
Dahfika hêzên navnetewî
Karayilan di her sê milîtanên pêşeng, di yekemîn salvegera şehadeta wan de, bi rêzdarî bibîr anî û di kesayetiya wan de soza şopandina tekoşîna wan dubare kir. Karayilan wiha got: "Tê zanîn ku yên êrîş kirine, ji cihên kûr û tarî hêz girtine. Hêzên ku heta roja îro gelê Kurd di bin esaretê de ragirtine, înkar kirine û xwestine gelê me kole bikin û li Kurdistanê mêtîngeriyê biafirîne, berpirsyarên vê komkujiyê ne. Yên ku ev komkujî li Parîsê kirin, yên li dijî Rêber Apo komploya navneteweyî kirin û yên ku li Roboskî komkujî kirin, hemû yek in. Ev êrîş ji navendekê tên organîzekirin. Lingê van êrîşan ê Tirkiyeyê û lingê wê yê navneteweyî heye."
Fransa şirîkê komkujiyê ye
Karayilan anî ziman ku dewleta Fransa şirîkê komkujiya Parîsê ye û eger bixwaze dikare bi hêsanî yên ku ev komkujî pêk anîne û yên destek dane vê komkujiyê zelal û eşkere bike. Karayilan di vê mijarê de jî wiha got: "Di dest de ev derfet hene. Li cihekî ewçend kontrolkirî yê mîna Parîsê de komkujiyeke bi vî rengî dikare çawa pêk were, kî dikare vê bike; ev hemû tên zanîn. Lewma ewçend zehmet nîne ku hêzên li pişt vê komkujiyê bên ronîkirin. Lê belê ji ber ku Dewleta Fransa di vê komkujiyê de xwedî rol e, yanî sûcdar e, bi ser vê komkujiyê ve naçe û rûyê rast ê bûyerê ronî nake."
Rola hêzên hundur û derve
Fermandarê gerîla Murat Karayilan diyarkir ku di roja yekemîn a sala 2013'an de dîsa bi heman rengî li Amed-Licê, Fermandarê gerîla yê Eyaleta Amedê Nûmar û 9 hevalên pê re rastî êrîşekê hatin, ev êrîş bi armanca sabotekirina pêvajoya çareseriyê ji aliyê Dewleta Paralel ve hat kirin. Karayilan destnîşankir ku komkujiya Parîsê dewama vê êrîşê ye û ji aliyê Gladiyoya NATO'yê ve hatiye kirin ku aliyê esasî yê dewleta paralel a navneteweyî ye, eger li pişt vê êrîşê hêzeke ewçend kûr nebûya û bi tenê ji aliyê dewleta Tirk ve hatiba kirin, wê zû de eşkere bikirana."
Esareta li ser PKK´ê
Karayilan got, bila dewleta Tirk, dewleta Fransa û Gladiyoya NATO bizanibin ku gelê Kurd wê vê komkujiyê ronî bike, wê destûrê nede ti kesî ku rastiya vê komkujiyê were veşartin, ser wê bê nixumandin. Wê hesabê vê êrîşa hovane bê pirsîn. Gelê Kurd, jinên kurd û Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê wê hesabê vê bipirsin."
Parîs, Roboskî û Licê
Karayilan balkişand ser komkujiya Roboskiyê jî û wiha got: "Dadgha Leşkerî ya Tirkiyeyê derbarê Komkujiya Roboskî de biryarek stend. Komkujî weke 'qezayeke jênerevîn' bi nav kir û got, "ti qisûra dewletê nîne.' Yanî got, 'qisûra gelê Kurd heye'. Zîhniyetê mêtîngeriyê vaye ev e. Komkujiya Roboskî, komkujiyên Lice û Parîsê wêneyê mêtîngeriya li ser Kurdistanê bi awayekî zelal radixe pêş çavan. lê belê divê her kes bizanibe ku gelê Kurd wê wê Komkujiya Parîsê jî û ya Roboskî jî ronî bike û wê ji berpirsyarên komkujiyan hesabê bipirse."
Bila ruhê wan şad be
Fermandar Murat Karayilan di yekemîn salvegera komkujiyê de tevahiya cangoriyên Kurdistanê bibîra anî û wiha got: "Em rêhevalên xwe Sara, Rojbîn û Ronahî careke din bibîrtînin û soz din hemû şehîdên xwe û dibêjin; 'Ey şehîdên me yên leheng! Bila ruhê we şad be, hûnê ti carî nemirin. Têkoşîna we wê mezintir bibe, doza we wê bi ser bikeve. Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê, heta azadiya welatê me û azadiya Rêber Apo wê di şopa we de bi lehengî bimeşin, gelê Kurd wê di xeta we de têkoşîna we bibe serketinê. Hûnê her tim di têkoşîna me de weke lîderên nemir bijîn."
Meşa li Parîsê
Karayilan di dawiyê de bal kişand ser meş û mîtînga li Parîsê 11ê mehê tê lidarxistin û ev bang kir:""Gelekî girîng e ku gelê Kurd di asta herî bilind de xwedî li şehîdên Parîsê derkeve û ji bo ronîkirina komkujiyê bi awayekî bi bandor bikeve navberê. Ronîkirina komkujiya Parîsê wê şîfreyên mêtîngeriya xwe dispêre hegemonîzma navnetewyî ya li ser Kurdistanê, ronî bike. Ji ber vê yekê têkoşîna ji bo ronîkirina Komkujiya Parîsê û hesabpirsîna ji vê komkujiyê wezîfeya welatparêziyê ya tevahiya gelê Kurd e. Lewma em bang li gelê Kurd ê li Ewropayê dikin ku bi hêzeke mezin beşdarî mîtînga 11'ê Çile ya li Fransayê bibin."
BEHDÎNAN