Newroz Ahmed:Bi êrişan re hevsengiyên herêmê bi giştî dê biguherin’. Divê bê zanîn ku eger dewleta Tirk neyê çareseriyê û şer bixwaze, em ê jî ji şer re amade bin. Ger şerek çêbe dê hemû sînor bibe qada şer.
MÛRADA KENDA – EHMED MIHEMED ANHA / HESEKÊ
Gefên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin. Dewleta dagirker herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku hemû gel tê de ewle dijîn,di bin navê “herêma ewle” de bi şertê mesafeya 32 km herêm bê valakirin, dike hedef.Têkildarî herêma ewle, gef, liv û tevgera leşkerî ya dewleta Tirk li ser sînorên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Fermandariya Giştî ya QSD’ê Newroz Ehmed peyivî. Newroz Ehmed di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser herêmên ewle û got; “Di rojeva me de nîqaşên li ser ´herêmeke ewle´ tu carî cihê xwe nedigirt. Ji ber ku herêmên me jixwe ewle ne. Lê piştî DAIŞ ber bi têkçûnê ve diçû, hin hêz li bendê bûn ku herêmê bixin kontrola xwe. Ev pîlanên wan bi ser neketin. Têkiliyên me bi dewletên derdorê yên wekî dewleta Tirk re jî hebûn. Dan û standinên dihatin meşandin ne di asta fermî û jor de bin jî lê heya cihekî têkilî hebûn. Dewleta Tirk vê baş dizane ku tu carî êriş ji aliyê me ve ber bi sînorên Tirkiyê ve çênebûne. Tu hewldeneke me ku siyaseta dewleta Tirk bixe xetereyê, nehatiye kirin. Lê di van demên dawî de gefên dewleta Tirk hîn zêdetir bûn. Wekî ku ew bi xwe dibêjin “Çawa li Başûrê Kurdistanê, Kurdan statu bi dest xist, dê li vê herêmê jî statuyê bi dest bixin, lê em tu carî li ser sînorên xwe destûra vê nadin.” Hemû armanca wan ev e, û ji bo vê jî gefan dixwin, dixwazin êrîş bikin.
Meqsed ji herêma ewle?
Em bi awayekî vekirî bibejin. Em êdî naxwazin ku li ser axa me şer dewam bike. Sedemên ku dewleta Tirk wekî hinceta şer tîne ser ziman em dikarin van mijaran bi diyalogê jî çareser bikin. Dewleta Tirk bi awayekî fermî li ber çavên hemû cîhanê axa welatekî din dagir kir. Bab, Cerablus, Ezaz, Idlib û Efrîn li ber çavan in. Niha bi heman hincetan jî dixwaze axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike. Jixwe herêmên me ewle ne. Lê em ji bo herêmeke ewle ku behsa wê tê kirin jî vekirî ne. Ji ber ku em naxwazin gelên me careke din bi şerekî nû re rû bi rû bimînin.
Armanc ji 32 km çi ye?
Dewleta Tirk herêmeke ewle ya 32 km’yan berfireh ferz dike û li ser vê bi hin hêz û rejîma Sûriyê re ketiya nav pîlanan. Li gorî pîlanan wê 32 km di destê dewleta Tirk de be. Başûrê Sûriyê jî wê hêzên din bikevinê. Bi vî rengî dixwazin tevahî herêmê di nav xwe de parçe bikin û van nirxên ku bi berdêlên mezin hatine bidestxistin, ji holê rakin. Ya ku metirsiyek gelekî mezin çêdike û niyeta dewleta Tirk hin zêdetir eşkere dike, ev e.
Gefên dewleta Tirk û êrişên DAIŞê
Her dema ku dewleta Tirk gefan dixwe, DAIŞ êrişên xwe di herêmê me de xurttir dike. Di demên dawî ev bi awayekî berbiçav zêde bûye. Ev jî diyar dike ku armanca dewleta Tirk ew e ku careke din DAIŞ’ê zindî bike û bi wê herêmê kontrol bike. Ger ev nebe jî tevlihev bike. Di demên dawî de kampên ku malbatên DAIŞ’ê lê hatine bicihkirin, vekirî gotin ku wê careke din xwe zindî bikin. Di warê îstîxbaretên ku me bi destxistî de hucreyên DAIŞ’ê yên veşartî dibêjin ‘Em ê tola xwe ji we hilînin û di demeke nêz de em ê careke din vegerin.’ Ev jî xetereyeke mezin e. Zindîkirina DAIŞ’ê ne tenê ji bo herêmê, ji bo hemû mirovahiyê xetere ye. Erê em heya cihekî van DAIŞ’iyan di girtîgehan de digirin lê ev ji bo me jî gelekî zehmet e. Divê dadgehên navneteweyî ji bo van çeteyan werin çêkirin.
Heger êrişek bibe ?
‘Bi êrişan re hevsengiyên herêmê bi giştî dê biguherin’. Divê bê zanîn ku eger dewleta Tirk neyê çareseriyê û şer bixwaze, em ê jî ji şer re amade bin. Ger êrîşek li ser cihekî herêmê çêbe wê tenê bi wir ve sînordar nemîne. Dewleta Tirk wekî ku di Efrînê de pêk anî niha jî dixwaze herêmê parçe parçe dagir bike. Lê şerê ku were kirin wê bi parçeyekî herêmê ve sînordar nemîne. Sînorekî me yê gelekî dirêj bi dewleta Tirk re heye. Ger şerek çêbe dê hemû sînor bibe qada şer.
Têkilî bi rejîma Sûrî re ?
Di demên derbasbûyî de hevdîtinên me bi rejîma Sûriyê re çêbûn. Lê rejîma Sûriyê wekî ku qet tiştek nebûye, dixwaze careke din vegere û şertên xwe li her derê ferz bike. Rejîm hewl dide me wek hevkarên hêzên derve bide xuyakirin…
Car caran li hember gefên dewleta Tirk di axaftinên xwe de helwesta xwe diyar dike, lê di esas de zîhniyeta li hember gelan heman zihniyet e. Ev jî encama pejirandina dijminatiya gelê herêmê ye. Em bi israrin ku hevdîtinan bidomînin ji bo ku bikaribin vê zihniyêta înkar û tasfiyekar bigûherînin. Gefên dewleta Tirk ji bo rejîma Sûriyê jî xeter in. Ji ber ku di encamê de perçeyek ji axa Sûriyê tê dagirkirin. Dema ku Tirkiyê êrîş bike nikarin piştre vê di nav xwe de nîqaş yan jî çareser bikin. Wê rewş hin xerabtir û tevlîhev bibe. Bi kurtasî bi rejîma suriyê re car caran hevdîtinên me çêrbûn lê mixabin negihîştiye tû encamekî.