Di rojnameya Huffington Postê de lêkolîner David L.Philipps ji bo dagirkeriya Tirkiyeyê ya bajarê Cerablusê teşbîha “Waterloo’ya Erdoganî” dike. Ev teşbîh di çarçoveyeke giştî ya siyasî de, lê nexasim jî bi awirekî ji Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) xwedî maneyeke cihê ye. Ew îşaret bi siyaseta Qesra Spî (ya rastî Obama) ya derve di şerên li derveyî DYE’yê de destwernedana yekser dike û dibêje, bi rengekî ji rengan bûna alî di dagirkirina Sûriyê de wê derbê hem li vê siyasetê bixe û hem jî warisa wî di hilbijartinan de têra xwe mexdûr bike.

Em vê peywendê ji bîr nekin û berê xwe bidin Waterloo’ya Erdoganî. Waterloo di lîteratura siyasî de ji bo werçerxê tê bikaranîn ku piştî êdî hêz û xurtî ber jêr diçin û vediguherin qelsî û hejariyê; di heman demê de îşaret bi destpêka aştiyeke nisbî û destpêkên nû jî dike. Sala 1815’an 18’ê Hezîranê Napoleon Bonapartê ku beriya bi sed rojî ji nû ve ji sirgûnê vegeriya û bû împaretor, ji bo ku koalîsyona heftan (gerçî Kraliyetên Holendî, Prûsya û Brîtanya hêzên sereke ne) nikaribe hêzên xwe bike yek û êrişê bibe ser Franseyê, berê xwe dide Waterloo’ya îro li Belçîkayê. Tevî ku Artêşa wî ji eskerên xwedî tecrûbe jî pêk tê, ji ber sedemên cihê yên weke ji ber erda pirr zêde şil û herî derengmana êrişa giştî ya siwariyan, disîplîna artêşa Prûsya û xwegiriya piyadeyên Brîtanî, li cihê cih, li meydana şer di dawiyê de Napoleon wê bişikesta, qederê 25.000 eskerên wî wê bihatana kuştin yan jî birîndarkirin, bêhtirî 6.000 eskerên wî wê dîl biketana destê hêzên dijberê wî, û di nava çend rojên piştî vê têkçûna dîrokî jî wê qederê 15.000 eskerên wî ji artêşê bireviyana. Tevî ku 23.000 kuştî yan jî birîndarên dijberên wî jî çêbûn, yê şikest bû Napoleon ê ku piştî mohrkirina Peymana Parîsê a 20’ê Çiriya Paşîn a heman salê hat sirgûnkirin girava Saint Helena; ji xwe sala 1921’ê wê li wir bimiraya jî.

Encam ew bû ku xanedanî li û text li Louis ê 18’an hat vegerandin, li tevahiya Ewrûpayê heta bi şerê Kirimê aştiyeke nisbî peyde bû, û derfet peyde bû ku hilberîn û bipêşketina teknolojîk û pîşesazî çargavî rêya xwe bide ber xwe. Êdî Waterloo’ya Erdoganî, wê çawa bibe? Gelo wê desthilatdarî dîsa li desthilatdarên berê yên li Enqereyê were vegerandin? Gelo wê li Tirkiye û Rojhiata Navîn aştiyeke nisbî be jî peyde bibe, tevî îstîqrareke siyasî û aborî? Çi diqewime bila bibe, gelo aqûbeta Erdoganî wê bibe çi? Ev pirsên hanê, êdî hêdî hêdî digihîjin bersivên xwe bi dagirkeriya artêşa Tirk a erdên Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê. Bi çeteyên qaşo Artêşa Azad a Sûrî û DAIŞ’ê re êrişbirina ser hêzên Kurd û hevalbendên wan ên eskerî siyasî, yek ji gavên serreke yên şaş ên ku di vê dagirkeriyê de dikarîn werin avêtin bû. Dijminatiya Erdoganî û hikûmeta dewleta Tirk a li dijî tevahiya destketiyên Kurd çav li reş kirine, êdî ew korên siyasî ne ku ber xwe nabînin. Herroj, duroj gavan diavêjin ku ji wan vegerin. Niha jî gavên wisa avêtin ku yekane rê ew e ku bi dadgeheke navneteweyî ceza karibin werin safîkirin; heke Tirkiye ji ya xwe neyê xwarê, rika xwe ya dijminatiya Kurdan dewam bike, ji vê pê ve wekî din ti rê li ber Tirkiyeyê û Erdoganî xuya nakin.

Niha peymaneke ne/nîv fermî ya agirbestê di navbera Meclîsa Eskerî ya Cerablusê û dewleta Tirk de heye. Lê belê hem meclîsê û hem jî QSD’ê eşkere da zanîn ku agirbest bi ti awayî ne bi wê maneyê ye ku ew dagirkeriya Tirkiyeyê qebûl dikin. Bi her halî, heke Tirkiye li Bakurê Kurdistanê li çareseriyeke muzakerekirî veneger a ku beriya wê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin û di encama wê de hem mafê xwerêvebirinê yê Kurdan û hem jî azadiya fizîkî ya Ocalan were misogerkirin, ew ê bi awayî nikaribe xwe ji vê rewşê rizgar bike. Jixwe rewşa eskerî ya li Bakurê Kurdistanê jî eşkere nîşan dide ku ji Tirkiyeyê û artêşa wê nayê bi rastî erdên berfereh konrtol bike, endamên artêşê û hêzên polîs ên Tirk jî nikarin ji avahiyên xwe derkevin derve.

Rakirina tecrîdkirina Ocalan, naskirina Xwerêveberiya Rojava, amadekirina destûreke bingehîn a demokratîk tevî çareseriya muzakerekirî ya pirsgirêka Kurd bi muxatebên wê re, yekane rê ye li pêşiya Tirkiyeyê ji bo ku nekeve rewşeke ji ya Sûriyê jî kambaxtir û karibe ji bo gelên wê encamên bi xêr û erênî bi xwe re bîne; ev yek li pêşiya Erdogan jî weke yekane rê diyar e da ku nebe Napoleon Bonapart ê ji text ketî û li sirgûnê mirî. Ez behsa dadgekirina gunehkarên şer û meseleya rûbirûbûna bi sûcên xwe re jî hîna nakim ji ber ku ew di rewşeke muzakerekirina çareseriyê de manedar dibin.