Ji welatiyên herêma ku xaka xwe bernedan û çek û rextên xwe hilgirtin, dayîka bi navê Ferîde Ehmed a 55 salî jî heye. Ferîde tevî dijwariya şer li herêmê mala xwe berneda û biryar da ku bi malbata xwe re bimîne. Dayîka Kurd diyar kir ku divê her kes tavilê çekê rake û berê xwe bide eniyên şer. Ferîde destnîşan kir ku keç û xort Kobanê tevî pîr û kalan bi hemû hêz û derfetên xwe li ber xwe didin û divê her kes cihê xwe di nava vê berxwedanê de bigre. Ehmed da zanîn ku temenê wê yê mezin wê tu caran ji bo parastina herêma wê nebe astengî û got: "Îro Kobanê hewcetî me ye. Kobanê bang li zarokên xwe dike. Li ser hawara Kobanê bila her kes were û wê biparêze. Heta dilopa dawî em tu caran xiyanetê li Kobanê nakin."
Ferîde Ehmed berxwedana Yekîneyên Parastina Gel, Yekîneyên Parastina Jin û gelê herêma Kobanê silav kir û got: "Serkeftin nêz e. Kobanê wê bibe goristana çeteyan."
KOBANÊ