Şervanên QSD’ê di çerçoveya Pêngava Xezeba Firatê de pêşketina xwe bi rizgarkirina gundên nû didomînin  Li bajaroka El-Kerama di navbera şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê û çeteyên DAIŞ`ê de şerekî dijwar rû dide. 

Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ragihand ku li baskê Bîr Heba li bajaroka El-Kerama ku beşekî mezin jê hatibû rizgarkirin, li beşê din ê bajarok şerekî dijwar di navbera şervanên Xezeba Firatê û çeteyên DAIŞ`ê de diqewime.

Bajaroka El-Kerama  20 km li rojhilatê bajarê Reqqayê dikeve.


Cedîdit Mexyet û Hemed Asaf rizgar bû

Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê gundê Cedîdit Mexyet ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin. Hat ragihandin ku di encama şerê giran de şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê li baskê Ebû Xeşeb gundê Cedîdit  Mexyet ku 33 km li rojhilatê bajarê Reqqayê dikeve ji çeteyên DAIŞ`ê  rizgar kirin. Her wiha li gund bi dehan çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin. Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê pêr di saatê êvarê de jî gundê Hemed Asaf ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kiribûn. 


 REQA