
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê sedem û encamên şerê 24’ê Tîrmeha 2015-23’ê Tîrmeha 2016’an ên li gelek bajarên Kurdistanê bi daxuyaniyekê eşkere kir.
YPS’ê pêvajoya beriya êrîşên di 24’ê Tîrmeha 2015’an de destpê kir nirxand û bal kişand ser polîtîkayên qirkirinê yên AKP û Erdogan li ser gelê Kurd ferz dikir û berxwedana ciwanên Kurd a li hemberî vê yekê nîşan dan. YPS’ê destnîşan kir, ku wê hesabê her dilopa xwînê ya hatiye rijandin bê pirsîn.
YPS’ê komkujiyên li bajarên Kurdistanê hatin kirin bibîr xist û ragihand, yekane berpiryarê van komkujiyan AKP û çeteyên Qesrê ye.
‘AKP û Erdogan qirkirin ferz kirin’
Di daxuyaniya YPS’ê de hat ragihandin, ku li ser bingeha hewldanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hewl hat dayîn pirsgirêka Kurd bi rêya muzakereyê bê çareserkirin û hat gotin; “Li hemberî vê yekê, rejîma Erdogan û AKP’ê, ev pêvajo ji bo xwe kir firsendeke qirkirineke nû ya Kurdan, maseya muzakereyê qeliband û plana komkujî û qirkirinê ya demeke dirêj amadekariya wê kiribû, bi êrîşa 24’ê Tîrmehê re xist meriyetê. Piştî maseya hat qelibandin û pêvajoya muzakereyê ya ji holê hat rakirin, gelê Kurd biryar da siberoja xwe ya demokratîk û azad bi xwe ava bike û têkoşîna xwerêveberiyê weke stratejiya bingehîn pejirand. Li hemberî van çeteyan, gelê Kurdistanê bi serhildanan, bi ragihandina xweserî û parastina xwerêveberiyê bersiv da. Li pêşberî vê berxwedana xwerêveberiyê, vîna Erdogan û çeteyên Qesrê şikest, bêçare man û ji bo xwe ji vê tengaviyê rizgar bikin, serî li her şêwe komkujiyan dan.”
Berxwedana bajaran
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê bal kişand ser ‘berxwedana bajaran’ a li gelek bajarên Kurdistanê hat kirin û da zanîn, çeteyên AKP û Qesrê li hemberî vê berxwedanê, komkujiyên li dijî mirovahiyê kirine.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Berxwedana bajaran ku wê bi tîpên zêrîn li dîroka me ya têkoşînê were nivîsandin, bi fedekariyeke mezin û ruhê fedayî yê Apoyî, asta dilsoziyê ya ciwanên Kurdistanî û gelê fedekar ê Kurdistanê derxist holê. Çeteyên AKP/Qesrê li hemberî vê bexwedanê komkujiyên li dijî mirovahiyê kirin, bedenên şehîdên me parçe kirin, mirovên me bi saxî li jêrzemînan şewitandin û kirin ku cenazeyên me neyên naskirin. Li hemberî vê wehşet û qirkirina li ti devera cîhanê nehatiye dîtin, berxwedana ciwanên Kurdistanî rêbazeke nû ya têkoşînê afirandiye. Di serî de li Gimgim, Kerboran, Farqîn, Sûr, Silopiya, Hezex, Baglar, Cizîr, Gever, Şirnex, Bismil û Nisêbînê li gelek herêmên Kurdistanê bi pêşengiya YPS’ê berxwedana xwerêveberiyê ket rojevê. Rejîma AKP/Qesrê ya li pêşberî berxwedana li vê qadê têk çû, li ser bingeha plana qirkirinê dest bi komkujiyan kir. Li Cizîr, Hezex, Silopiya, Sûr, Gever, Şirnex û Nisêbînê, jin, zarok, extiyar mirovên me hatin qetilkirin. Ruhê berxwedêr ê van mirovên me bûne sembola dîroka me ya têkoşînê.”
