Piştî rizgarkirina bajarê Minbicê ji komên çeteyên DAIŞ`ê û bi vegera niştecihên wê re, êdî dem hatiye ku bajar ji nû ve were avakirin. Endezyarên ku cihê xwe di nava Kordînasyona Jinûve-avakirina Kobanê de digirin, bi hevkariya endezyarên bajarê Minbicê, dê bajar ji nû ve ava bikin.


Xwedî tecrûbe ne 

Ji bo ji nû ve avakirina bajarê Minbicê û destekdayîna gelê wê 4 endezyarên pispor ji Kordînesyona Jinûve-avakirina Kobanê û ji bajarê Minbicê jî 5 endezyar hatine diyarkirin da ku tevli xebatên tesbîtkirina ziyanan bibin. Ev endezyar bi awayekî aktîf û plankirî kar û xebatên xwe di nav hev de dabeş kirine û bi riya komîteyekê xebatên xwe kordîne dikin.

Ji ber ku endezyarên Kordînasyona Jinûve avakirina Kobanê xwedî tecrûbe ne û zêdetirî salekê cihê xwe di nav xebatên ji nû ve avakirinê de girtine, hem di warê tesbîtkirina ziraran û hem jî di warê rakirina bermahiyên malan de tecrûbe girtin, lewra wan cihê xwe di nav vê komîteyê de girtiye.

Endezyarê bi navê Sebrî Osman ku cihê xwe di nava ji nû ve avakirina Kobanê de digire, da zanîn ku ew bi awayekî bi rêk û pêk bi hevkariya endeziyarên bajarê Minbicê kar û xebatên tespîtkirina ziyanan dimeşînin û got: “Em karê xwe bi riya komîteyekê bi rê ve dibin. Ev komîte beriya her tiştî di nava bajêr de geriya da ku cihên ku ziyan dîtine lêkolîn û tesbît bike.”

Sebrî Osman her wiha got ku eger wêraniya ku li Kobanê pêk hat û ya Minbicê bi hev re werin hevrûkirin, tê xuyakirin ku li gorî Kobanê ziyanên ku li Minbicê pêk hatine, ji sedî 5 e, ji ber vê yekê dê ji nû ve avakirin û sererastkirina cihên ku zerar dîtine, di demeke kurt de pêkwere.

Endezyar Yasir Ehmed ku ew jî yek ji endezyarên cihê xwe di kordînasyona ji nû ve avakirina Kobanê de digire û her wiha cihê xwe di nava vê komîteyê de girtiye, diyar kir ku çawa li Kobanê xebatên ji nû ve avakirinê hatin meşandin, wê ew li bajarê Minbicê jî bi vî rengî van xebatan bimeşînin û heya ku ji dest wan were ew ê bi endezyarên bajarê Minbicê re bibin alîkar.

Endezyarê ji bajarê Minbicê yê bi navê Mihemed Hesen jî derbarê mijarê de ev tişt gotin: “Di encama şer û pevçûnên di navbera komên çete yên DAIŞ’ê û şervanên Minbicê û dorpêça ku 75 rojan dom kir de gelek mal û taxên bajarê Minbicê ziyên madî dîtine. Em wekî endeziyarên bajarê Minbicê bê berdêl tevlî xebatên tespîtkirina ziyanên madî bûne û em bi hêvî ne ku em bikaribin ji bajarê Minbicê û gelê  xwe re xizmeteke baş bikin.”


 MINBIC