin û metrepolên Îranê.
Li gel vê yekê li Sineyê her cure tiştên zirayî, bi taybetî mêwe û genim tê çandin. Hejmara madenên keviran li herêmê pirr zêde ne. Dewlet xebitandina van madenan dide sermayedarên nêzî xwe û Kurd tenê wek karker têne xebitandin. Rejîma Îranê bi bêkarhiştin û feqirhiştinê, xelkê neçar dihêle ku tevlî hêzên Sipah û Besîc bibin.
Gorî ez dizanim gelek hunermend jî ji Sineyê derketine…
Rast e. Di hêla muzîk, helbest, wêje, huner û sînemaya Kurdî de Sine bajarekî pêşketî ye. Şairê Sineyî yê herî binav û deng Mestûre Erdelan e. Heta niha gelek helbestvanên mezin ên di asta cihanî de tên naskirin ên wek Sîmîn Çayîçî, Mamoste Şerîf û Celal Melekşah ji Sineyê derketine. Helbestên van şairan bi çend zimanan hatine wergerandin. Li Sine sînema jî gelekî pêş ketiye, mirov di vê mijarê de dikare behsa derhêner Behmen Qobadî bike. Qobadî bi fîlmên xwe yên ‘Dema hespên serxweş’ û ‘Kûsî jî difirin’ li seranserê cihanê deng daye. Di hêla mûzîkê de Sine hem li Rojhilatê Kurdistanê hem jî li seranserê Îranê wek navenda mûzîk a herî kevin e. Seyîd Elîesxer Kurdistanî wek ekoleke mûzîkê tê naskirin. Her xelkên li Îranê xwestine mûzîka wî bikin wek bingeha mûzîka xwe. Elîesxer Kurdistanî bi xweşikbûn û berzbûna asta dengê xwe ve li tevahiya cihanê tê naskirin û navê ‘Bilbilê Kurdistanê’ lê hatiye kirin. Nasir Rezazî, Necmeddîn Xolamî, Mexher Xaliqî, Şehîn Talibanî, Koma Kamkar û bi dehan hunermendên din ên bi nav û deng ji Sineyê derketine.
Di derbarê rewşenbîrî û weşanên Kurdî de rewş çawa ye?
Sine wek navendeke ku bi rewşenbîriyê jî tê naskirin. Danişgaha (zanîngeh) Kurdistan, Zanîngeha Peyamê Nûr û Zanîngeha Azad, zanîngehên herî naskirî ne. Tu kovar û rojnameyên serbixwe xwedî mafê weşanê nînin. Rojname û kovar tev ên dewletê ne. Yên ku Kurdan derxistine jî piranî ji hêla dewletê ve hatine girtin. Herçend di weşanên dewletê de beşên Kurdî hebin jî naveroka wan ne li dijî rejîmê ye. Dewlet rewşenbiriya pêşketî ya li Sineyê bona berjewendiyên xwe bikar tîne. Rewşenbîrên ku naxwazin xizmeta rejîmê bikin, neçar dimînin ku ji Îranê derkevin û koçî welatên Ewropa û Amerîka (DYA) bikin.
Li ser jiyana civakî û rewşa jinê ya li herêmê tu dikare çi agahiyan bide me?
Li Sine bandora olê li ser xelkê heye. Civak hinekî feodal e û ji ber vê yekê rewşa jinê nebaş e. Bûyerên wek xwekuştin û xweşewitandin pirr tên jiyîn. Ligel vê yekê rêxistinîbûna jinan li Sine roj bi roj pêş dikeve. Jin ji xortan zêdetir dixwînin lê di karekî de bicihkirina wan gelekî kêm e.
Warê qedîm ê Kurdan SINE
Di çapemeniya Kurd de wexta bahsa parçeyên din ên Kurdistanê tê kirin, bi taybetî tenê rewşa siyasî tê şîrovekirin. Lê rewşa civakî, aborî, kulturî û jiyana rojane ya xelkê zêde nabe mijar. Di gûftûgoyan de bahsa bersivên pirsên wek; Kurdên li parçeyên din çawa dijîn, di hêla aborî de rewşa wan çawa ye, bi çi mijûl dibin, çi dixwînin û çi diweşînin, çi guhdar dikin, polîtîkayên dewletan bandoreke çawa li jiyana wan a rojane dike û hwd. nayê kirin. Dema ez li Başûrê Kurdistanê rastî rojnamevanê Kurd Ramîn Gara hatim, min nekanî pêşiya meraqa xwe bigirim. Min pirsên xwe yên li ser Sine ya Rojhilatê Kurdistanê li wî kir û Ramîn jî di sohbeta me de bi agahdariyên pirr zelal û balkêş, Sine ji xwendevanên Yenî Ozgur Polîtîkayê re da naskirin.