
Hevserokê PYD’ê Salih Muslim diyar kir ku tekoşîna li Minbicê, dibe mînaka avakirina siberojeke demokratîk û got, wê Minbic bibe navenda avakirina jiyana hevbeş.
Salih Muslim got, gel bi hev re Minbicê rizgar dikin û ev yek girîng e di avakirina netewa demokratîk li Sûriye de û weha peyivî: “Tevlîhevbûna xwîna pêkhateyên Sûriye li Minbicê gelekî girîng e. Nexasim ji bo nêrîna me ya stratejîk ku ew jî netewa demokratîk e. Netewa demokratîk bi pêkhateyan ava dibe. Wek gelê Kurd em li pey xwîna şehîdan in. Xwîna şehîdên me jî tevlî hev bûye, kesî ku vê xwînê ji hevdu veqetîne, tune ye. Xwediyên şehîdan çi Kurd, Ereb û Tirkmen, neçar in ku vê dozê bi hev re bidomînin. Tekoşîna li Minbicê ji bo me dibe mînaka avakirina siberojê.”
Avakirina civaka demokratîk
Muslim diyar kir ku rizgarkirina Mibicê pişta çeteyan dişkîne û wiha axaftina xwe dewam kir: “Operesyona Minbicê ji du aliyan ve gelekî girîng e. Minbic paytexta veşartî bû. Her tiştên DAIŞ’ê li wê derê bû û Ji bo wan navendeke gelekî girîng bû. Sîstema ku DAIŞ’ê li Minicê avakiribû, ji ya Reqayê jî xurtir bû. Minbic navenda perwerdekirina DAIŞ’ê bû. Biyaniyên ku diçûn û dihatin Ewrûpa li Minbicê perwerde dibûn.”
Salih Muslim da zanîn ku Minbic wê li ser bingehê neteweya demokratîk bibe navenda avakirina jiyana hevbeş û wiha pê de çû: “Minbic wê bibe navendeke girîng ji bo avakirina jiyana hevbeş û li ser bingehê neteweya demokratîk avakirina civakek demokratîk be.”
‘Me guh neda helwêstên wan’
Derbarê pirsa helwesta hikûmeta AKP’ê û hêzên dijberên demokrasiyê li hember operesyona Minbicê Salih Muslim got, “Helwestên van hêzan destpêkê gelekî dijwar bû. Dema ku rojhilatê Firatê hat rizgarkirin, wan gelek xetên xwe danîn. Lê ew xetê wan binpê bûn. Ji bo Minbic û Cereblûsê helwêstên wan tu dibêjî belkî, ew xwediyên malê ne û biryarê didin. Dema ku gel li vir heye, bi hev re biryara dan û bi hev re dixwazin tiştekê bikin, ti mafê kesî tune ye ku destdirêjiyê bike. Lê bêguman me guh neda helwêstên wan.”
Muslim weha li hemberî helwêsta neerênî ya Tirkiyeyê axaftina xwe dewam kir: “Te berê ji ev xerabî du-sê salan kir û li ser vî gelî meşand. Tu hîna çi dixwazî? Altarnatîfa te çi ye.Ti altarnatîf li cem tine ye. Dibêjin, bila ev hêz nekevin Minbicê, wekî din çi dibe bila bibe. Tiştên ku ew dikin jî nameşe. Dijminatiya wan jî li ser vî bingehî ye.”
Muslim di dawiya peyvên xwe de got, “Pirsgirêka Minbicê nêzik bi dawî dibe. Ez hêvî dikim ji her kesî ku îro xebata siyasî û civakî dike, li gorî fedakariya heyî, tev bigerin. Bila gelê me bi me bawer be, em ê bi ser bikevin.”