´Êrişek pîlankirî bû´
Hesen, da zanîn ku armanc ji van êrîşan binxistin û têkbirina şoreşa 19’ê Tîrmehê û destkeftiyên wê ne û axaftina xwe wiha dom kir: "Çeteyên DAIŞ’ê di 1’emîn salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê de herêma Kobanê ji xwe re kirin hedef, ji ber ku ji vê herêmê şoreşê dest pê kir û Rojava belav bû. Hilbijartina çeteyan ji Kobanê re plankirî ye, ji ber herêma Kobanê destpêkê şoreş hembêz kir". Şêx Hesen diyarkir ku armanca duyem a êrîşan rûpîva biçûk a herêmê ye û wiha axivî: "Hêzên dijberî gelê Kurd di serî de xwestin Kobanê ji ber firehiya xwe ya biçûk û dûrbûna xwe ji herêmên din ên Rojava kontrol bikin û ji wir ji hemû aliyan ve êrîşî herêmên din bikin". Hesen got dewletên herêmî yên mîna Kendava Erebî, Iraq, Turkiyê, Iran û rêcîma Suriyê jî di nav de piştgirî dan çeteyên DAIŞ’ê û zemînê destpêkirina êrîşan bi bihaneya ku "Kurd gawirin û ne misilman in" amede kirin.
Berxwedana Kobanê
Hesen, di nava axaftina xwe de bal kişand ku tevî êrîşên giran ên çeteyên DAIŞ’ê gelê Kurd vîn û îradeya xwe ya xweser û destkeftiyên şoreşa xwe parastin û wiha dom kir: "Kurdan di şoreşa xwe de ji hemû cîhanê re îsbat kirin ku ew ji hemû gelên cîhanê yên bindest aştî û azadiyê dixwazin" û da zanîn ku kurdan bi saya felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û riya ku wî ji Kurdan re ji bo têkoşîna li hember hemû hêz û dewletên dijminên Kurdan danî bi ser ketin û hebûna xwe li herêmê wek hêz îsbat kirin." Şêx Hesen, bal kişand ser çalakiya welatiyên Bakurê Kurdistanê ya tevlêbûna berxwedana Kobanê û axaftina xwe wiha dom kir: "Felsefeya Ocalan riya azadiyê ji Kurdistaniyan re ronî kir û sînorên di nava Kurdistanê de rakirin".
Şêx Hesen, diyar kir ku kiryarên DAIŞ’ê derheqê sivîlên Kurd de û bikaranîn çekên pêşketî di êrîşên li ser herêmên çûk li pêş çavên raya gîştî ya cîhanî, komploya cîhanî ya ku li hember gelê Kurd hatiye rêsandin nîşan dide û bal kişand ku pêwîste rêxistinên Neteweyên Yekbûyî û dewletên ku parastina mafê mirovan idîa dikin êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li ser hêrêmê şermezar bikin. Komploya hatiye plankirin li ber çavan e, bi taybet piştî ku depoyên cebilxaneyê yên bajarê Musilê radestî DAIŞ’ê hatin kirin û wê jî ji aliyê xwe ve ew çek û cebilxane derbasî Rojava kirin û êrîşên xwe li ser herêmê zêde kirin bêyî ku dewletên cîhanê tu helwestê nîşan bidin. Hesen axaftina xwe wiha dom kir: "Bila cîhan bizanibe ku axa Kobanê pîroz e û tu hêz nikare dagir bike ji ber ku ew ax bi xwîna şehîdan hatiye avdan".
ANHA/KOBANÊ