1986ʼan Serokwezîrê Swêdê Olof Palme hat kuştin. Ev reşkujî xistin stûyê Kurdan û ev pêvajoya reşkirina Kurdan heta PKK bixin lîsteya terorê dewam kir. Niha dozgeriya Swêdê weke kujer Stig Engstrom diyar kir û bi vî awayî ser dozê girt. Rêber Apo sala 1996´an di MED-TV´yê de li ser reşkujiyê axivîbû, qala dostaniya Palme ya ji bo Kurdan kiribû û reşkujî weke komployeke navdewletî ya NATO û Gladioyê destnîşan kiribû û xwestibû Swêd kujerên rastî eşkere bike û bi ser de biçe. Dema ku Olof Palme careke din sala 1982ʼyan bû serokwezîr, Kurd kêfxweş bûbûn. Kurdan ew weke parêzerê xwe bi nav dikir. Axaftinên gelekî qenc ji bo Kurdan dikirin. Ne tenê ji bo Kurdan bi giştî li ber zilmê radibû. Ketina tankên Sowyetê nava Pragê şermezar dikir, bombardûmana DYE'yê ya li Vîetnamê dişiband komkujiyên Naziyan, li Ewrûpayê jî rejîma dîktator Franko û cûntaya Yewnan bi gotinên tund rexne kirin û alîgirê bêçekbûna nukleerî bû. Olof Palme 12'ê Tebaxa 1980'î di hevpeyvîna xwe ya li rojnameya Aftonladetê weşandî de ji bo Kurdan digot: "Em kurdan weke gelekî ku xwedî nasnameya xwe ya neteweyî ye, dibînin. Û ev yek jî ferz dike ku divê ew çarenûsa xwe bi xwe diyar bikin. Divê bi rêya hevdîtinê û rêbazên aştiyane ev yek pêk were. Lewma pêwîst e mirov êşa gelê Kurd fêhm bikin û piştgiriya têkoşîna wan bikin." Olof Palme ku ji rojnamevan-nivîskar Mahmût Baksî re axivî, di hevpeyvînê de dûr û dirêj qala têkoşîna Kurd û Kurdistanê dikir. Di sala diduyan a serokwezaretiya Palme de PKK'ê 15'ê Tebaxa 1984'an dest bi têkoşîna çekdarî kir û bala herêmê û cihanê kişand ser xwe. Dewleta Tirk a ku bi vê pêngavê veciniqî, yekser Rêxistina Peymana Atlantîk a Bakur (NATO) xiste dewrê. Hevdîtinan ji bo tepisandina serhildana çekdarî ya Kurdan di Cotmehê de li NATO'yê dest pê kir û di dawiya sala 1984'an de wê bi encam bûna. 'Serkêşên mezin' ên NATO'yê Elmanya, Ingilistan û DYE'yê di têkoşîna dijî PKK'ê de derfetên leşkerî, siyasî û aborî pêşkêşî dewleta Tirk kirin. Elmanyayê dest bi pêşkêşkirina çek û wesayitan ji bo rejîma Enqereyê kir. DYE'yê jî konsepta 'tepisandina têkoşînên azadiyê' yên li Latîn Amerîkayê yekser radestî Daîreya Şerê Taybet a Tirk kir. Kirin bingehê lîsteya terorê Êvara 28'ê Sibata 1986'an dema Olof Palme tevî hevsera xwe ji salona sînemayê derket, ji pişt ve yekî gule berdayê û ew kuşt. Hefteyek piştî bûyera kuştinê avêtin ser malên welatparêzên Kurd, gelek Kurd girtin û birin qereqolan. Di wê demê de li dijî Kurdan li Swêdê pêleke giran a girtinê dest pê kir. Vê yekê li Elmanyayê dewam kir. 15'ê Tebaxa 1986'an ji Kurdistaniyên ku xwestin li Duisburgê Newrozê pîroz bikin 800 kes kirin lêpirsînê. Îdîa dikirin ku plansazê sereke yê vê bûyera kuştinê Cemîl Bayik û Abdullah Ocalan in û ew ê tevlî Newrozê bibin, biaxivin. Hin saziyên medya navendî yên Swêdê û rojnameyên Tirk ên mîna Hurriyetê ev bûyera kuştinê xistibûn stuyê PKK'ê. Bi vê kuştinê re lîderekî ku hêzên global zêde jê hez nedikirin, ji holê hate rakirin. Lê rewş ji bo Kurdan hîn girantir bû. Kurdan lîderek ji dest da ku li qada navneteweyî mafê wan bi xurtî diparast. Berpirsyariya bûyera kuştinê xistin stuyê PKK'ê û bi vî rengî jî operasyonekê ji bo reşkirina Kurdan dest pê kir. Paşê jî wê ev reşkirin pirr bi pêş ve