
Du jinên din ên Êzîdî di operasyona Reqayê de ji nava lepên DAIŞ‘ê hatin rizgarkirin. Her du jinên ji aliyê hêzên YPG/YPJ’ê ve hatin rizgarkirin niha li Meclîsa Şengalê ne. Her du jinan bûyerên bi serê wan de hatî vegotin.
H.N. û S.H. ku şeva DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kir dîl hatin girtin, di operasyona Reqayê de ji aliyê YPG’ê ve hatin rizgarkirin. Her du jin li piştî ku rizgar dibin hev nasdikin ku êşa wan wekî hev e.
H.N. 35 salî ye û dayika 7 zarokan e. S.H. jî hê 19 salî ye. H.N. dema qala serpêhatiya xwe dike, bi serbilindî dibêje, ‘Ev ne şerma me ye, bila yên ku ev bi serê me ve anîn fedî bikin’. S.H. jî gelekî şermokî ye û dil bi tirs e. Zehmetiyê dikişîne ku serpêhatiya xwe vebêje. Lê her du jî tînin ziman ku pêwîst e ew behsa bûyêrên bi serê wan de hatî bikin ku herkes van tiştan bibihîze.
‘Keçên ciwan ji bo xwe dineqandin’
H.N diyar dike ku ji 7 zarokên wê 3 hîn di destê DAIŞ’ê de ne û kêfxweşiya xwe tîne ziman ku tevî 4 zarokên xwe ji destê hovên DAIŞ’ê xilas bûne û wiha pê de diçe: “Em di 3’ê Tebaxê de ketin destê DAIŞ’ê. Dema DAIŞ’ê dest bi êrîşê kir, herkes direviya. Me jî bi wesayîta xwe hewl da birevin. Lê li bendeke kontrolê em sekinandin. Mêr birin cihekî cuda, jin û zarok birin cihekî cuda. Danê êvarî em birin Til Aferê. Jin û zarok xistin malekê. Di hatin zarokên li cem jinan ên hinekî emrê wan mezin, dibirin. Zarok ji bo xwe dibirin. Piştre em xistin Girtîgeha Banûşê. Em 8 rojan li wir man. Piştre balafiran li vir xist. Bi vê yekê em careke din birin Til Aferê û xistin dibistanekê. Ji me re gotin, ku em bi kêr nayên û em birin gundê Şîa. Keçên ciwan ji bo xwe dineqandin û dibirin. Li wê derê keçeke min ji min standin. Keçên ciwan dibirin Sûriyeyê û difirotin. Piştre em birin Mûsilê. Li Mûsilê jî em ji hev cuda kirin.”
‘Cilên me ji me kirin’
H.N. tîne ziman ku wan li Sûriyeyê gelekî tehde dîtiye û gelek caran li cem zarokên xwe weke kole hatiye firotin. Her wiha H.N ragihand, tirs û xof timî di dilê wan de hebû û dibêje: “Em li Sûriyeyê birin cihekî û ji wir jî birin Reqayê. Li Reqayê wextekî em li girtîgeheke di binê erdê hiştin û piştre em birin Tetmûrê. Li Tetmûrê jî em birin cihekî din. Lîsteyek di destê wan de bû û xwendin. Navê min jî xwendin. Cilên me ji me kirin û gotin, bimeşin. Li wê derê ez firotim zilamekî. Du mehan ez pê re mam. Kesekî ji Sûriyeyê bû. Piştre di navbera wî zilamî û berpirsyaran de pirsgirêk derket. Wî jî ez dam yekî ji Sûdanê. Wî ez û zarokên min birin aliyê Babê. Piştre ji wir em derbasî Reqayê bûn. Piştî wextekî min bihîst ku keça min jî li wir e û firotine zilamekî. Ji xwe li Tetmûrê kurekî min ji min standin. Piştre li Reqayê kurekî min ê din ji min standin.”
Zarokan dikin terorîst
H.N. anî ziman ku piştî xwîn ji ber zarokên keç diçû, ji bo xwe û ji bo li bazaran bifiroşin ji wan digirtin û kur jî perwerde dikirin. H.N. got, “Qîma xwe bi zilma li me dikirin, netanîn. Bi ser de zarokên me mîna cinawiran perwerde dikirin. Hemû zilamên em difirotin wan DAIŞ‘î bûn. Malbatên wan jî hebûn. Em dibirin malên xwe jî. Me malên wan jî paqij dikirin. Jinên wan jî li me û zarokên me dixistin.”
‘Min bihîst YPG nêz e…’
H.N. diyar kir, ew ji cem zilamê ku li Reqayê ew weke kole girtibû reviya û xwe gihand hêzên YPG’ê û dibêje: “Dema ku zilamê ez kirîm û DAIŞ’iyekî din bi hev re daxivîn, min bihîst ku operasyona Reqayê dest pê kiriye. Digotin, ku heval nêzî me ne. Ji xwe berê min newêrîbû tiştekî wiha bikim. Lê belê, dema wan kesan ji hev re digotin, heval nêz bûne, êdî cesaret hat min. Ji xwe tişta em di nav de bûn, ji mirinê xerabtir bû.”
Li dijî PDK’ê bi hêrs in
S.H.’ya 19 salî tevî hemû hewldanên H.N. jî qala çîroka xwe nake û her carê gotin di ber de dimîne. Hêzên ewlekariyê û rayedarên kampê tên pêşwaziya me. Her kesî bi hezkirinê ew her du jin pêşwazî kirin.
Di destpêkê de dayikên ji Meclîsa Jinê ya Kampa Newrozê bi kincên xwe yên spî boz tên serdanê. H.N., S.H. li vê derê dema dayikan hembêz dikin, rondik ji çavên wan dibarin. Piştî wextekî jin di navbera xwe de dest bi sohbetê dikin û qala êrîşên DAIŞ’ê yên li dijî Şengalê û rewşa esîran dikin. Hemû dilşewat in û li dijî PDK’ê gelekî bi hêrs in, ku weke sedema esîrbûna xwe PDK’ê dibînin.
‘Ez firotim 5 kesan’
S.H. dibêje ew tevî bavê xwe esîr ket destê DAIŞ’ê û wiha domand “Em girtin. Piştre ji me re gotin, ‘werin em we bibin mala we’. Li wê derê bavê min ji min qut kirin. Piştre em birin Mûsilê. Piştî ku em şevekê li cihekî man, em birin Sûriyeyê. Bi vî rengî ez firotin 5 kesan. Ji bo min êdî ti wateya jiyanê nema bû. Ez reviyam û min xwe gihand YPG’ê.”
‘Nina li Şengalê ne’
Jinên li odeyê heman êşê dikişînin, hemû jî bi hêrs û dilşewat in. Yek ji dayikan dibêje, “Em miletek in ku naxwazin tiştekî nebaş bi serê kesî ve were. Êşa van tiştên anîne serê me wê rojekê ji wan bê girtin. Kûçikên DAIŞ’ê û PDK ya ku em di nava lepên wan de hiştin, wê rojekê bi axîna me hilweşin.” Piştî rojekê H.N. û S.H. tevî zarokên xwe, ji aliyê rêveberiya kampê ve mîna hemû jinên din ên Êzîdî yên ji DAIŞ‘ê hatine rizgarkirin radestî Meclîsa Jinê ya Şengalê tên kirin û ber bi Şengalê ve bi rê dikevin.
BÊRÎTAN SARYA / DÊRIK / ANF