Însiyatîfa Gel a Kurdistanê, ji bo meşa 4’ê Tebaxê û çalakiya nobetê ya 4-5-6’ê tebaxê li navçeya Riha Serêkaniyê, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Însiyatîfê diyar kir ku di kesayetiya Rojava de pêşeroja azad a Kurdistanê hedef tê girtin û destnîşan kir ku êrîş ne tenê ji aliyê çeteyan ve tên kirin, li pişt êrîşan hêzên herêmî û navnetewî yên naxwazin Kurd azad bibin, hene.

Însiyatîfê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Di vê dema ku bi her awayî li dijî netewa Kurdistanê êrîşên giştî bi dijwarî tên kirin de, em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku di kesayetiya Îsa Huso de bi giyana seferberiyê xwedî li Şoreşa Rojava derkeve û di 4’ê tebaxê de bimeşe Serêkaniya ser xetê û berpirsyariyên xwe yên seferberiya netewî bi cih bînin û bi şiyara “Pêşeroja Rojava pêşeroja Kurdistanê ye” xwedî li rojavayê Kurdistanê derkevin û bi berxwedana giştî rabin serhildanê.”

Ji bo Rojava 2 rojan nobet
Li dijî êrîşên çeteyan ên li rojavayê Kurdistanê, bi pêşengiya KCD, BDP, DOKH, Meclisa Ciwanan û gelek rêxistinên civakî yên sivîl, li Serêkaniya ser xetê, wê di 4’ê tebaxê de meş bê lidarxistin, di 5-6 Tebaxê de jî nobet bê girtin. Li dijî êrîşên çeteyan ên li Rojava, amadekariya meşa 4’ê tebaxê ya li navçeya Riha Serêkaniyê bi pêşengiya KCD, BDP, DOKH, Meclisa Ciwanan û gelek rêxistinên civakî yên sivîl, tê lidarxistin, dewam dike.
Der heqê çalakiyên li navçeyê de duh civîneke çapemeniyê hat lidarxistin. Di civîna çapemeniyê ya li avahiya BDP’ê ya partiyê de endamê Meclisa Partiyê ya BDP’ê Adnan Etlî axivî û destnîşan kir ku li Rojhilata Navîn gava mijar dibe Kurd, têkoşînên azadiyê tên rawestandin û li dijî Kurdan êrîş destpê dikin. Etlî bal kişand ser êrîşên çeteya El Nûsra ya li dijî Kurdan û  wiha got: “Em li benda hemû Kurdan e ku bên Serêkaniyê û ji bo Rojava nobedê bigirin.”

RIHA