Rojnameger Leyla Yildizhan (Denîz Firat) a ku di 1984'an de li gundê Xecîxatunê ya bi ser navçeya Ebexa bi ser Wanê ji dayik bû, di 8'ê Tebaxê de dema ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kampa Mexmûrê dişopand jiyana xwe ji dest da. Yildizhan a ku hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê ji cihanê re radigihand, ewil di 4 saliya xwe re dayika xwe winda dike, piştre jî 1991'an de ji ber ku lêgerîna bavê wê bi hinceta alîkariya PKK'ê dike derdikeve di 7 saliya xwe de bi 4 xwîşkên xwe re diçin gundê Arapken a Îranê û ji wir jî derbasî Iraqê dibin. Di biçûktiya xwe de li hemberî PKK'ê hezkirina wê çêdibe, ewil xwîşka wê ya 17 salî Ayfer (Binivş), piştre jî xwîşka wê ya din Şukran (Sarya) tevli refên PKK'ê dibin. Ji ber ku hezkirina wê ya PKK'ê heye ew jî navê Denîz digire. Di 1997'an de li Zapê di pavçûneke de xwîşka xwe Ayferê winda dike, di 8'ê Tebaxa 1999'an de jî di pevçûna herêma li Metînayê xwîşka xwê ya din Şukranê winda dike. Di vî demê de xwîşka wê ya din Horya jî tevli refên PKK'ê dibe û navê Binevşê li xwe dike. Malbata ku bi tevahî di nava PKK'ê de cih digirin çeka yên ku jiyana xwe ji dest digirin hildigirin û bi rengî têkoşînê didomînin.

Denîz Firat di çar parçeyên Kurdistanê rojnamegeriyê dike, 2 caran bi giranî birîndar dibe. Ligel ku ji malbata xwe 2 kesan winda dike û 2 caran jî bi giranî birîndar dibe jî tu caran li rûyê wê ken kêm nabe. Ligel ku xwendin û nivîsandina wê nîn e jî ev yek li pêşiya wê nabe asteng. Ewil xwendin û nivîsandinê hîn dibe piştre jî dibe nivîskar. Xeyela wê ya herî mezin jî nivîsandina jiyana Binevş û Saryayê ye. Hovîtiya çeteyan li hemberî vê daxwaza wê dibe asteng. Di axaftineke xwe de gotibû ku piştî ku bûye rojnameger li hemberî her tiştî bêhtir meraqa wê çêbûye. Denîz Firatê bi vê nêzîkatiya xwe kevneşopiya Çapemeniya Azad heta dawî bi cih anî.
Denîz Firat weke xwîşka xwe Sarya di 8'ê Tebaxê de jiyana xwe ji dest da. Ligel malbata xwe demeke dirêj bû nedîtibû jî bi hemû kesan re têkîliyên wê hebû. Cihê xwe hefizeya hemû kesan de girt û ji nava me çû. Denîz piştî salan vegeriya axa xwe ya ku jê hatibû qûtkirin. Heval û xizmên wê yên ku bi Denîzê re manê qala wê kirin.

'Piştî 15 salan min ew nas nekir'

Birayê Denîz Seyat Yildizhan nerînê xwe wiha dibêje:  "Pİştî ku tevli refên PKK'ê bû me her tim serkeftinên wê bihîst. Beriya ku ez bikevim girtîgehê 7 salî bû. Piştî çend salan dema ku ez çûm cem malbata xwe min ew nasnekir. Herî dawî dema ku min dît 15 salî bû. Hevalên wê me bihev danasî. Pir henek dikir. Tiştên neyînî jî bi awayeke henek dianî ziman. Dema ku hezkirina wê ya jiyanê dît ez pir kêfxweş bûm."
Xwîşka wê Yuksel Îrlan a ku ji 4 salî heta 7 saliyê ji Denîzê re dayiktî kiriye û wiha berdewam kir: "Me di televîzyonê de dengê wê dibihîst. Li ser înternetê em dixavîn. Dema dawî ku em axivîn, got min nefikirin, dema ku ez tiştên veşarî derdixim baştir bidim."

‘Ezê şopradê wê bim‘

Xwîşka Denîz, Bêrîtan a li Kampa Mexmûrê ji dayik bûye got ku têkîliyên wê bi xwîşka xwe re pir başbû û ew li hemberî pirsgirêkan gelekî bihistiyar bû. Bêrîtan wiha axivî: "Ligel ku di serê xwîşka min de parçe hebû jî li kû derê pirsgirêk heba diçû wir. Ligel germa havînê, serma zivistanê li pey nûçeyan bû. Taybetiya wê ya herî mezin gelek xwîngerm bû. Ez gelek caran diçûm cem xwîşka xwe. Careke topebarana Îranê hebû. Wê xwê avêt ser min. Ne tenê ji bo min ji bo hemû hevalên xwe wisa bû. Rewşeke xetere heba xwe davêt pêş."
Bêrîtan destnîşan kir ku ew ê jî weke xwîşka xwe bibe rojnameger û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Ez ê pênûsa wê hilbigirim. Têkoşîna wê dê li erdê nemîne. Me 3 şehîd da, her ya ku çû çeka ya din rakir, ez ê jî pênûsa Denîz hilbigirim û rastiyan binivîsînim."
'Bêhesab tevli xebatan dibû'
Hempîşeyê Denîz Firat, Zekî Erdem jî diyar kir axaftina têkîldarî Denîz pir zehmet e û 2 salan bi hevre mane û wiha got: "Hevala Denîz wiha digot; 'heke em li du hev tiştekî bibêjin piştî yek şehîd bikeve nebêjin. Em çi his dikin di demê de parve bikin' Ev gotina wê gelek bandor li mir kiribû. Dema ku di 2009'an de dê dest bi xebatên çapemeniyê bike hineke bi fikar bû. Lê piştre geleki biserkeftî meşand."


HULYA EMEÇ/DÎHA/WAN