Dewleta Tirk a dagirker ji destpêka şoreşa rojava ve di her firsendî de gefan li destkeftiyên herêmê dixwe. Di demên dawî de bi hinceta herêmên ewle hewil dide êrişî bakûr û rojhilatê Sûrî bike. Endama Koordînasyona Kongreya Star Hediye Yûsûf der barê mijarê de axivî û got, “Tirkiye jî baş zane; êrişa li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne li gorî berjewendiyên DYE û Koalîsyona Navneteweyî ye. Tirkiye ji ber ku fuzeyên S-400’î wergirt di bin zexta DYE’yê de ye. Her wiha ji aliyê hundir de jî di nav krîzê de ye, desthilatdariya AKP’ê bûye mijara nîqaşê. Hebûna xwe ya li nava NATO’yê jî mijareke nîqaşê ye. Ji ber vê yekê hewl dide ji DYE’yê tawîzan werbigire, zextên lê tên kirin kêm bike û destketiyên nû werbigire. Haya xwe jê heye ku eger vê niha neke wê DYE û Koalîsyon destûra êrişê nedin.

Li Efrînê komkujî, talan hate kirin

Hediye Yûsûf li ser îhtîmala êrişê jî ev nirxandin kir: ”Eger niha êriş bike wê şer li her qadê belav bibe û Rûsya wê destê xwe xurt bike. Du rê li pêşiya DYE û Koalîsyonê dimîne; yan wê bimînin û şer bikin yan jî wê ji Sûriyeyê derkevin. Di nava vê rewşa xitimandî de hewl didin rêyekê peyda bikin. Em gengaziya êrişa dewleta Tirk ji nedîtî ve nayên. Desthilatdariya heyî ya Tirk xwedî wê potansiyelê ye ku Tirkiyeyê têk bibe. DYE û koalîsyon hewl didin rêyeke navberê peyda bikin. Gefên tên xwarin bêguman cidî ne. Tirkiyeyê di encama peymanekê de ku Rûsya, Îran û rejîma Sûriyeyê di nav de hene, Efrîn dagir kir. Hêzên ku tevî me li dijî DAÎŞ’ê têkoşiyan bêdeng man. Li Efrînê komkujî, talan hate kirin; bi sed hezaran mirov ji cih û warê xwe bûn, nifûsa wê hate guhertin. Her wiha DAÎŞ’iyên ji Dêra Zor, Reqa, Minbic û herî dawî ji Baxozê hatin anîn niha li Efrînê ne.”

Em ji diyalogê re amade ne

Endama Koordînasyona Kongreya Star Hediye Yûsûf di dawî de li ser têkiliyên bi rejîmê re jî got; ”Rejîma Sûriyeyê ji çareseriyê dûr e. Haya xwe jê heye ku Sûriye parçe dibe. Zane ku Tirkiye ji deverên ku dagir kiriye û deverên ku dixwaze dagir bike wê dernekeve. Mînaka Idlibê bi têra xwe eşkere ye. Niha hin daxuyaniyan diweşînin, lê belê ya girîng ew e ku ji bo çareseriyê çiqasî cidî ye. Di nava rejîma Sûriyeyê de hin hene ku dixwazin rêveberî bi Kurdan re li hev bike û dawî li krîza Sûriyeyê bîne. Sûriye gavê neavêje. Mînak em niha li Şehbayê ne, lê belê rejîma Sûriyeyê nahêle ku nanek jî bêyî gumrukê derbasî herêmê bibe. Ambargoya li Şehbayê jî bi dawî nake. Bêguman em ji diyalogê û çareseriyê re amade ne, lê belê divê rejîm jî cidî be.”

ARAM HESEN / ANHA/ŞEHBA