Nerazîbûnên li dijî gefên dewleta Tirk a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, zêde dibin. 100 rêxistinên mafê mirov ku di herêmên Rêveberiya Xweswer de dixebitin li hev civiyan û amadekariyên ji bo rewşa awarte û mekanîzma alîkariya bi sivîlan re nîqaş kirin.Tevî Hevserokê Buroya Karûbarên mirovahî, zêdeyî 250 kesayet ku nûnertiya zêdeyî 100 rêxistinên mirovî dikin, di civînê de amade bûn. Beşdaran, gefên dewleta Tirk yên li ser herêmên Rêveberiya Xweser û encamên vekişandina hêzên Emerîkayê ji hin herêman nîqaş kirin û gotin, biryaya vekişandinê wê bandoreke neyinî li gelê herêmê bike û wê bibe sedema felaketekê û koçberkirina bi koman a şêniyan. Nûnerên rêxistinan anî ziman ku ew vekişîn û gefên heyî ji pêkanîna erkên wan ên mirovahî li herêmê paşve nakşîne û ew amade ne bi awayekî berdewam alîkariyên mirovî ji şêniyên herêmê re pêşkêş bikin. Her wiha gotin ew ti guhertinê di plansaziyên xwe yên heyî de çênakin. Beşdaran li ser danîna plansaziyeke ji bo rewşên awarte wekî koçberkirina ji ber êrişê pêkan e, li hev kirin. Her wiha detayên girêdayî xebatên rêxistinan, plansaziya zivistanî û mekanîzmeya xebatên wê bi Rêveberiya Xweser re jî nîqaş kirin.
EYN ÎSA