‘Ciwanan fedakariyeke mezin nîşan da’
YPS’ê da xuyakirin, ku ciwanên Kurd bi fedekariyeke mezin li hemberî êrîşên AKP’ê li ber xwe dan û diyar kir, ji ber şert û mercên demsala zivistanê HPG’yiyan heta astekê beşdar bû û destekeke mezin pêşkêş kirin.
Di daxuyaniyê de ev nirxandin hat kirin: “Weke YPS, her çend di vê pêvajoya berxwedanê de ji aliyê taktîkî ve şaşiyên me çêbûn jî, li pêşberî berxwedana destanî ya pêşengên leheng, çeteyên Erdogan û Qesrê şikestin. Bi taybetî Mehmet Tûnç û gelek şehîdên me, heta nefesa xwe ya dawî bi dirûşma ‘em ê serî netewînin, li ber xwe bidin, bila gelê me bi me serbilind be’ li ber xwe dan û şehadetî bi lehengiyeke mezin pêşwazî kirin. Ev yek li hemberî qelsiya dijmin bû bersiva herî mezin. Tevî ku çeteyên AKP/Qesrê bi bikaranîna çapemeniya şerê taybet hewl dan rastiya vê berxwedanê veşêrin û gel bixapînin jî, nekarî vê berxwedana gelê Kurdistanê bişikînin.”
‘Berpirsiyarê komkujiyê AKP´ê ye’
YPS’ê destnîşan kir, ku yekane berpirsyarê van komkujiyên li gelê Kurdistanê hatiye kirin, çeteyên AKP/Qesrê ne û bêdengiya li pêşberî van qirkirinên li gel hatine kirin, weke helweste li derveyî mirovahiyê pênase kir. Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, “Baweriya me tam e ku gelê Kurdistanê yê leheng-welatparêz wê rê ne de zext, zilm û qirêjiya rejîma AKP’ê û li ser şopa şehîdan bimeşe. Weke Koordînasyona YPS’ê em hemû hevrêyên xwe yên di vê berxwedanê de bi lehengî şer kirin û gihîştin şehadetê careke din bi rêzdarî bibîr tînin û dixwazin bê zanîn, ku hesabê her dilopa xwînê ya hatiye rijandin wê bê pirsîn.”
NAVENDA NÛÇEYAN
Bîlançoya salekê ya berxwedanê
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê bîlançoya şerê li bajarên Kurdistanê yê navbera 24’ê Tîrmeha 2015 û 23’ê Tîrmeha 2016’an eşkere kir. Di şer de 2218 çeteyên qesrê hatin kuştin. 363 şervanên YPS/YPS Jinê jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî daxuyaniya Koordînasyona YPS’ê, bîlanço bi vî rengî ye:
Çeteyên hatin kuştin: 2218 Çeteyên birîndar: 690 Çeteyên dîl hatin girtin: 2 Wesayîtên hatin rûxandin (Zirxî): 457 Wesayîtên derb li wan hat xistin: 307 Derb li helîkoptereke Skorsky û trenekê hat xistin. Balafirên keşfê Drone yên hatin xistin: 65
Şehîdên YPS’ê
Şehîdên YPS/YPS Jinê: 363 Birîndar: 15 Berxwedêrên me yên dîl hatin girtin: 16 Şehîdên sivîl: 298 Birîndarên sivîl: 27
Çek û cebilxaneyên ji ser çeteyan hatin rakirin
8 Debance (tevî jarjorên xwe), 1 çeka MP5, 5 dûrbînên şevê, 3 bêtêl, 8 çekên melez, 4 dûrbîn, 18 jarjor, 2 qertên bîra elektronîk. Tê de dîmenên şer hene., 1 wesayît, 1 motorsîklet, 1 kepçe, 2 çeteyên leşkerî û belgeyên operasyonê, 4 êlekên ji pola, 17 mertal, 2 dûrbînên termal, 1 kelepçe, 1 telefon,1 çeka bombeavêj
Yên hatin rûxandin
1 amûra lêgerîna li mayînan, 2 jenerator, 2 cîhazên termal, 1 çeka A4,1 amûra telekomê, 1 stasyona bazê