Beriya demekê televîzyon û radyoyên NDR’ê û WDR ên Elmanya diyar kiribûn ku li Herêma Kurdistanê çekên Elmanya ji bo pêşmergeyan di şerê dijî DAIŞ’ê de bikar bînin şandine, li bazarên Hewlêr û Silêmaniyê tên firotin. Derbarê mijarê de Berdevkê Wezareta Pêşmergeyan Enwer Hacî Oman diyar kir ku tenê çend pêşmergeyan ji bo biçin Ewropa çekên xwe firotine.
Şandeyek Elman doh serdana Herêma Kurdistanê kir. Hate ragihandin ku piştî şandeya Elman bi rayedarên Wezareta Pêşmergeyan re hevdîtin pêk bîne, wê derbarê mijara firotina çekên Elman li bazara reş a Herêma Kurdistanê lêkolîn bide destpê kirin.
Hikûmeta Elmanya di 2014’ê de bi armanca alîkariya pêşmergeyan a ji bo şerê dijî DAIŞ’ê, li gel fûzeyên antî-tank, 8 hezar demance, hejmarek zêde ya çekên G36 û G3 û 20 hezar keleşnîkov şandin Başûrê Kurdistanê.
HEWLÊR