biçûna, heta PKKê bixin lîsteya terorê. Reşkujiya NATO û Gladiyoê Rêber Apo 1996’an di hevpeyvîneke xwe ya li MED TV´yê de kuştina Palme weke komployeke navdewletî bi nav dikir û digot, dixwazin bi kevirekî çend nîşanan bi hev re rakin: “Palme yekane Ewrûpî ye, li hemberî Kurdan ne xwedî helwêsta dijminane ye. Em bi rêzdarî li ber bîranîna wî bejna xwe ditewînin.” Rêber Apo bi bîr dixe ku Palme berî bê kuştin gotiye, ‘Çima dixwazin min û PKK'ê bînin hemberî hev? Çima ez bi ser PKK'ê de biçim?ʼ Rêber Apo piştî ku yek ji sedemên kuştina wî bi vî awayî destnîşan dike, weke sedema duyemîn balê dikişîne ser aliyê wî yê dijemperyalîst. Ji ber ku têkiliya Palme bi duristî bi pêvajoyên rizgariya neteweyî re yên weke Vîetnam, Efrîka Başûr û Emerîka Başûr re hebû. Ji ber vê yekê jî Rêber Apo dibêje, tenê dengê Palme li dijî hêzên kapîtalîst û NATO´yê derdiket. Rêber Apo di çarçoveya vê tevnebestê de balê dikişîne ser têkiliyên Elmanya û dewleta Tirk û dibêje, “Heke em dixwazin kuştina Palme were zelalkirin, divê em li têkiliyên dewleta Tirk û Elmanyayê binêrin. Wê demê saziya îstîxbaratê ya dewleta Tirk-MÎT bi îstîxbaratên Emerîka, Inglistan, Elmanya û welatên din ên Ewrûpayê re ket nava têkiliyeke xurt. Wan bi hev re bereyeke bêrehm a emperyalîst bi rê ve dibirin." Rêber Apo qala bandora 15ʼê Tebaxê li ser mijarê jî dike û qal dike çawa dewleta Tirk xwestiye NATO û Gladio di vir de bi kar bîne. Rêber Apo di dawiya axaftina xwe de dibêje, erê Swêdê qebûl kiriye PKK di vê reşkujiyê de nîne, lê ev têrê nake, divê ji bo xatirê bibîranîna Palme eşkere bike, bi rastî kê ev reşkujî kiriye û bi ser meseleyê de biçe.

NCDK-S: Lêborînê bixwazin

Serdozgerê Swêdê Krîster Pettersson, roja Sêşemê li televîzyonê bi weşana yekser di civîna çapemeniyê de diyar kir ku Stîg Engstrom gumanbarê sereke yê kuştina Serokwezîrê wê demê Olof Palme ye û bi ihtimaleke mezin vî sûcdarî wê demê li Swêdê ev bûyera kuştinê kiriye. Serdozger got, ji ber ku bersûc miriye dosya Palme jî hatiye girtin. Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Swêdê (NCDK-S) têkildarî mijarê daxuyaniyek da û xwest ji gelê Kurd lêborîn were xwestin. Di daxuyaniyê de hate gotin, ”Olof Palme dostê Kurdan bû. Di dema wezîfeya xwe de ji bo tevgera Kurdan xurt bike û piştgiriyê bide wan, ji bo pêkanîna mafê çarenûsê û azadiya Kurdan gelekî hevdîtin kir. Diyar kir ku Kurd bi rengekî bêrehm di bin zext û zordariyê de ne. Mixabin kuştina Olof Palme bû gava destpêkê ku li Swêdê tevgera azadî û demokrasiyê ya Kurdan bê sûcdarkirin. Hewldanên krîmînalîzekirina PKK’ê li Swêdê wê demê ji aliyê gelek welatên Ewrûpayê ve jî hate dewamkirin. Divê ev neheqiya 34 salan a li PKK’ê û Kurdan bi dawî bibe. Têkoşîna azadiyê bi vî rengî bi terorîzmê hate sûcdarkirin. Hikumeta wê demê eger şefê polîsan ê ku ev sûcdarî dikir ji wezîfeyê girtibûya wê bihata fêhmkirin ku Kurd bêguneh in. Lewma em ji saziya siyasetê hêvî dikin ku daxuyaniyên qanihkirinê û lêborînê bidin. Ji ber vê yekê em li bendê ne ku ji komele û rêxistinên me lêborîn bê xwestin û ji sûcdariya ‘sûc/terorê’ bên rizgarkirin. Her wiha em dixwazin ku dewleta Tirk a bi serkêşiya rejîma Erdogan, zext û zordariya wî ya li gelê Kurd bi rengekî eşkere bê şermezarkirin.” n ANF/STOCKHOLM